PKK: Bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê

Komîteya Navendî ya PKK’ê diyar kir ku desthilatdariya 20 salan li ber hilweşînê ye û got: “Di xeta Rêber Apo de, bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê û bi awayekê bi giştî li ber xwe bidin.“

Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîteya Navendî ya PKK’ê anî ziman ku sala 2635’emîn a Newrozê, sala 51’emîn a meşa azadiyê ku Rêber Apo sala 1973’yan dest pê kir, em bi coş û berxwedaneke bêhempa pêşwazî dikin. Komîteya Navendî ya PKK’ê, got: “Di şexsê Rêber Apo de, em Newrozê ku cejina azadiyê ye, li gelê xwe, hemû gelên berxwedêr û dostên xwe pîroz dikin. Di şexsê Mazlûm Dogan de, Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema, Sara, Rûken, Evîn Goyî, Yaşar Botan, Raperîn Amed, şehîdên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, soz didin ku em ê bibîranînên wan bi serkeftinê tacîdar bikin.“

Daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê wiha ye:

“Sala 2635’emîn a Newrozê, sala 51’emîn a meşa azadiyê ku Rêber Apo sala 1973’yan dest pê kir, em bi coş û berxwedaneke bêhempa pêşwazî dikin. Di şexsê Rêber Apo de, em Newrozê ku cejina azadiyê ye, li gelê xwe, hemû gelên berxwedêr û dostên xwe pîroz dikin. Di şexsê Mazlûm Dogan de, Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema, Sara, Rûken, Evîn Goyî, Yaşar Botan, Raperîn Amed, şehîdên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, soz didin ku em ê bibîranînên wan bi serkeftinê tacîdar bikin. Em, bawer in ku wê gelê me û hemû hêzên berxwedêr, wê sala 2023’yan têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bi ruhê berxwedanê yê Newrozê yekcar geş bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin. Bi Newrozê re di heman demê de em Hefteya Qehremaniya Neteweyî pîroz dikin. Di şexsê qehremanên me yên neteweyî hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de, em hemû şehîdên berxwedanê careke din bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

NEWROZ NÎŞANEYA BERWEDAN Û AZADIYÊ YE

Newroz; ji bo hemû gelên serî li ber zilm û zordariyê radikin, li ber xwe didin û pîroz dikin, rojeke nû, vejîn, destpêkeke nû, yekitî û cejna berxwedan û azadiyê ye. Newroz ku nîşaneya berxwedan û azadiyê ye, bi hezaran sal in ku Kurd, Ereb, Tirk, Faris û gelek gel pîroz dikin. Dewleta Tirk a mêtinkar, qirker û faşîst, her çiqas ketibe hewila vemirandina ruhê berxwedêr ê Newrozê û bêwatekirina wê, bi ser neketiye. Lê ev jî rastiyek e ku, Newroz cara yekemîn li gor wate û esasê xwe bi PKK’ê re wek roja berxwedan û serhildanê hatiye pîrozkirin. Rêber Apo ku 51 sal berê Koma Apoyî ku koma pêşîn a cewherê PKK’ê ye, li ber Bendava Çûbûkê ya Enqereyê, di roja Newrozê de li hev dicivîne, diyalektîka berxwedanê ya Newrozê bi PKK’ê datîne holê. PKK, ji vî awayî ve partiyeke Newrozê ye. Hevrê Mazlûm Dogan ku bi sê darikên neftikê di zindanê de agirê Newrozê dada, tê wê wateyê ku PKK çiqas Newrozbûyî  ye û Newroz jî bi PKK’ê çiqas bi wate bûye. Bi pişt re ku Zekiye, Rehşan, Bêrîvan û Ronahiyan agirê Newrozê geş kir, tê zanîn ku salên 90’î bi serhildanên gel ên bi heybet re bû yek.

