Karasû: Dewleta Tirk naxwaze hêzên demokrasiyê û Kurd bibin yek

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk nahêle ku sosyalîst û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi Kurdan re bibe yek û bal kişand ser vî tiştî ku divê polîtîkayên tifaqê girîng were dîtin.

Em beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû re diweşînin.

HERÎ ZÊDE SOSYALÎST BI KURDAN RE BÛN

Dewleta Tirk a faşîst ku qirkirina Kurdan bi rê ve dibe, polîtîkaya astengkirina hatina ba hev a Kurdan û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî pir giring dît. Ji wê boneyê, li hêzên demokrasiyê yên cih li ba têkoşîna azadiyê ya Kurdan girt jî zêde zext kir. Di vê peywendê de divê mirov giringiya Tifaqa Ked û Azadiyê çawa bibîne? 

Dewleta Tirk di qirkirina Kurdan de dide pey du polîtîkayan. Ev jî, ji bo temamkirina qirkirina Kurdan, qutkirina Kurdistanê hem ji Tirkiyeyê, hem jî ji cîhanê ye da ku bi tenê bihêle. Gava li dijî qirkirina Kurdan têkoşîn ji bo hebûn û azadiyê bê kirin, divê bi vê rastiyê baş bê zanîn. Ji bo mirov têkoşîna azadiya Kurdan bi serkeftin bi rê ve bibe, divê mirov vê îzolasyona dualî bişikîne. Ne bes e mirov bibêje bila dinya me bibîne; eniya Tirkiyeyê me bibîne. Wek hêzên siyasî yên Kurd jî divê em di vê mijarê de polîtîkayan çêbikin û encaman werbigirin jê.

Dewleta Tirk hem astengkirina hebûna Kurdan di warê siyasî de bi nasnameya xwe, hem jî astengkirina hatina ba hev a sosyalîst û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî bi Kurdan re, ji bo pêkanîna qirkirinê pir giring dît. Hem bi tundî nêzîkê têkoşîna rêxistinbûyî ya Kurdan bû, hem jî sosyalîst û hemû hêzên demokrasiyê ku bi erênî nêzê têkoşîna azadiya Kurdan bûn, ji xwe re wek dijmin dîtin. Ji bo meyleke wiha bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re çênebe, navgînên zorê û hemû pêkanînên şerê taybet xistin dewreyê. Gava ji Dr. Hîkmet Kivilcimli dipirsin ku çima pirsgirêka Kurd nexistine nav bername û rêziknameya xwe, diyar kiriye ku bedelê rewşeke wiha pir giran e û ‘ev pirsgirêk ne pirsgirêka rêziknameyê ye’. Gotina ‘ev pirsgirêk, ne pirsgirêka rêziknameyê ye’ balkêş e. TÎP’ê, ji ber ku di kongreya xwe de behsa pirsgirêka Kurd kir, piştî derbeya 12’ê Adara sala 1971’ê hat girtin.

Em dizanin ku rêxistinên sosyalîst û demokratên cih li bal pêkhateyên HDP’ê û têkoşîna azadiya Kurdan digirin, rû bi rûyê êrîşên çiqas xedar dibin. Niha HDP û partiyên nêzê Kurdan, di bin zexteke giran de ne. Gelek kadro û sempatîzanên wê di girtîgehan de ne. Êrîşên xedar li dijî partiyên ku pêkhateyên HDP’ê ne berdewam in. Em dizanin ku ji lew ma xwestin sosyalîstê hêja Akin Bîrdal ku bi têkoşîna azadiya Kurdan re ye, bikujin. Niha jî zextên giran dikin ku nehêlin sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê xwe nedin ba têkoşîna azadiya Kurdan. Em dizanin ku hin derdorên çepgir, sosyalîst û kesên ji xwe re dibêjin demokrat, ji bo berê xezeba dewleta Tirk nedin xwe, xwe dûrê têkoşîna azadiya Kurdan dikin.

