Ji bo Apê Mûsa hîn çêtir bê fêhmkirin...

Kurê Mûsa Anter (Apê Mûsa) rojnamevan-nivîskar Dîcle Anter bi pirtûka xwe ya bi navê 'Apê Mûsa 100 salî ye' derfetên naskirina Mûsa Anter pêşkêş kir.

Dîcle Anter destnîşan kir ku gelê kurd û Çapemeniya Azad ti carî Mûsa Anter ji bîr nekir û xwedî li mîrateya wî derket.

Rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) sala 1920'î li gundê Zivingê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber helbesta xwe ya Kurdî 'Qimil' ku li rojnameya Îlerî Yûrt hate weşandin, di salên 1959'an de di doza 49'an de di darvekirinê hate darizandin, piştre hate girtin. Apê Mûsa piştî ku ji girtîgehê derket li kovarên Deng, Bariş Dunyasi û Yonê nivîsî. Di sala 1963'an de bi doza 23'an careke din hate girtin. Li girtîgehên Mamak, Sûltan Ahmet, Balmûmcû, Seyrantepe û Nisêbînê girtî hate hiştin. Sala 1967'an hate sirgûnkirin. Di Darbeya 12'ê Îlonê de ji ber propaganda Kurdîtiyê careke din hate girtin. Ji temenê Apê Mûsa 11,5 sal li zindanê derbas bû.

Apê Mûsa li Îlerî Yûrt, Dîcle-Firat, Bariş Dunyasi, Deng, Yon, Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Rewşen û Tewlo nivîsî. Her wiha di sala 1959'an de pirtûka wî ya Birîna Reş, di sala 1962'an de pirtûka Qimil, sala 1967'an Ferhenga Kurdî-Tirkî, sala 1991'ê Bîranînên min 1, sala 1992'an Bîranînên min 2, sala 1992'an Vakayîname, sala 1996'an Firat bi ser Marmarayê ve diherike û sala 1999'an jî pirtûka Çinara min hatin weşandin.

Apê Mûsa kuk 20'ê Îlona 1992'an ji bo Festîvala Çand û Hunerê li Amedê bû, bi bikaranîna ajanê bi navê kod 'Tayfûn' ê MÎT'ê Orhan Mîroglû, li taxa Seyrantepeyê ji aliyê JÎTEM'ê ve hate qetilkirin. Di Rapora Sûsûrlûkê de ku li ser daxwaza Serokwezîrê wê demê Mesût Yilmaz ji aliyê Serokê Desteya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê Kûtlû Savaş ve hate amadekirin, ji bo kuştina Apê Mûsa dihate gotin, ji aliyê Mahmût Yildirim ê bi navê kod Yeşî ve hatiye plankirin û pêkanîn.

APÊ MÛSA 100 SALÎ YE

Kurê wî Dîcle Anter têkildarî pirtûka 'Apê Mûsa 100 salî ye' ji ANF'ê re axivî. Anter got, "Me bi Huseyîn Akyol re sohbet dikir. Gelek mirovan bavê min nas dikirin. Me got, bila ew mirov li ser bavê min gotaran binivîsînin. Weke pirtûkeke bîranînê pirtûkek bi navê 'Mûsa Anter' a ji çavê gel bê amadekirin'. Piştre di sala 2020'î de dema jidayikbûnê ya fermî ya bavê min 1'ê Tîrmehê dibû 100 salî. Piştî ku bavê min bû 100 salî bi berhevkirina Huseyîn Aykol û alîkariya min, pirtûkeke bi vî rengî hate amadekirin. Bû pirtûkeke gelekî bedew. Gelê Kurd û her kes Mûsa Anter weke rojnamevanekî, nivîskarekî, rewşenbîrekî nas dike, lê haya kesî zêde ji jiyana wî ya taybet nîne. Yên ku li gund û mala wî ya li Stenbolê serdana Mûsa Anter kirin, her wiha yên li nava partiyê û saziyê, bîranînên taybet li ser nivîsî û pirtûk jî bi vî rengî hate amadekirin. Ev pirtûk ji bo Mûsa Anter hîn çêtir bê naskirin, derfetekê pêşkêş dike."

Dîcle Anter destnîşan kir ku mîrateya Mûsa Anter îro ji aliyê xebatkarên Çapemeniya Azad ve tê dewamkirin û got, "Niha em li vê derê rûniştî ne, kî bi min re roportajê dikin: Generalên Biçûk ên Mûsa Anter. Wê demê ev kevneşopî dewam dike, xwedîderketin dewam dike. Ev gelekî girîng e. Yanî tov hatiye çandin û şîn bûye, wê ti carî nerize. Her roj wê hîn bêhtir bi pêş ve biçe. Eger bavê min niha sax bûya wê bi coşeke mezin ciwan pîroz bikira."

MÛSA ANTER TI CARÎ NEHATE JIBÎRKIRIN

Dîcle Anter ragihand ku çapemeniya azad û gelê Kurd ti carî Mûsa Anter ji bîr nekirin û got, "Ji bo bîranîna wî merasîmên xelatdayinê yên çapemeniyê têne lidarxistin, merasîmên bîranînê pêk tên."

Dîcle Anter got, "Çapemeniya Azad îro bi derfetên li ber destê xwe, ya rast bi bêderfetiyê karê xwe dewam dike" û wiha dewam kir, "Em di rewşeke welê de ne ku bi zorê nefesê werdgirin. Li gel vê yekê jî Çapemeniya Azad dixebite. Li hemberî her cûre zext û zordariyê li ser piyan e. Ev gelekî girîng e. Divê em jî xwedî li çapemeniya azad derkevin. Divê raya giştî xwedî lê derkeve. Divê gelê me piştgiriyê bide Çapemeniya Azad, bixwîne û jê re bibe endam."