BERXWEDAN Û HELWESTA RÊBER APO

Bi pîrozkirina Newrozeke din re, Rêber Apo ku hêj jî li îmraliyê dîl tê ragirtin, ji bo gel û Tevgera me boneya herî mezin a dayîna ber pirsan, xwestina hesab û serhildêrî û gihîştina serfiraziyê ye. Rêber Apo, li Îmraliyê wek dîlekî ragirtî ye. Tecrîda li ser, giran e. Navenda qirkirinê niha li Îmraliyê ye. Bi vê rewşê bi tenê jî bi eşkerehî xuya dibe ku Rêber Apo li dijî tecrîda li ser û zexta bi her awayî, bêyî ku tawîz ji berxwedana xwe bide, bi israr dewam dike. Rêber Apo, bi berxwedana xwe, polîtîkayên dewleta AKP-MHP’e ya faşîst ên şikandina vîna gelê me û rakirina ji holê ya Tevgera me, pûç kirin. Mirov ku polîtîkayên şerê taybet û qirkirinê yên li ser Îmraliyê baş nebîne û jê fêm neke, ne mimkûn e ku mirov têbigihîje ku Rêber Apo li dijî van hemûyan çawa ewqas li ber xwe dide û xwedî helwest e. Bi kurt û Kurmancî divê mirov bibêje ku, heke dewleta Tirk a mêtinkar-qirker di şerê 8 salên dawîn ê bêeman de negihîştibe armanca xwe, bi saya berxwedan û helwesta Rêber Apo ye.

Gelê egîd ê Kurdistanê û heval û hogirên berxwedêr!

Faşîzma AKP-MHP’ê ya mêtinkar-qirker, hêza NATO’yê jî wergirt, çi tiştê dikare seferber bike, kir, bi hemû derfetên xwe yên 8 sal in ku bi awayekê nedîtî êrîşê Tevgera me dike. Armanca wan, di sala sedemîn a avabûna Komara Tirkiyeyê û Peymana Lozanê de, Tevgera me ji holê rabike. Ji wê boneyê bêyî tu exlaqekê şer, pîvanên hiqûqî û mirovî bombeyên nukleer ên taktîk, çekên kîmyewî jî di nav de, her tişt ji xwe re rewa dibîne. Rejîma faşîst, li dijî gerîlayên azadiyê her roj sûcên şer dike, xwest ku wek xewnereşkekê hikûm li siyaseta legal û gelê me bike, her kes û hêzên berxwedêr bi zext û zorê bêdeng bike, biçewisîne û beralî bike. Li dijî vê şerê ku faşîzma AKP-MHP’ê bi hemû hişma xwe bi awayekê bêyî exlaq û rêgez dike, jin û mêrên ciwan ên Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê destan nivîsîn, gelê me ji nasname û azadiya xwe tu tawîz nedan.

SALTANA 20 SALAN LI BER HILWEŞÎNÊ YE

Bêyî guman di vê pêvajoyê de, me gelek berdêl dan. Lê bi berxwedana me ya li dijî dewleta faşîst, mêtinkar, qirker a AKP-MHP’ê, seltenata 20 salan diyar e ku li ber hilweşînê ye. Tu argumanên ji der ve yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê nemane. Di nav xwe de û di her astê de ketiye tengezarî û korerêyê. Di serî de berxwedana dîrokî ya Rêber Apo, bi berxwedana me ya 8 salan a bêhempa, ev yek diyar bû.

BLOKA KED Û AZADIYÊ WÊ ENCAMÊ DIYAR BIKE

Tirkiye, niha ketiye pêvajoya hilbijartinan. Hilbijartinên ku wê 14’ê Gulanê bên kirin, bi encamên xwe wê bibin dawiya serdemekê li Kurdistanê û destpêkirina serdemeke nû. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo di hilbijartinê de têk neçe, teqez wê serî li her dek û dolab û zext û zordariyê bide. Lê çi jî bikin ne mimkûn e ku xwe ji encamê xelas bike. Bloka Ked û Azadiyê, hemû hêzên şoreşger-pêşverû, her kesê ku li dijî faşîzmê ye bi rol, erk û berpirsyariya xwe baş rabibin, wê encamê diyar bikin. Vê pêvajoya ku em tê de ne, geşedaneke giring jî hilbijartin in.