Di vê barê de, ên dixwazin xwe bidin ba têkoşîna azadiya Kurdan, bi hevparî têbikoşin, helbet hevalên têkoşînê yên Kurdan in û qedrê ku heq dikin, mirov wê bide wan. Ên bi Kurdan re ne û bedelê bûna bi Kurdan re herî pir didin hêj jî sosyalîst in. Kî xwe nêzê têkoşîna azadiya Kurdan kiriye û Kurdan xwe dûrê wan kiriye! Li Rojava jî bi sedan ciwanên sosyalîst ji çar aliyên dinyayê hatine; gihîştine têkoşîna azadiya Kurdan û bûne şehîd. Bi projeya HDP’ê, bi Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP’ê pêşengtî jê re kiriye, qelşeke mezin li polîtîkaya dewleta Tirk a astengkirina hatina ba hev a hêzên demokrasiyê û sosyalîstan bi têkoşîna azadiya Kurdan re, xistiye û platformeke têkoşîna demokrasiyê ya hevpar hatiye avakirin.

Divê mirov van hêja bibîne; HDP, partiyek e ku ji pêkhateyên cuda çêbûye. Tifaqa Ked û Azadiyê jî, tifaqeke têkoşînê ye ku hêzên sosyalîst û çepgir ku di nava HDP’ê ne, ava kiriye. Tiştekê asayî ye ku ev tifaq di hilbijartinan de jî bi hev re bibe hevkar.  Zindî û dînamîk hiştina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî, ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan tiştekê hêja ye.

Lewma divê mirov yên di eleyhê tifaqan de diaxivin û dixwazin ji hev belav bikin, bi esasî wek berpêkirina dewleta Tirk bibîne. Yên hişmendiya wan wek ya PDK’ê ye, ji bo ber li meylên neteweperest vebikin û pratîka xwe ya ku nikarin têbikoşin, bivêşerin, di eleyhê pratîkên bi hêzên demokrasiyê û sosyalîstan re tên kirin de, kampanyayekê emok ve dibin. Ji lew ma, êrîş ne têkildarê wê emo ye ku tevkariya tifaqan li têkoşînê çi ye; êrîşek e ku bi awayekê îdeolojîk û polîtîk tê kirin. Rexneyên rast ên li kêmasiyên tifaqan tên kirin û kampanyayên reşkirina berpêyî emokrasiy tifaqê, divê mirov ji hev û din cuda bike. Dewleta Tirk, bi MÎT’ê û navgînên şerê taybet ên din, hewil dide ku bandorê li hêzên emokrasi û derdorên emokrasiy ên li Tirkiyeyê bike ku ji Tevgera Azadiya Kurd dûr bibin. Beşekê giring ê derdorên xwe dûrê tevger û têkoşîna azadiya Kurdan dikin, di bin bandor û berpêkirineke wiha de ne. Yên nêzîkatiya wan a berpêyî tifaqên li ser navê Kurdîtiyê neyînî ye, dibin parçeyê heman polîtîkayê.

Kurt û kurmancî, Kurd û hêzên azadiyê bixwazin di demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêkanîna azadiya Kurdan de bi pêş ve biçin û ger statuyeke wiha bi dest bixin, divê giringiyê bi emokrasiy tifaqê ya hêzên emokrasiye yên Tirkiyeyî bidin. Polîtîka û têkoşîna azadiya Kurdan a rast mirov dikare wiha bi pêş ve bibe.

DEMA AZADIYÊ GEŞ BIBE WÊ DEMOKRASÎ JÎ GEŞ BIBE

Nîvê parlamenterên HDP’ê jin in. Di pêvajoya hilbijartinan de jixwe hat dîtin ku jin gelek li pêş in. Qet behsa vê serkeftina HDP’ê nayê kirin, bandora zêdebûna nûnertiya jinan wê li têkoşîne çi be?

Belê rast e, behsa serkeftina jinan a di vê hilbijartinê de nayê kirin. Tim behsa hedefên mirov nikare xwe bigihîne tê kirin. Behsa hedefên mirov xwe gihandiye, nayê kirin. Bi tenê hewila derxistina pêş a kêmasiyan, bi vî awayî hewila çêkirina rewşeke neerênî û bêmoralî tê dayîn.

