Hejmara qurbaniyên komkujiya li Bismilê zêde bû

Li taxa Şîdada ya navçeya Bismil a Amedê, nakokiya li ser zeviyan veguherî komkujiyê. Li gorî bîlançoya nû 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gundê Şîdadayê, di navbera malbatên Alyamaç û Taş de li ser zeviyê ji 200 donimî şer qewimî.

Şer veguherî komkujiyê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di şer de O.T., S.T., H.T., M.C.T. û M.E.A., S.A., M.A., Y.A., O.A. jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 2 kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Piştî şer agir bi zeviyê genim ket. Li gorî agahiyan, şewat li qadeke berfireh belav bû û ji aliyê arkujan ve hate kontrolkirin. Karê ji bo vemirandina şewatê dewam dike.