HPG: 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo çalakiya sabotajê kirin, ku leşker dibir Metînayê. Di çalakiyê de 12 leşkerên Tirk hatin cezakirin, wesayitek bi temamî hate îmhakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li hemberî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ya dagirkeran ku hewl dida leşkeran bibe Metînayê, çalakî hate lidarxistin. Di encamê de 12 dagirker hatin cezakirin, wesayit bi temamî hate îmhakirin."

HPG'ê li ser çalakiyê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker agahiyên berfireh parve kir. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:

"Li herêma Metînayê;

"Dagirkerên li hewl didan leşkeran bigihînin Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî û lê bi cih bibin, ketin bin kontrola tîmên me yên bi tevger. 11'ê Hezîranê saet di 04:30'î de bi rêbaza sabotajê li wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo hate xistin. Di vê çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû û 12 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker tenê li 2 kuştiyên xwe mikur hat, yên din eşkere nekir. Artêşa Tirk a dagirker 12'ê Hezîranê enqazê wesayita îmhabûyî rakir.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Li hemberî dagirkeriyên ku berê xwe dabûn Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, 12'ê Hezîranê hêzên me 3 caran derb lê xistin.

Li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê di 13'ê Hezîranê de hêzên me 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hewl dan bi cih bibin û di 14'ê Hezîranê de saet 06:30'î tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

13 û 14'ê Hezîranê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê, li Metînayê qada Golka, li Xakurkê qadên Goşînê, Rostê û Sinînê, li Garê qada Deşta Kafya û li Qendîlê qada Dola Bolê 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12 û 13'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê Bahar, li Metînayê Girê Hakkarî gundê Şêlazê û qada Golka 318 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker di 13'ê Hezîranê de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê, li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê ya herêma Rojavayê Zapê y Şehîd Delîl hewl da bi kepçeyan çeperên me hilweşîne."