Ferdên malbata Şenyaşar hatin bîranîn

Haci Esvet û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar ku ji aliyê xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î ve hatin qetilkirin, li ser gora xwe hatin bîranîn.

Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de Hecî Esvet û lawên xwe Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Her sê ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe ya li Goristana Şaredariya Pirsûsê hatin bibîranîn. Bîranînek girseyî hat lidarxistin. Dikandarên sûka Pirsûsê ku cîranên dikana Malbata Şenyaşar in, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Beriya bîranînê polîsan goristanê dorpêç kir.

Emîne Şenyaşar li ser gora hevjîn û lawên xwe lorand û beşdarên bîranînê xemgîn kir. Piştî bîranîna li ser goran, li ber deriyê goristanê daxuyanî hat dayîn.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ew û dayika xwe Emîne bûne remza edaletê di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku malbata Yildiz roja qetlîamê hêza dewletê da pişt xwe û qetlîama ku li dijî malbata wî kirin li hemû xelkê Pirsûsê kirine. Şenyaşar destnîşan kir ku di van 5 salan de edalet bicih nehatiye û wiha got: “Her sê ferdên malbata min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di serî de li ber edliyeya Rihayê me li her deverê Tirkiyeyê çalakî li dar xist û me dengê xwe ji dinyayê re ragihand. Di van 5 salan de hem dewletê û hem jî hikumetê bi me re hevdîtinan kirin. Gotin hûn mafdar in lê ji bo edaletê gavek neavêtin. Di ser qetlîamê re 5 sal derbas bûn lê hê jî têkoşîna me didome. Hikûmetek nû hat avakirin, salek nû ya qanûnêçkirinê dest pê kir. Hem wezîrê dadê hem jî wezîrê karên navxweyî behsa serweriya hiqûqê kirin, em dixwazin ku ev soz û gotinên wan berhewayî nemînin. Wezîrê berê wê bi bêedaletiya xwe her tim bên ziman. Her kes vê bêedaletiyê dibîne. Rayedar jî bi rewşê dizanin. Em dixwazin demildest ev bêedaletî ji navê bê rakirin. Heta ku edalet were dê têkoşîna me berdewam bike. Dayika min wê li ber Edliyeya Rihayê û ez jî li Meclisê em ê vê bêedaletiyê bînin ziman. Dayika min 67 salî ye û nexweş e, lê tevî vê yekê jî têdikoşe. Li vir bi sedan polîs hene, belkî jî şahidên qetlîama li nexweşxaneyê ne. Ez carek din soz didim we hemûyan ku ez ê li Meclisê bibim dengê hemû edaletê yê her kesî.”

Bîranîn piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

Malbata Şenyaşar ji bo Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike ji Pirsûsê berê xwe da Rihayê. Malbat li ber edliyeyê dê nobedê di roja 814’emîn de berdewam bike.