HPG'ê bîlançoya şer a pêvajoya bêçalakîtiyê eşkere kir

HPG'ê bîlançoya şer a pêvajoya bêçalakîtiyê eşkere kir. Li gorî vê yekê, dagirkeran ji bejahî û hewayî 4848 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. 224 caran jî bi topên ji fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK'ê 9'ê Sibata 2023'an bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand ku biryara bêçalakîtiyê daye. Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî 11'ê sibata 2023'an bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li gorî perspektîf û biryara îradeya siyasî ya şoreşa me û gelê me tevbigere, berpirsyariya xwe bi cih bîne. Hêzên me yên li metropolan û bejahiyê ji 9'ê Sibatê heta 13'ê Hezîranê zêdeyî 4 mehan li gorî vê biryarê tevgeriyan."

'32 HEVRÊYÊN ME ŞEHÎD BÛN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Lê belê rejîma faşîst ku dijminê Kurdan ê sondxwarî ye û bi hêrsa desthilatdariyê çavsor bûye, bi ti awayî guh neda bêçalakîtiyê. Berevajî, bi operasyonên berfireh êrîşên xwe dewam kir. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li eyaletê Dersim, Botan, Mêrdîn, Colemêrg, Wan, Serhed û Amedê operasyonên gelekî berfireh pêk anî. Di navbera 9'ê Sibatê û 13'ê Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê 22 hevrêyên me Yaşar (Osman Manak), Canşêr (Mûsa Mîromîlan), Denîz (Alî Akdogan), Egîd (Îshak Çekîn), Raperîn (Dîcle Omer), Rêvan (Peyam Demîr), Botan (Mahmût Tekîn), Alîşêr (Emrah Arpak), Xebatkar (Mûsa Kahraman), Hêjar (Sevîlay Akyildirim), Bager (Orhan Kalabalik), Ekîn (Nûran Altûnmakas), Rosîda (Belgîn Guven), Dilgeş (Serhat Yalçin), Bawer (Mûrat Aslan), Dilşêr (Mehmet Şakîr Alici), Bawer (Dîcle Yemen), Şerger (Servet Hesen), Rênçber (Hasan Agirman), Zîn (Dîlan Gokalp), Mahsûm (Vedat Ayhan) û welatparêz Lokman Gorgun şehîd bûn. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê jî 10 hevrêyên me; Mazlûm (Osman Uzen), Sînan (Fehmî Ogmen), Mazlûm (Mehmet Salîh Çakal), Ararat (Ahmed Mûhammed), Koçer (Mehmet Salîh Erdal), Botan (Bîlal Mihemed), Viyan (Serkeftin Demîr), Botan (Adil Elî), Bawer (Ahmet Îlhan) û Canşêr (Basil Ahmet) şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê êrîşên xwe bi rengê operasyonên berfireh dewam kir, Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bênavber ji hewa û bejahî ve bombe kir. Herêmên Parastinê yên Medyayê 373 caran bi balafirên şer, 139 caran bi helîkopteran, 4336 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin. Li hemberî çeperên me yên li Qadên Berxwedanê 224 caran bi topên ji fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kir. Di heman demê de bi kepçeyan êriş bir ser çeperên me ji bo hilweşînin.

Tevî ku li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me di pozîsyona bêçalakîtiyê de bûn, ji ber ku artêşa Tirk êrîş kir û bi ser hêzên me ve hat, di navbera hêzên me û dagirkeran de 237 caran şer qewimî. Di vî şerî de 84 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker birîndar bûn û kontrayek jî hate cezakirin.

Li gel biryara bêçalakîtiyê ya tevgera me, dewleta Tirk a qirker mêtinger çar mehan êrîşeke giran kir, lewma tabloyeke bi vî rengî derkete holê. Ev êrîş û bîlançoya giran, biryara bêçalakîtiyê ya tevgera me û fedakariya mezin a Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ya ji bo bicihanîna vê biryarê, bêwate kir. Bêguman yekane berpirsyarê vê tabloyê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê û polîtîkayên wê yên faşîzan e ku mirina mirovan a di vî şerî de ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe weke amûrekê bi kar tîne.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, têkoşîna ji bo parastina hebûna gelê me û misogerkirina azadiyê çawa ku bi dilsoziya bi xeta şehîdan û bi ruhê fedaî yê Apoyî heta niha meşand, ji niha û pê ve jî wê bi rengekî bêteredût bimeşîne."