HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Bi helwest, berxwedan û fedakariya xwe wan dan ser şopa xeta şehîdan. Wan di dîroka azadiya gelê me de cihê bi rûmet stendin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku di 17’ê Nîsana 2019’an û 24’ê Cotmeha 2020’an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribûn, zarokên hêja yên civaka me ya Êzidî û milîtanên fedakar ên Apoyî yên partiya me PKK’ê Dilşêr Şengalî û Tîrêj Roj û zarokê mêrxas ê gelê me yê Kobanê ya berxwedêr Botan Kobanê, şehîd bûn.

Çeteyên DAİŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker bi hev re li dijî gelê me yê Êzidî yê Şengalê êrîşeke qirkirinê dane destpêkirin. Vê êrîşa qirkirinê ya di sala 2014’an de wekî fermaneke nû ketiye dîrokê lê bi saya berxwedana gelê me yê Êzidî ya ku dev ji bawerî û çanda xwe bernedane, ev êrîş hatiye pûçkirin. Gelê me yê Êzidî ku tevî milîtanên fedayî yên Apoyî, ji zarokan heta mezinan tevlî berxwedanê bûne û bi berxwedaneke destanwerî Şengal azad kirine. Kobanê ya ku piştî Şengalê jî bi heman rengî rastî êrîşan hatibû, bi berxwedaneke ku hemû cîhanê şahidiya wê kir, azadiya xwe bi dest xist. Gelek ciwanên Şengal û Kobanê yên ku bûn şahidê hewldanên mîlîtanên fedayî yên Apoyî yên ji bo afirandina van serkeftinan, tevlî PKK’ê bûn. Hevrêyên me Dilşêr, Tîrêj û Botan ku bi vê hişmendî û hestê beşdarî têkoşînê bûne, bi helwest, berxwedan û fedekariya xwe bûne şopdarên xeta şehîdan û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiya gelê me de girtine.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Dilşêr, Tîrêj û Botan di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û ji gelê Şengal û Kobanê re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Dilşêr Şengalî

  Nav û paşnav: Helbest El Şêx

  Cihê jidayikbûnê: Mûsil

  Navê dê û bav: Hayat – Alî

  Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Nîsana 2019’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Tîrêj Roj

  Nav û paşnav: Seîd Dexîl Reşo

  Cihê jidayikbûnê: Şengal

  Navê dê û bav: Berfê - Dexîl

  Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Botan Kobanê

  Nav û paşnav: Ocalan Bekrî

  Cihê jidayikbûnê: Minbîc 

  Navê dê û bav: Havva - Mûhammed

  Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

DILŞÊR ŞENGALÎ

Gelê me yê Êzidî ku çavkaniya gelê me yê qedîm e, bi sedsalan ji ber bawerî û çanda xwe bi awayekî sîstematîk rastî komkujî û qirkirinan hatiye. Gelê me yê Êzidî bi kevneşopiyên kûr ên ku li ser bingeha baweriyên xwe ava kirine, li hemberî hemû komkujî û êrîşên qirkirinê yên dagirkeran, xwe parastine. Ji bo ku di nav ol û baweriyên serwer de bihelin, hatiye xwestin ku gelê me yê Êzidî koç bike û biçe sirguniyê, lê gelê me yê Êzidî xwe parastiye. Bi awayekî serketî ol, bawerî, nasname û çanda xwe derbasî nifşên nû kiriye, heta îroj hatine. Bi vê re bûne yek ji meşale û sembolên geş ên Kurdan. Hevrêyê me Dilşêr ji baweriyeke wisa kûr di malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Bi dagirkeriya li ser welatê me û bi zext û qetlîamên li ser gelê me re mezin bûye. Ji ber zextên rejîma Baas malbata hevrêyê me Dilşêr neçar mayê koçî Ewropayê bike. Hevrêyê me Dilşêr hînî Ewropaya di bin serweriya modernîteya kapîtalîst de nebûye û hesreta wî ev bû ku di nav civaka Êzidî de bijî. Hêvî û baweriya xwe ya ku wê rojekê vegere welat, qet winda nekir. Hevrê Dilşêr ji ber malbata xwe ya welatparêz û tevlîbûna derdora xwe, sempatiya wî ya ji bo gerîla pêş ket, têkoşîna ku tê dayîn bala wî kişandiye.

