Wê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ozdemîr li Milazgirê were veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Samî Ozdemîr ê ku li Licê di şer de şehîd bûbû, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin.

Di navbera mezrayên Hemza û Antîxan a Taxa Barah a Licêya Amedê, di 8’ê Hezîranê de şer çêbûbû. Di şer de gerîlayên HPG’ê Samî Ozdemîr (Xemgîn Milazgir) û Umît Korkmaz (Bahoz Farqîn) şehîd bûbûn. Cenazeyên gerîlayan biribûn Saziya Tipa Edlî ya Amedê.

Malbata Ozdemîr a ku li gundê Hesenpaşa ya Milazgira Mûşê ye ji bo teşxîsa cenaze 4 roj berê hatin Amedê û ji bo testa DNA’yê xwîn dan. Piştî ku DNA wekî hev derket, malbatê cenaze ji Saziya Tipa Edlî wergirt û cenaze bir gundê Hesenpaşa.

Hate ragihandin Umît Korkmaz ê ku di heman şerî de jî şehîd bûbû û cenazeyê wî di 10’ê Hezîranê de ji aliyê malbata vê hatibû wergirtin û malbatê cenaze li Farqînê veşartibû.