Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin

Li Bismilê 9 kesên ku ji ber nakokiya navbera du malbatan a li ser zeviyan di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.

Li gundê Şîdada yê navçeya Bismil a Amedê di navbera malbatên Alyamaç û Taş de ji ber erd şer derket û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn, ji bo pêşotopsiyê ji ewil birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê û piştre sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê hatin kirin. Kar û barê otopsiyê bi dawî bû û cenazeyên Serhat, Halîl, Orhan û Mehmet Can Taş ku ji heman malbatê bûn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Piştre jî birin gundê Şîdadayê û hatin definkirin.

Cenazeyên Emîn û Selîm Alyamaç (bira ne), kurên Selîm Alyamaç ên bi navên Muhammed Alyamaç, Omer Alyamaç û biraziyê wî Yûnûs Alyamaç ku li gundê Hisêynayê jiyana xwe ji dest dabûn jî piştî karûbarên otopsiyê li Goristana Yenîkoyê hatin şûştin. Cenaze, piştî wecîbeyên olî di saetên derengiya şevê de li gundê Hisêynayê hatin definkirin.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevşaredarên Bismilê yên li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin û gelek kesên din jî tev li merasîmên definkirina cenazeyan ên her du malbatan bûn.