Di hilbijartinên Serokkomariyê de helwesta Kurdan diyar bû. Bi helwesta xwe, helwesta xwe ya li dijî desthilata AKP-MHP’ê bi eşkerehî danîn holê. Beşekê giring ê ku neçûn, dengê xwe nedan jî li dijî zilma desthilata AKP-MHP’ê ne.

Pêkanîna nûnertiya wekhev a Partiya Çepên Kesk, ne bi tenê ji bo têkoşîna azadiya Kurdan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bipêşveçûneke gelek giring e. Nûnertiya wekhev a jinan, ne pirsgirêkeke çendanî lê çawanî ye. Demokrasî jî ku di esasê xwe de pirsgirêkeke çawaniyê be, ev nûnertiya wekhev di têkoşîna ji bo demokrasiyê de bipêşveçûneke gelek giring e. Xwestina meydanê ye jî ji paşverûtiya faşîst re.

Diyar e ku jin di nav civakê de bandorbar bin û azad nebin demokrasî bi rastî pêk nayê. Divê mirov vê wek parametreya herî bingehîn a demokrasiyê bibîne. Jixwe li Tirkiyeyê jî ku bi rastî demokrasî bi pêş ve neçe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Têkiliya navbeyna bipêşveçûna azadiya jinan û demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserbûna pirsgirêka Kurd, rasterast e. Têkoşîna azadiya Kurdan, nûnertiya wekhev û bandorbarî di nav civakê her ku bi pêş ve biçe wê çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekê demokratîk jî nêz bibe.

Azadbûna jinan û nûnertiya wan a bi wekhevî bi gavekê demokratîk ê din û azadbûnê nabe ku mirov bide ber hev. Rêya jiyana azad û demokratîk di vir de ye, anku mifte di destên jinan de ye.

Di van hilbijartinan de nûnertiya wekhev pêk tê, lê yên ji xwe re dibêjin demokrat, rewşenbîr û azadîxwaz, behsa vê bipêşveçûna mezin nakin. Nûnertiya wekhev, bi serê xwe şoreş û bipêşveçûneke mezin e.

Ên ku bibêjin hûn mezin dikin, ji xeta azadiyê ya jinan, azadiya jinan û guherîn û bipêşveçûna mezin –qada siyasî jî di nav de- ku wê pêk pîne, fam nakin. Nikarin xwe ji kodên hişmendiya mêrserwer rizgar bikin. 

Civakake çiqas şoreşa xwe ya demokratîk bike wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê ewqas bi xurt bike. Bi bipêşveçûna azadiya jinan, wê şoreş kûr bibe û bibe ku kes nekare têk bibe. Xeta azadiya jinan ku li Kurdistanê bi pêş ve diçe, divê wek hêza azadiyê ya herî bingehîn û palpişta Kurdan bê dîtin. Ên ku behsa azadiya Kurdan dikin, divê vê rastiyê bibînin û cih di nav bipêşveçûna bê têkoşînê de bigirin. Yên di hilbijartinan de tiştekê neyînî dît û ev kir wek gotineke neyînî ya li dijî HDP’ê û qet behsa vê rastiyê nakin, xwe li nedîtinê datînin, naxwazin serkeftina di vî warî de bibînin û bandora wê ya di têkoşîna demokrasî û azadiyê de vebişêrin.

Jin ne bi tenê hêza Kurdan û têkoşîna li Kurdistanê ne, di heman demê de hêza li dinyayê ne jî. Hêzek e ku sempatî û piştgiriya azadîxwaz û hêzên demokrasiyê yên li dinyayê pêk tîne. Yên naxwazin rûmet û hêza jinên Kurd daye Kurdan bibînin, ji rastiya Kurdan û têkoşîna azadiya Kurdan fam nekirine. Di bin bandora îdeolojiyên mêrserwer û derdorên siyasî de mane.

