‘Em ê bi ruhê Newrozê bi ser bikevin’

Newroz a ku cejna rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn e, li çiyayên Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedanê ku geş dibe, tê pêşwazîkirin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Star’ê Newroza sala 2023’yan bi berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêşwazî dikin. Gerîlayên azadiyê diyar dikin ew bi perspektîfa jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer dikin û ew ê bi ser bikevin.

‘NEWROZ DEMA GEŞKIRINA BERXWEDANÊ YE’

Gerîlaya YJA Star’ê Rengîn Amed, nirxandina Newroza sala 2023’yan wiha kir: ‘’Newroz, ji bo me pir giring e. Ji ber ku tê wateya vejîna Kurdan û daîmîbûna kevneşopiya berxwedanê. Ev berxwedan, ji Kawa dest pê kiriye û bi Mazlûm Dogan û Zekiye Alkanan bêyî sekin berdewam e. Newroz; ala berxwedanê ye ku heval Mazlûm di zindana Amedê de li dijî radestiyê bilind kiriye û gihîştiye me û ber bi serkeftinê ve diçe. Em di demeke giran û krîtîk de ne. Di erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji der ve, tîbûn û birçîbûn, di şertên wan ên jiyanê zor û zehmet in û li ber xwe didin. Ji wê boneyê em êşa gelê xwe parve dikin. Em dixwazin ji gelê xwe re bibin bersiv. Ev bi berxwedaneke baş pêkan e. Bi geşkirina têkoşînê, em ê gelê xwe ji vê zilmê xelas bikin û derbeya herî giran li dijmin bixin. Ji bo bigihîjin mexseda xwe divê em pir fedakariyê bikin. Em ê heyfa hevrêyên xwe yên şehîd hilînin. Bila Newroz li Rêber Apo û gelê me pîroz be.”

‘EM Ê BI BERXWEDANA NEWROZÊ RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN’

Gerîlayê HPG’ê Xemgîn Mîrkan, bi lêv kir ku yekîtiya gelan bi Newrozê yekcar xurt dibe û wiha axivî: “Ez pêşîn, Newrozê li gelê xwe pîroz dikim. Pêvajoya em tê de ne, pêvajoyeke giran e. Dijmin bi her awayî êrîş dike. Gerîla û gel bi têkoşîna xwe dîrokeke destanî dinivîsin. Hemû êrîşên dijmin ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi têkoşîna ji bo berxwedanê ku berdewam e, hatin pûçkirin. Ev têkoşîn, bi bîrdozî û felsefeya Rêbertiyê derket holê. Bi vê erdhejê re bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Êş û xemgîniya gelê me, di dilê me de ye. Em ê hesabê vê êş û xemgîniyê ji dijmin bixwazin. Dewleta Tirk ku em Kurd terkê mirinê kirin, zarokên malbatên xwe di erdhejê de ji dest dane hiştin ji terîqetparêzan re, mirov careke din polîtîkayên wê yên qirkirinê yên li ser gelê me dibîne.”

Gerîla Xemgîn, bi dewamdarî îşaret pê kir ku rêya yekane ya çareseriyê ya gelan paradîgmaya jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û nirxandinên xwe yên dawîn wiha kirin: “Bi tenê rêyeke me heye ku ew jî Rêber Apo ji bo pêşerojeke azad çêkiriye. Lewma divê em li dijî êrîşên dagirker û faşîst bibin yek. Gelê me, hêviya alîkariyê ji dewletê nekir û bi hev re bû yek û piştevan, ev tiştekî hejayê pesindanê ye.  Ev piştevanî û yekitî divê di Newroza sala 2023’yan de mezin bibe û hemû lîstik û polîtîkayên dijmin pê bên pûçkirin. Piştevaniya gelê me, şerê gel ê bi şoreşgerî ku gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin, wê bibin wesîleya şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me. Yekîtiya gel û gerîla, wê bibe pirek ji bo pêşerojeke azad. Em mîlîtanên Rêber Apo, bi berxwedana Newrozê re em ê bigihîjin azadiya Rêbertiya xwe. Çawa ku hêviya gelê me gerîla ye, ya me jî gel e. Lewra em bi hêviya avakirina pêşerojeke azad ji bo gelê xwe, têkoşîna xwe geş dikin. Bi berxwedan û baweriya bi serkeftinê ku wê bi vê Newrozê çêbibe,  wê dawî li rejîma faşîst a AKP-MHP’ê were.”