Faşîzma DAIŞ’ê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ve hatiye afirandin, bi pêşengiya dewletên ku amûra wê ye, bûye belaya serê mirovayetiyê û êrîşî gelê me kiriye. Xwestin bi destkeftiyên ku bi dest xistine gelê me bi qirkirinê tine bikin. Li Rojavayê Kurdistanê êrîşî îdeolojiya Apoyî hatiye kirin, lê bi berdêlên mezin ev êrîş hatine şikandin lê hinek hêzên ku qaşo Başûrê Kurdistanê û Êzidxane parastine, gelê me bi tenê hiştine û reviyane. Ev jî bûye sedem ku fermaneke nû were serê gelê me yê Êzidî. Berxwedana dîrokî ya komek hevalên me yên li wir, li pêşiya fermanê bû asteng. Bi mudaxele û takviyeya Partiya me, pêşiya mezinbûna fermanê hatiye girtin. Bi dîtina berxwedana hevrêyên me yên ku bi fedekarî bi îdeolojiya Rêber Apo têdikoşiyan, ciwanên Êzidî ji vê bandor bûn û zarokên qehreman ên gelê me yê Êzidî tevlî nav refên tevgera me bûn. Zarokên leheng ên Êzidxanê bi îdeolojiya Rêber Apo xwe li ser esasê xweparastinê bi rêxistin kirin û dest bi azadkirina cihên dagirkirî kirin. Hevrêyê me Dilşêr ji fermana gelê me yê Êzidî gelekî hêrs bû. Ji ber ku PKK hat alîkariya gelê me, vî tiştî bandoreke mezin li ser hevalê me Dilşêr kir û wî di ciwantî de erk û berpirsyariya xwe fêm kir. Di wê baweriyê de bû ku têkoşîna rast û tolhildana şehîdan encax bi têkoşîna di nava refên PKK'ê de dikare were hildan.

Hevrê Dilşêr ku di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi coşeke mezin perwerdeya xwe ya bingehîn dît. Her çiqas li çiyayan nemabû jî, ne xerîbî çiyayan bû û zû hînî jiyana li çiyayan bûye. Bi bawerî û biryardariyeke mezin dest bi têkoşînê kir. Tevî ku li Ewropayê mezin bûye jî ji ber çanda xurt a Êzidîtiyê neketiye bin bandora neyînî ya modernîteyê. Hevrêyê me Dilşêr ê ku bi nirxên jiyana kolektîf û komînal ve girêdayî ye, bi kesayeta xwe ya kedkar, nefsbiçûk û gihîştî di nava hevrêyên xwe de derketiye pêş. Hevrê Dilşêr ku bi îdeolojiya Rêbertiya me xwe pêş xist, bûye milîtanekî leheng û qehreman. Wî xwe daye îdeolojiya Rêber Apo. Têkoşîna cins û çînê bi xurtî kiriye û li ber ronahiya paradîgmaya me ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de xwe pêş xistiye. Hevrê Dilşêr bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk re jî di warê leşkerî de jî xwe bi pêş ve biriye. Bi taybetmendiyên xwe yên biaqil, jîr û jêhatî perwerdeyên xwe yên pisporiyê bi awayekî serkeftî xistiye pratîkê. Li Xakurkê li dijî operasyonên dagirkeriyê têkoşîneke bi heybet da meşandin. Hevrêyê me Dilşêr bal kişand ser wê yekê ku çawa dikare derbeke bi bandor li dagirkeran bide û di vê wateyê de lêgerîna xwe hîn zêdetir dewlemend kir. Hewl da ku gerîlatiya Modernîteya Demokratîk, perspektîfa rêxistina me bi şêwaz û hûrguliyên taktîkî fêm bike û pêk bîne. Hevrêyê me Dilşêr ku ji dilê gelê me yê Êzidî derketiye û bûye namzetek mezin a fermandariyê, bi îdeolojiya Rêber Apo veguheriye cewherekî nadîda. Em qet ne li benda şehadeta hevrê Dilşêr bûn û şehadeta wî bandoreke mezin li me kiriye. Têkoşîn û bîranîna hevrêyê me Dilşêr wê di têkoşîna dijwar de rêya me ronî bike. Em di şexsê wî de soza ku me daye hemû şehîdên xwe yên şoreşê dubare dikin û ji malbata wî hêja ya welatparêz, ji Êzidxanê û ji gelê me yê welatparêzê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

