Dagirkeran bi çekên qedexe êrîş kirin

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe êrîşî çeperên berxwedanê yên li qada Çemçoyê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir

“Agahiyên êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker kirine, wisa ne

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe  kirine;

Di17’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên Çemçoyê bi çekên qedexe carekê hatiye bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye

Di 17’ê Adarê de çeperên berxwedanê yên Çemçoyê, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qadên Golka û Girê Çarçêl ên Metînayê bi balefirên şer 4 caran hatine bombekirin.

Di 16 û 17’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Girê Ortê ya Metînayê, Qada Berxwedanê ya Girê FM û yên li qada Çemço û Sîdayê bi obus, hawan, tank û çekên giran 73 caran hatine bombekirin.”