TEMSÎLA WEKî HEV JI HEJMARA PARLEMENTERAN HÊJATIR E

Pêkanîna nûnertiya wekhev a jinan, ji 5-10 parlamenteran giringtir e. Nedîtina vê, nenihêrtina li bûyeran ji asoya azadiyê û demokrasiyê ye. Yên nabînin ew kes in ku nirxandina diyardeyan li gor wesfê karakteran nakin. Pêkanîna nûnertiya wekhev, şoreşek e. Divê bê dîtin ku encamên civakî, siyasî û çandî ku wê ev şoreş biafirîne wê gelek giring bin. Pergala şerker a taybet a Tirk ku dirêjê têkoşîna azadiya jinan dike, hin kesên xwe rewnak û demokrat dibînin çavên xwe ji vê re rastiyê re digirin û nîşan didin ku karakterine çawa ne. Helbet divê mirov bi tevahî lê binihêre û ji yên rexneyan dikin fam bike, bala xwe bide wan. Lê yên ku bi tevahî lê nanihêrin, bi tenê kêmasî û neyîniyan dibînin, ne ew kesên ku dixwazin xeta azadiya jinan a di nav HDP’ê de bi pêş ve biçe; lê ew kes in ku dixwazin vê xetê li gor rêgeheke mêrserwer û neteweperest bişibînin PDK’ê û biguhêrin. 

Encamên ku wê nûnertiya jinan biafirîne, wê roj bi roj bêhtir bê dîtin. Wisa bûye gelek derdor, yên dijber jî di vê mijarê de xistine tevgerê. Niha li meclisa Tirkiyeyê hêmana yekane ya erênî koma Partiya Çepên Kesk û hêza wê ya jinan e.

HDP’ê û rêveberiya wê, têkildarê encamên piştî hilbijartinê daxuyanî dan. Di çarçoveya nirxandina encamên derketine holê de, biryar li ser çêkirina kongreyê da. We ev biryar çawa dît, tê gotin ku divê guherîn hebe; bi ya we divê guherîn çawa be?

Dayîna biryara kongreyê ya HDP’ê, li ser esasê rexnekirinê û rexnekirina li xwe danîna holê ya kêmasiyên dibin sedema xwenegihandina hedefên dihatin pêşbînîkirin û avabûna ji nû ve, bêyî guman wê HDP pê xurt bibe. Hêj ne diyar e ku wê HDP bê girtin ya na. Lê kongreya ku wê bê kirin û avabûna nû ku wê derbikeve holê, bê girtin jî di pratîkbûna çalak a felsefeya avabûnê û fikira HDP’ê de bandorbar bibe.

HDP, partiyek e ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê guherîneke zihnî ya mezin pêk aniye. Di hişmendî û fikran de partiyeke nû û ciwan e. Felsefe û hîmên wê yên îdeolojîk, siyaseta wê ya di vî warî de qewîn e. Dikare bibe bersiv ji hewcedariyên serdemê, Kurd û gelên Tirkiyeyê re. Anku partiyek e ku guherîn û veguherîneke radîkal pêk aniye. Lewma di hilbijartina pêşîn de, bi vê xeta xwe gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê pê re bûn piştgir. Ev xet, tevî hemû zextên giran û ji pêyan e. A rast, ku piştî hilbijartinan bi gelek awayan bû rojev, ev ji vê taybetiya wê ye.