TÎRÊJ ROJ

Gelê me yê Êzidî ku weke şaneya bingehîn a gelê Kurd hebûna xwe didomîne, bi sedsalan ji aliyê hêzên desthilatdar ve rastî zext, talan û komkujiyan hatiye. Gelê me yê Êzidî ku ji ber israra li ser taybetmendiyên çandî û olî yên ku afirandine bûne hedef, gelek caran rastî êrîşên qirkirina fizîkî hatine. Tevî van êrîşên ku 73 caran ferman li ser gelê me yê Êzidî hatiye kirin û gelê me yê Êzidî dev ji nasnameya xwe bernedaye. Gelê me yê Êzidî yê ku li ser xaka ku bi hezaran sal in ji her cure komkujî, zilm û xizaniyê rizgar bûye, bersiva herî watedar daye hêzên mêtinger û qirker. Di sala 2014’an de bi desteka gelek hêzên herêmê û bi taybet dewleta Tirk, êrîşî gelê me yê Êzidî hate kirin û gelê me yê Êzidî dîsa ji zarokan heta mezinan li ber xwe dane û dev ji helwesta xwe ya jiyana bi rûmet bernedane. Ligel ku hinek hêzan soz dabûn wan ku wê wan biparêze lê van hêzan îxanet li wan kir jî, bi hezaran kal,pîr, jin û mêrên Êzidî bi derfetên hindik li ber xwe dane û careke din israra xwe ya di azadiyê de nîşan dane.

