YPS-YPS JIN di 50'emîn Newroza Azadiyê de banga bilindkirina têkoşînê kir

Koordînasyona YPS-YPS JIN da xuyakirin ku ew weke tevger û gel, Newroza 50'emîn ya dîrokî ya Rêber Apo bi têkoşînê, bi hişmendiyeke mezin a serketinê û bi coşa azadî û hêviyê pêşwazî dikin û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Koordînasyona YPS-YPS JIN bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPS-YPS JIN wiha ye:

"Ji dîroka kevnar ve Newroz têkoşîna hevpar a azadiyê û ruhê berxwedanê yê gelên me li dijî Dehaqên zalim e. Kurdên ku xwedî çanda herî kevnar a resen a civaka Rojhilata Navîn in, ev sed sal in di bin destên qirkirinê yên hêzên dagirker ên faşîst ên emperyalîst ên li ser wan hatine ferzkirin de rastî qirkirina civakî tên. Weke ku tê zanîn Rêber Apo 50 sal berê di roja Newrozê de li dijî Dehaqên îro dest bi têkoşîna azadiyê kir. Beriya Rêber Apo li Kurdistanê bêdengiya mirinê hebû. Dagirkeran îdia dikirin ku wan Kurdistana xeyalî û Kurd li Çiyayê Araratê defin kirine û beton kirine. Pêşî Rêber Apo bû ku pêvajoya înkar û îmhayê ya li Kurdistanê li ser Kurdan hatiye ferzkirin ferq kir û ev rewş rawestand. Ne tesaduf e ku Rêber Apo di roja Newrozê de dest bi têkoşîna azadiyê kir. Agirê berxwedanê ku hevrê Mazlûm Dogan di roja Newrozê de li zindana Amedê bi bedena xwe pêxistibû mezin bû û ruh û hişmendiya azadiyê di nava hemû gelên Kurdistanê de geş kir.

'TÊKOŞÎNA BI PÊŞENGIYA RÊBER APO VEGUHERIYE PARADÎGMAYEKE GERDÛNÎ'

Di pêşengiya Rêber Apo de têkoşîna azadiyê ya 50 salî ya li dijî dewleta Tirk a faşîst, bûye paradîgmayeke gerdûnî ya ku sînorên Kurdistanê derbas dike û pêşengiya tevahiya mirovahiyê ya cîhanê dike. Di eslê xwe de rastiya Rêber Apo hebûna mirovahiyê û civakîbûna me ye. Tiştê civakî be jî pîroz û gerdûnî ye. Di serdema modernîteya kapîtalîst de Rêber Apo li dijî vê pergala dij-civakî şer kir û, di bûyîna civak û mirovekî azad de israr kir. Parastina nirxên civaka azad û mirovahiyê ne tenê gerdûnî, di heman demê de rêbaza herî pîroz a têkoşîna mirovahiyê ye.

'JI ENCAMÊN ERDHEJÊ POLÎTÎKAYÊN ŞER BERPIRSYAR IN'

Rêber Apo ji ber ku li hemberî hêzên hegemon ên emperyalîst civaka azad û mirovahiyê parast ji aliyê van hêzên hegemonîk ve rastî komploya navneteweyî hat. Weke Tevger û gel, di sala 50’emîn ya têkoşîna Rêber Apo de ku me xwe amade dikir bi pêngava "DEM DEMA AZADÎYÊ YE" li dijî komploya navneteweyî têkoşînê bilind bikin, ji ber karesata erdheja mezin a ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat û bandor li herêmên Sûriye û Rojava kir, em êşandin. Bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan gelê me di karesata erdhejê de bûn qurbanî. Bê guman, karesatên xwezayî bûyerên xwezayî ne, dikarin biqewimin. Divê em zanibin ku yekane sedema ku encamên vê karesata xwezayî ev qas wêranker in, encama polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a faşîst a li ser Kurdan e.

Tê zanîn ku dewleta Tirk a faşîst ev sed sal in şerê înkar û îmhayê li ser Kurdan ferz dike. Dema ku mijar dibe Kurd li Kurdistanê, dewleta Tirk a faşîst a dagirker her tim bi awayekî sîstematîk komkujî, talan, destavêtin û êşkenceyê li Kurdan kiriye. Erdheja vê dawiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi awayekî zelal nîşaneya zîhniyeta qirker a dewleta Tirk a faşîst a li dijî Kurdan e. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di demên dawî de hewl dide karesata erdheja giran bi gelê me bide jibîrkirin, bi rojeva hilbijartinên giştî re rojeva heyî ji holê rabike û rewşa sûc a ku weke dewlet li dijî gelan pêk aniye veşêre.

PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ

Her kes baş dizane ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di hilbijartina îro ya li Tirkiyeyê di nava şert û mercên asayî de pêk were wê têk biçe. Ji ber ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê di pêvajoya hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de ji hilbijartinên pêşwext gelekî rehet e, tê wateya ku dewleta kûr a Ergenekonîst pêşiya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê vekiriye. Divê were zanîn ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê wê nekeve hilbijartineke ku têk biçe. Divê gelê me yê welatparêz ê şoreşger zanibe ku Tifaqa Netewî ya ku jê re dibêjin Maseya Şeş, ku li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê weke mûxalefeta çep tevdigere, di esasê xwe de polîtîkaya ku rejîma faşîst zindî dihêle dişopîne.

'DESTHILATDARIYA FAŞÎST BI TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ HATIYE BER HILWEŞÎNÊ'

Pêwîst e hemû gelên me yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vê yekê pir girîng zanibin, ku me rejîma faşîst a înkar û îmhayê ya ku sed sal in xwîna gelên me rijandiye, bi têkoşîna şoreşgerî ya radîkal a ku di pêşengiya Rêber Apo de pêş ketiye, aniye sînorê hilweşandinê. Ger îro li Tirkiyeyê di şexsê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de dewleta kûr krîza kaosê dijî, ev bi saya têkoşîna şoreşgerî ya radîkal a ku di pêşengiya Rêber Apo de 50 sal in pêş ketiye. Ji niha û pê ve divê em zanibin ku ji bo gelên me bi temamî ji vê rejîma faşîst a hov a înkar û tinekirinê rizgar bikin, wê têkoşîneke şoreşgerî ya radîkal were meşandin.

ŞEHÎD HATIN BI BÎRANÎN

Gelê welatparêz, weke ku tê zanîn em di 50’emîn sala Newrozê ya têkoşîna Rêber Apo de ne. Di warê têkoşîna me ya azadiyê de, ev meh bûye meheke ku lehengên gel yên mezin derketine holê, her wiha bûye meheke komkujiyên mezin ên gelê Kurd. Komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an di dilê me gel de her tim bûye birîneke ku nehatî pêçan. Dîsa Komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an fermana qirkirina nû ya hêzên serdest a li dijî gelê Kurd e.

 Hevrêyê me Aydin Gul ku di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de weke şehîdê me yê yekemîn tê naskirin, di vê mehê de şehîd bû. Ev meh artêşeke lehengan e ku ji Kawayê nûjen Mazlûm Doganan heta Zekiye Alkan, ji Rahşan Demîrel heta Ronahî û Bêrîvanan dewam dike. Agirê Newrozê ku ji aliyê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan ve hat pêxistin, weke hefteya lehengiyê, heta berxwedana bi rûmet a dîrokî ya fermandarê mezin ê gerîla hevrê Mahsum Korkmaz mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê da.

Ev meh di heman demê de meha ku berxwedana destanî ya têkoşîna xwerêveberiyê ya bajêr a bi rûmet e ku mohra xwe li dîroka me ya têkoşîna azadiyê hiştiye, li dijî dewleta Tirk a faşîst a dagirker digihêje lûtkeyê. Di şexsê fermandarên pêşeng ên mezin ên Şerê Gel ê Şoreşgerî de hevrê Çiyager, İslam, Xebatkar, Nûcan, Çeko û Berfîn û hevrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel ku di heman demê de lehengên gel ên mezin in, em hemû hevrêyên xwe yên bi nîşandana destanên dîrokî yên li dijî faşîzmê di vê pêvajoyê de şehîd ketin bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.

BANGA MEZINKIRINA PÊNGAVÊ HATE KIRIN

Em weke tevger û gel, Newroza 50'emîn ya dîrokî ya Rêber Apo bi têkoşînê, bi hişmendiyeke mezin a serketinê û bi coşa azadî û hêviyê pêşwazî dikin. Di encama têkoşîna me ya 50 salî ya dîrokî ya di pêşengiya Rêber Apo de, rejîma înkar û tinekirinê ya faşîst îro li Tirkiyeyê di şexsê desthilatdariya AKP-MHP'ê de ketiye nava hilweşîneke jêneveger. Divê em Newroza dîrokî ya îsal veguherînin têkoşîna mezin a li dijî rejîma faşîst a înkar û tinekirinê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya teqez a Rêber Apo. Weke tevgera me ya azadiyê armanc, îdîa û biryardariya me ev e. Em bang li hemû gelên xwe yên welatparêz ên şoreşger ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin ku li dijî faşîzmê pêngava 'DEM DEMA AZADIYÊ YE' ku ji aliyê tevgera me yê azadiyê ve hatiye destpêkirin xwedî lê were derketin û li ser esasê serkeftinê bilind bikin.

Ev di bingeh de salvegera 50'emîn a Rêber Apo ye. Li ser vê bingehê em Newroza 50’emîn a Têkoşîna Azadiyê ya Rêber Apo di serî de li Rêber Apo, li hemû gelên me yên welatparêz ên şoreşger û li tevahî mirovahiyê ya ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin.”