Rewşeke ku guherîn di fikir û felsefeya avabûna wê de bivê, nîn e. Helbet ji roja ku ava bûye ta bi niha, li dijî êrîşên bi bandora dewleta Tirk a qirker û mêtinger ku êrîşan dike û qaşo li ser navê Kurdîtiyê PDK’ê têkoşîn û berxwedan tên kirin. Diyar e ku wê li vê pozîsyona xwe dewam bike. Lê di pratîkbûna vê fikirê de ji bo bi bandor bibe, pirsgirêkên cidî hene. Divê tevgereke civakparêz demokratîk bûya. Divê pişta xwe bida awayê birêxistinbûnê yê HDK’ê û DTK’ê.  Ji bo li Tirkiye û Kurdistanê civakî bibûya û xwe bigihanda derdorên herî berfereh, divê HDK û DTK jî bi bandor bibûna. HDP’ê ku xwe bisiparta civaka rêxistinkirî ku van ava kiriye, wê bibûya partiyeke ku ji demokrasiya radîkal û civakî tê. Rêxistinên ciwan, jin, kedê û taxan û meclisên bajaran wê geş bibûna, HDP jî wê bibûya rêxistineke siyasî ya daxwazên civaka herî rêxistinkirî ku pêşwazî bike. Wê ne rêxistinbûneke navendî bûya. Wê ji civatên demokratîk ên rêxistinkirî û xwe ji binî ve bi rêxistin dikin, bihata. Ne bi tenê di nav HDP’ê de, ji xeynê HDP’ê wê rêxistinên jin, ciwan, ked û ekolojiyê, civatên ol û baweriyên cuda, demokrasîxwaz, azadîxwaz, wekhevîxwaz û edaletxwaz bi rêxistin bibûna, HDP jî wê bibûya partiya wan a siyasî. Wê xwe ne ji jor ber bi jêr ve; lê ji binî ve xwe bi rêxistin bikira û wê civatên wê rêxistinkirî û demokratîk bûna. Fikr û felsefeya avabûnê wiha danîbû holê. Bê guman êrîşên xedar hatin kirin. Lê di serî de jin û ciwan, Kurd û kedkar wek hêza dînamîk, derfeta avabûneke wiha û bipêşveçûna têkoşîna li ser vî asasî dida. Rêxistinbûna bi vî awayî ku bi pêş ve neçû, ji ber nêzîkahî û sekina pasîf a çîna navîn û qismekê ji rêxistina partiyê, ev fikira potansiyela wê ya bipêşvebirina pêngavên şoreşger ên mezin di her warî de heye, li gor cewherê xwe bi pratîk nebû. Dibe ku hişmendî, fikir û polîtîka rast bin lê avabûneke rêxistineke li vê gorê nîn be, potansiyel û enerjiya di vê hişmendî, fikir û polîtîkayê de, bi liv û tevger nabin. Divê mirov bi esasî di vir de li pirsgirêk û guherînê bigere. Kes nikare bibêje ku kêmasiyên wiha ku derketine holê ji ber felsefe û fikira avabûnê ne. Ên ku vê dibêjin, dixwazin vê xetê bikin bi awayekê din û qels bikin. Ew kes in ku dixwazin bi vî awayî rê li ber xwe ku îflas kirine û fikir û polîtîkayên xwe yên ku tu tiştî nadin Kurd û gelên Tirkiyeyê.

HDP ji xwe re bike asas ku bibe partiya ciwan û jinan, kedkar û yên dixwazin xwe di nava demokrasiyê de heyî bikin. Berê di nav partiyan de ku xwe disipartin paradîgmaya civakê ya bi azadîxwaziya jinan, ekolojîk û demokratîk û di nava HDP’ê de ku bi pişt re ava bû, bandora jin û ciwanan gelek giring bû.  Ên parastina xetê dikir, ev bûn. Hem motora tevgera siyasî ya demokratîk bûn hem jî hêza venihêrînê bûn. Nedihişt ku navenda partiyê bibe cihekê burokratîk. Dikir ku civakên demokratîk ên rêxistinkirî, di xeta rêxistinê û çalakiyê ya radîkal û demokratîk a tevgera siyasî ya demokratîk de bimeşin.

Birêxistinbûnê dikir ku ev pêk bê. Kêmasiyên di van waran de, hem ji ber wê yekê ye ku jin, ciwan û derdorên civakî yên din xwe nekiriye civakeke rêxistinkirî ya bi bandor hem jî ji ber rêveberiya partiyê ya burokratîk û navendparêz qewimiye. Anku divê tevgerên jin û ciwanan jî bi birêxistinbûna xwe di dînamîkkirina tevgera siyasî ya demokratîk de, bi rolê xwe rabibin.