PIŞTEVANÎ Û ALÎKARIYA GELÊ ME YA BI PÊŞENGIYA JINAN GELEK HÊJA YE

6’ê Sibatê li Tirkiye û Kurdistanê, li 11 bajaran erdhej çêbû. Bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, gelek cih û war xera bûn. Piştevanî û alîkariya gelê me ya bi pêşengiya jinan gelek hêja ye. Bi ruhê piştevanî û yekîtiyê yê li dijî erdhejê, cardin diyar bû civakîbûn di şexsê jinan de li Kurdistanê, hêj jî çiqas xurt e. Êş û dilgiraniya li ser me ku erdhej bû sedem, helbet gelek e. Lê em gel, dizanin ku êşên xwe bikin hinceta bipêşvebirina hişmendiya xwe dayîna berpirsan û xwestina hesab. Hêrsa xwe ya roj bi roj zêde dibe, em ê helbet veguherînin serhildan û berxwedanên mezintir. Newroza sala 2023’yan ku em piştî vê erdheja mezin pêşwazî dikin, lewma Newrozeke din e.

JI BO REJÎMA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê TÊK BIÇE, DIVÊ MIROV BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BIXEBITE

Nexwe, hem ji bo başkirina birînên ji ber erdhejê çêbûne, hem jî ji bo rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk biçe, divê ku mirov bi ruhê seferberiyê bixebite. Ji wê boneyê ye ku divê mirov bi hişmendiya ku di sedsala avabûna Komara Tirkiyeyê ya mêtinkar-qirker û peymana Lozanê de wê bi van hilbijartinan gelek geşedanên giring rû bidin, xwe bide ber. Têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê, şikestinek e di hişmendiya dewleta Tirk a mêtinkar-qirker de. Diyar e ku wê bandora encamên vê li ser geşedanên hem li Tirkiyeyê û Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn gelek be. Rojên dîrokî ne ku em tê de ne. Divê em her roj û hêr kêliyê pir baş bi rêxistin bikin, pir bixebitin û bi ser bikevin. Lewra dem ji tu kesê re ne camêr e. Em ê di vê demê de bikarin çi bikin, girêdayê birêxistinbûn û lêhûrbûna me ya li armancê û asta me ya serkeftinê ye.

DI XETA RÊBER APO DE, BI RUHÊ NEWROZÊ EM XWE BIDIN BER PÊVAJOYÊ

Carinan, di dîrokê de derfet û fersendên wisa çêbûne ku ew maye ku Xwedê bibêje ‘ya evdê min, bimeşe!’. Dema em tê de ne jî demeke wisa ye. Destkeftiyên vê pêvajoyê jî û xeterî û fersendên wê jî wê gelek bin. Di xeta Rêber Apo de, bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê û bi awayekê bi giştî li ber xwe bidin, teqez e ku çi tiştê heye mirov ji nû ve bi awayekê bi heybettir û bi mirês bi dest bixe.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku bi bawerî û biryardariya ku wê sedsala 21’emîn şoreşa jinan bibe, hat pîrozkirin, bû destpêka pîrozbahiya bi heybet û biryardarî ya Newrozê

DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BÊ ARMANCKIRIN

Bi pîrozbahiya Newrozê ku wê bi şiara “Her der Newroz, her der Azadî“ li çar parçeyên Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê, li çi cihê ku gelê me lê ye û Newroza ku wê li Ewropayê bê kirin, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê armanckirin. Em bawer in ku Newroza navendî ku wê 21’ê Adarê li Amedê ku li Bakurê Kurdistanê ye, bê pirozkirin pir qerebalix be. Wê bi milyonan kes agirê Newrozê li qada Newrozê ya Amedê dadin, bi dil, îrade û dengekî wê bi milyonan kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin. Li Stenbolê, hemû bajarên mezin, li Kurdistanê û Ewropayê wê ji aliyê bi sedhezar û milyonan ve bê pîrozkirin. Wê bi milyonan kes ji bo azadiya Rêber Apo biqîrin û bi şiara “Her der Newroz, her dem azadî“ agirê Newrozê yekcar gur û geş bikin.

Jin û ciwanên Kurdistanê, bi pêvajoya berxwedanê ya Newrozê re, bêyî navber li têkoşînê dewam bikin û di her astê de wê erk û berpirsyariya serhildan û berxwedanê bi awayekê serkeftî bi cih bînin û sala 2023’yan bikin sala serkeftinê.

Li ser vî esasî, di şexsê Rêber Apo de, em Newroza hemû hevrê, gel û dostên xwe careke din pîroz dikin û dibêjin ku serkeftin wê teqez ya me be.“