Hevrêyê me Tîrêj ku hîn ji destpêkê ve cihê xwe li nava çeperên berxwedanê girt, li gundê Borikê yê Şengalê ji dayik bû. Hevrêyê me Tîrêj bi çand û kevneşopiya Êzidî mezin bû, hîn ji zarokatiyê ve weke kesayetekî têgihiştî bal kişand. Dilsoziya xelkê me yê Êzidî li xak, ol û çanda xwe, di kesayetyia hevrêyê me Tîrêj de jî şênber bû. Li hemberî hewldana hin nokeran û dewletên dagirker ên bi rêbazên şerê taybet ku dixwazin xelkê me yê Êzidî koçber bikin, malbata hevrêyê me Tîrêj sekneke bi rûmet nîşan da, li hemberî êrîşên DAÎŞ'ê li Şengalê ma û tevlî komên berxwedanê bû. Yek ji kesên ku li gel şert û mercên giran xwe li çiyayê Şengalê girt û tevlî nava refên berxwedanê bûn, hevrêyê me Tîrêj bû. Tevî ku ji aliyê leşkerî ve zêde agahiyeke xwe nebû, hevrêyê me Tîrêj bi refleksa parastina welat û malbata xwe tevgeriya, bi vî rengî bû yek ji ewladên mînak ên xelkê Êzidî yê berxwedêr. Di demekê de ku xelkê me yê Êzidî hewl dida bi derfetên xwe li ber xwe bide, komek ji hevrêyên me bi fedakarî pêşengî ji vê berxwedanê re kir û vê yekê bala hevrêyê me Tîrêj kişand. Lewma partiya me PKK jî destpêkê di şexsê van hevrêyan de nas kir. Li dijî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên çeteyên DAÎŞ'ê, berevajî xeta teslîmkarî û nokeriyê ku soz dabû xelkê me yê Êzidî biparêze, gerîlayên PKK'ê bi rengekî fedaî bi hawara xelkê me beziyan. Wêrekiya gerîlayên PKK'ê ya di şer de, baweriya ku di nava jiyanê de dida mirovan, nêzîkatiyên cihê hêvî û hêzê bandoreke mezin li hevrêyê me Tîrêj kir. Ji jiyan, sekn û hevrêtiya hevrêyê me Egîd Efrîn bi bandor bû û ew ji xwe re kir mînak. Ji bo xelkê me yê Êzidî ji çeteyên DAÎŞ'ê biparêze û cihên dagirkirî ji nû ve rizgar bike, hevrêyên me bi derfetên kêm têkoşiyan û gelek gund ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin. Vê yekê hêz û moral da xelkê me yê Êzidî, da hevrêyê me Tîrêj. Kir ku ew jî li gel Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tevlî nava berxwedanê bibe. Hevrêyê me Tîrêj di demên destpêkê de yên li nava yekîneyên berxwedanê, berevajî rewşa kevneşop a jinê ya li nava civakê şahidî ji mîsyona pêşengiyê ya jinan a li nava refên PKK'ê kir û vê rastiyê gelekî bandor li wî kir. Hevrêyê me Tîrêj gerîla û di şexsê wan de jî rastiya PKK'ê her roj hîn baştir fêhm kir, wî û malbata wî baweriya xwe pê anî ku gerîla çand, exlaq û hevrêtiya Apoyî temsîl dikin û li ser vê bingehê tevî gerîlayên Apoyî tevgeriyan. Tevî hevrêyê me Tîrêj xwişk û birayên wî jî tevlî nava refên berxwedanê bûn û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û partiya me PKK'ê re bi şênberî nîşan da.

Hevrêyê me Tîrêj ji roja ku tevlî bû heta sala 2017'an li Şengalê hem karên ciwanan kir, hem jî tevlî gelek karên cuda bû, beşdarî Berxwedana Şengalê ya dîrokî bû. Tevlîbûna hevrêyê me Tîrêj li gel gerîlayên HPG û YJA Starê û Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê li nava berxwedanê, kir ku bi hezaran ciwanên Êzidî yên mîna wî dilê wan ji bo azadiya gelê me lê dida, tevlî nava refên berxwedanê bibin. Di vê demê de bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakarî, xwest ku tola mirovên me yên hatine revandin hilîne, baweriya xwe bi wê anî ku ev yek jî tenê bi mezinkirina têkoşînê dibe. Hevrêyê me Tîrêj ji ber vê yekê tevlî nava karên leşkerî bû, di rizgarkirina Şengalê de bi roleke girîng rabû. Di pêvajoya berxwedanê de şahidî ji wêrekî, biryardarî û şerê bi fedaî yên milîtanên Apoyî re kir, bi taybetî kete bin navdora hevrêyê me Şehîd Tîrêj Aso. Ji bo bîranîna hevrê Tîrêj Aso ku navê wî li xwe kir, ji bo pêkanîna armancên wî û meşandina têkoşînê, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 2017'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ji ber ku li Şengalê tevî hevrêyên me têkoşiya, li gel wan heman jiyan parve kir û li dijî çeteyan di heman çeperan de şer kir, li ser detayên jiyana partiyê serwer bû, bi vê tecrûbeyê û perwerdeyên li çiyayên Kurdistanê di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Piştî perwerdeyê beşdarî nava karên Şervanên Nû bû, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe yên nû re parve kir, ji bo karibe di demeke kurt de wan bike milîtanên Apoyî ked da. Her wiha beşdarî nav karên çêkirina tunelên şer bû ku yek ji taktîkên şer ên girîng ên serdema nû ye, ji bo ev taktîkê şer bi ser bikeve ked da. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê weke milîtanekî Apoyî baweriya xwe bi wê anî ku tevlî çeperên berxwedanê bibe. Ji bo vê jî pê bawer kir ku di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de divê xwe hîn bêhtir kûr bike. Li ser vê bingehê li Akademiyên Şehîd Mahîr tevlî perwerdeya branşa sabotajê bû. Bi daxwaz û kelecaneke mezin perwerde bi serketî qedand û di heman demê de di felsefeya Apoyî de xwe kûr kir, bû milîtanekî şareza.