Avabûna ji nû ve, divê ji xwe re bike asas ku siyaseta demokratîk hem bisipêre civakê hem jî pê re bike. Bi akademiyên siyasî yên demokratîk re, li ser asasê fikir û felsefeya vê partiyê, hem perwerdekirina civakê hem jî perwerdekirina avabûna xwe ya siyasî, gelek giring e. Xurtkirina rêxistina partiyê û pratîkbûna wê ya bi bandor, mirov wê bikare bi vî awayî pêk bîne. Rêxistina partiyê jî û gel jî wê bibîne ku şaşî di kû de hatiye kirin û bêyî ku ji tu operasyoneke hişî bi bandor bibe wê bibîne ku şaşî ji kû diqewime û wê sererast bike.

Divê namzed bi pêşhilbijartinê û li gor dîtin û erêkirina gel bên diyarkirin. Dibe ku mirov bixwaze namzedên rast hilbijêre. Gel bi tenê rexneyan li vê rewşê nake; eleqeya gel a ji bo partiya siyasî ya demokratîk kêm dibe. Hilbijartina dawîn ku ji gel nehat pirsîn û namzed hatin hilbijartin, gel aciz bû. Ji hin derdoran ketina nav kontenjanê ya hin kesan mirov bi xweşî pêşwazî dike. Nîşandana namzedên saziyên Elewiyan ji cihê ku wê bên hilbijartin, jixwe divêtiyeke polîtîkaya HDP’ê ye. Piştî ku piranî bi pêşhilbijartinê û dengên gel tê hilbijartin, kontenjan û ji bo pêkhate û hêzên tifaqê hatine veqetandin wek divêtiyeke polîtîkaya pêkhate û tifaqê dibîne. Kontenjanên wiha bi dehan salan nebûne pirsgirêk. Ya giring ew e ku gava tespîtkirina wan û bicihkirinê haya mirov ji taybetiyên herêmî û rêjeyê hebe. Anku tevger û partiyeke demokratîk, beriya her tiştî namzedên ku wê di hilbijartinê de nîşan bide, divê bi gel re diyar bike. Her wiha gava tespîtkirina rêveberiyên navçe û bajaran û beşên wan ên din jî divê mirov vê ji xwe re bike asas. Nexwe mirov li gor fikir û felsefeya avabûnê tev nagere.

Hevserokan da zanîn ku ew ê di kongreyê de nebin namzed, lê wê bibin tevkar ji bo serdema nû ku wê kongre bê çêkirin. Helwesta rast jî ev e. Her du hevserokan jî ji bo xurtbûn û serkeftîbûna partiyê pir hewil da. Tevkariya wan gelek bû. Helbet bi guherîne re her tim dînamîzm tê. Kelecaneke nû, tevkariyeke nû.  HDP jixwe dibêje ku ew ne partiyeke lîderan e. Mirov dibîne ku ji bo bibe rêveberiya kolektîv a li gor xeta xwe ya demokratîk, bi baldarî tev digere. Hevserokatî û nûnertiya wekhev a jinan, jixwe rêveberiyê dixe nav sekineke demokratîk. Kî jî bibin hevserok, ji ber ku feraseteke îdeolojîk û polîtîk a HDP’ê ku ji pirsgirêkan re bi xurtî bibe bersiv, heye, wê bi ser bikeve. Ger li gor xeta îdia dike tev bigere û têbikoşe wê eseh bi ser bikeve.

DIVÊ MIROV PERGALA ŞERÊ TAYBET A TIRK BAŞ FÊM BIKE

Dibe ku berê we gelek caran diyar kiribe lê ji bo hem Kurd, hem raya giştî û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê baş fam bikin; yên asas ku li pişt van êrîşên şer in kî ne, wan armanc çi ye?

