Parêzer Şahîn li Edliyeyê hat destgîrkirin
Parêzer Selîm Şahîn ku li Amedê ji bo îfade bide çû edliyeyê, ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin.
Parêzer Selîm Şahîn ku li Amedê ji bo îfade bide çû edliyeyê, ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin.
25’ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsînekê de rojnamevan, parêzer, hunermend û siyasetmedar, tev tevî hev 158 kes hatin destgîrkirin.
Parêzer Selîm Şahîn ku îro di çarçoveya vê dosyeyê de çû ku îfade bide dozgerê lêpirsînê yê Edliyeya Amedê, bi biryara dozger hat destgîrkirin.