Hevrêyê me Tîrêj ku weke ewladekî leheng ê Êzidxanê hat çiyayên Kurdistanê, bi perwerdeyê xwe kir şervanekî azadiyê yê tevahiya gelê me. Di êrîşeke dijmin de şehîd bû û jiyana xwe ya şoreşgerî di asta herî bilind de temam kir, cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiyê ya gelê me de girt. Bi hişmendiya xwe ya neteweyî hevrêyê me Tîrêj bû mînak ji ciwanên Kurd hemûyan re. Bi xeta xwe ya têkoşînê wê her tim pêşengiyê ji me re bike û em soz didin ku armanca wî ya azadiyê pêk bînin.

BOTAN KOBANÊ

Hevrêyê me Botan li Minbicê di nava malbateke welatparêz a Kobanêyî de ji dayik bûye. Hevrêyê me bi çanda bi kok a malbata xwe û li gorî cewherê Kurdbûnê mezin bûye. Hevrêyê me Botan di dibistanên sîstemê de nexwend û bi hewldana xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûye. Esas girtiye ku xwe pêş bixe. Ji ber bêderfetiyên madî yên malbatê, di temenekî zû de dest bi xebitinê kiriye û wateya kedê zaniye. Ji ber vê yekê ji pîroztiya nirxên ku bi kedî hatî avakirin, bawer kiriye. Ji zaroktiyê û vir ve dest bi xebitînê kiriye, li gelek derdoran maye û gelek mirov nas kirine. Ev yek bûye sedem ku hevrêyê me Botan bibe xwedî tecrubeyên mezin ên jiyanî. Ji ber vê yekê kêrhatina wî ya tehlîlkirina bûyer û kesan pêş ketiye. Di demên ku xebitî de bi giranî û kesayeta xwe ya gihayî ji derdora xwe re bûye mînak. Hevrêyê me şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava ket pêvajoya xwe ya ciwantiyê, her çendî ku mîmarê şoreşê Rêber Apo û mîlîtanên Apoyî nas nake jî di çarçoveya agahiyên ku ji derdora xwe bihîstiye di rêjeyekî diyar de bandor bûye. Ji malbata wî û derdora wî ya nêz gelek kes bi biryardarî û îdîayek mezin tevlî refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava dibin. Vî tiştî bandor li hevrêyê me Botan kiriye û bûye sedem ku bikeve nava lêgerînan. Bi taybetî ji şehadeta xizmê xwe yê nêz Alî Şêr-Alî Mûhammed ku sala 2014’an li gundê Til Xenzîr ê girêdayî Serêkaniyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi lehengiyeke mezin şer kir û şehîd bû, pir bandor bûye. Hevrêyê me Botan cesaret û hevrêtiya paqij û dirûst a hevrêyê me Alî Şêr ji xwe re mînak girtiye û ew jî mîna gelek xizmên xwe tevlî refên şoreşê bûye. Hevrêyê me Botan piştî ku tevlî refên şoreşê bû rastiya Rêber Apo fêm kir. Di kesayeta xwe de nûneriya felsefeya Apoyî dike û ji kesayet û sekna gelek hevrêyên me yên şehîd bandor bûye. Wî bi xwe jî xwestiye ku mîna van hevrêyên me bibe û zaniye ku rêya vê yekê jî ev e ku li çiyayên Kurdistanê tevlî nav refên gerîla bibe. Hevrêyê me Botan li ser vî bingehî sala 2016’an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûye.

