Li Saqizê li hember texrîbkirina gora Jîna Emînî grev dest pê kir

Xelkê Saqizê li hember texrîbkirina şaredariya Saqizê ya li Goristana Ayçiyê ku gora Jîna Emînî lê ye, dest bi grevê kirin, dikan û bazar girtin.

Hate ragihandin ku grev li ser daxwaza koma sivîl li hemberî bêrêziya li gora Jîna Emînî û zextên çewisandinê yên li qurbaniyên Şoreşa “Jin, jiyan, azadî”  hatiye destpêkirin.

Piştî hewldanên Şaredariya Saqizê yên li Goristana Ayçiyê ya ku gora Jîna Emînî lê ye, kolandinên li nêzî gora Jîna Emînî rê li ber nerazîbûnên gel bûye û li ser vê grev destpê kiriye.

Di nava hefteya borî de jî hêzên hikûmeta Îranê li Saqizê hinek malbatên qurbaniyên şoreşa “Jin, jiyan, azadî” girtibûn.

Hêjayî bibîr xistinê ye berî niha wêneyên şikestina kêlên Jîna Emînî hatibûn belavkirin.