Girtiyên li Hewlêrê Dag û Er meheke di greva birçîbûnê de ne

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta lixwekirina kincê bi yek tîpî û kiryarên xerab, 29 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er li Herêma Kurdistanê ya Federe di 17'ê Tîrmeha 2019'an de ji kuştina endamê MÎT'ê Osman Kose berpirsyar hatin nîşandan û cezayê darvekirinê li wan hate birîn.

Ji roja ku ew xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta lixwekirina kincê bi yek tîpî di 18'ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê.

Dag û Er li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê di 28'ê Îlona 2022'an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan hatin qebûlkirin di roja 14'an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Herdu gritî di 13'ê Sibata 2022'an de jî li hemberî binpêikrina mafan ketibû rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayin ku wê dawî li binpêkirina bê anîn çalakî di roja 9'an de bi dawî bûbû.