Her çendî ku di tevlîbûna gerîla de astekî zanistê ya hevrêyê me Botan hebe jî, hestiyarî hîn li pêştir e. Bi perwerdeyên ku di nava gerîla de dîtiye, li aliyekî fêrî jiyana çiya û gerîla bûye û li aliyê din jî asta zanebûna heyî bilind kiriye. Ji bo vê yekê timî xwend, lêkolîn kir û hewl da ku tiştên fêr bûyî bixe nava jiyanê. Hevrêyê me Botan bi tevlîbûna xwe ya cewherî ya di pêvajoya perwerdeyê de hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kiriye. Di her xebata ku tê de cih girtî de bi tarzê cidî û xwedî encam re bala hevrêyên xwe kişandiye. Lewma piştî pêvajoya perwerdeyê destpêkê tevlî xebatên kûryeyê bûye. Li vir piştî pratîka xwe ya serkeftî tevlî xebatên binesaziyê ku bawerî û dilsoziyek zêde dixwaze, bûye. Li vir jî qasî du salan pratîk meşandiye. Di her du xebatên ku tê de cih girtî de ji ber tarz, tempo û encamên serkeftî baweriya hevrêyên xwe qezenc kiriye. Hevrêyê me Botan bû mîlîtanekî pêşeng û xwestiye ku pratîka xwe ya serkeftî li qadên ku şer lê zêde ye raber bike. Bi taybetî ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û destkeftiyên gelê me, li hemberî dagirkeran bûye xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Botan baş zaniye ku encex bi profesyonelbûna di nava gerîlatiyê de dikariye tola gelê me ji dewleta Tirk a mêtinger bistîne. Li ser vî bingehî derbasî Akademiyên Şehîd Mahir bûye û perwerdeya çekên giran dît.

Hevrêyê me Botan di pêvajoya perwerdeyê de tiştên ku jê re dihat gotin bi baldarî û cidiyetekî mezin guhdar dikir û di kêliyê de fêm dikir. Di pêvajoya perwerdeyê de ji bo bikaranîna gelek çekan bûye pispor. Lê hevrêyê me baş dizanî ku Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk tenê bi berhemên leşkerî nagihije serkeftinê û xwe di felsefeya Rêbertî de perwerde kir, ji kesayeta xwe guhertin û veguhertinên girîng ava kiriye. Hevrêyê me Botan piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, dîsa li akademiya ku lê ye hat wezîfedarkirin. Vê carê wezîfeya fermandariyê girt ser xwe. Hevrêyê me Botan di pêvajoya perwerdeyê de jî tiştên ku fêr bûye, fêrî hevrêyên xwe jî kiriye û ji pisporbûna gelek hevrêyên xwe re bûye xwedî ked. Îro di gelek çalakiyên ku li çeperên berxwedanê li dijî dewleta Tirk a dagirker tên lidarxistin de, gelek hevrêyên me ku hevrêyê me Botan ew perwerde kiribûn, cih digirin û di şexsê wî de tola hemû şehîdên me distînin. Hevrêyê me Botan her çendî ku bi dehan hevrêyên xwe hem leşker û hem jî îdeolojîk perwerde kiribe, ti caran xwe bes nedîtiye û bawer kiriye ku divê hîn zêdetir bixebite. Fikiriye ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê Rêbertiya me û şehîdên me ku afirênerê jiyana me ya pîroz in.

Hevrêyê me Botan bi hevrêtiya xwe ya kedkar, fedakar, dilnizm û dirûst bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî re bûye mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Bi van taybetmendiyên xwe wê her tim ji me re bibe mînak û rêya me ronî bike.”