Li Bismilê şerê li ser zeviyan: 8 kes mirin

Li Bismilê du malbatan li ser zeviyan li hev xistin. Di vî şerî de herî kêm 8 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gundê Şîdada yê navçeya Bismilê ya Amedê malbatên Alyamaç û Taş ji ber erdê genim lihev nekirin û şer kirin. Di şer de çek hatin bikaranîn. Di şer de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan jî ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morgên nexweşxaneyan.

Piştî şerê malbatan, li gund nav zeviyan şewat derket. Ketin û derketina gund ji hêla leşkeran ve hatiye girtin.