Divê mirov baş ji pergala şerê taybet a dewleta Tirk fam bike. Bi taybetî divê Kurd baş fam bikin. Vê pergala şerê taybet fam nekin, ne azad lê wê nekarin hebûna xwe jî biparêzin. Tevgera Azadiya Kurd eger ku 50 sal in pir têdikoşe û geşedanên giring pêk anîbe, sedema sereke ew e ku Rêber Apo bi karakterê şerê taybet ê dewleta Tirk baş dizane. 

Dewleta Tirk, dewletek e ku ji ber Osmaniyan maye. Piştî împaratoriyeke bi 600 salan, pêvajoya wê ya hilweşînê li serdema netewe dewletê rast hatiye. Ji ber ku bi çanda împaratoriyê mezin bûne, çînên serwer ên nû yên Tirkiyeyê ku di nav kompleksa hebûna dewleteke mezin de ne, qirkirina Kurdan, berbelavbûna netewebûna Tirk li Kurdistanê, ji xwe re kirine polîtîkaya neteweyî ya bingehîn. Lê piştî qirkirina Ermenan, qirkirina fîzîkî ya Kurdan ku gelek in û erdnîgariya wan zêde ye, ne ew qas hêsan bû. Lewma bi zexta fîzîkî û bi zorê qirkirina çandî ya ji xwe re kirine polîtîka. Polîtîkaya navxweyî û derveyî jî li gor qirkirina Kurdan hatiye vesazkirin. Bêyî guman Peymana Lozanê jî çarçoveyeke siyasî ya navneteweyî ji qirkirineke siyasî ya wiha re çêbûye.

Ji Destûra Bingehîn a sala 1924’an ve, sazî û polîtîkayên Tirkiyeyê yên leşkerî, siyasî, aborî û çandî bi armanca qirkirina Kurdan hatine biteşekirin. Erkdarên şerê taybet miheqeq di nav saziyên giring (Desteya Hilbijartinê ya Bilind, daraz, girtîgeh, çapemenî û wd.) de hatine bicihkirin. Kurd, di têkoşîna xwe de, vê polîtîkayê û pêkanînên bi vî awayî bi armanca berbelavkirina neteweyîbûna Tirk li Kurdistanê, qet ji bîra xwe nebin. Nexwe wê polîtîkayeke rast bi rê ve nebin, wê ber bi kemîna bi her awayî ve bên kişandin.

Armanceke wiha, nabe ku bi polîtîkayeke asayî bê birêvebirin. Jê re miheqeq şerê taybet divê. Anku xapandin û çeloxwarîkirina rastiyan divê. Lewma divê mirov li rûyê polîtîkayên dewleta Tirk ku xuya dike, nenihêre. Divê bifikirin ku her gav ji bo qirkirina Kurdan tê avêtin. Her wiha hemû Destûra Bingehîn û destûr, ku mijar dibe Kurd tu wateya wan nîn e; ya jî ji bo veşartina rastiyan wek qilif tên bikaranîn. Jixwe bi rêya Destûra Bingehîn a heyî û zagonan jî nikarin qirkirina Kurdan pêk bînin. Ji wê boneyê ji xeynî van zagonên xuya ne, zagonên bi taybet ji bo Kurdan tên pêkanîn hene. Niha rastiya tim tê gotin ku bi destûra xwe ya bingehîn û zagonên xwe nakin, ji wê boneyê ye.

Şaşiyek e mezin e ku mirov bifikire ku bêyî bipêşveçûna demokratîkbûnê wê dewleta Tirk dev ji vê hişmendiyê berde. Dewleta Tirk, encax bi têkoşîneke bandorbar û/ ya jî demokratîkbûnê dev ji hişmendî û polîtîkaya xwe ya qirker ber bide.

Fikira ku wê bêyî têkoşîn û zordayînê dev jê ber bide, wê bibe xeflet ji bo Kurdan. Ne rast e ku mirov pevçûn û rêbazên çareseriyê yên li derên din ên cîhanê û pirsgirêka Kurd bide ber hev û bifikire ku wê çareserî bi heman awayî bibe.

Wê bibe şaşiya nenaskirina rastiya dewleta Tirk. Berê ji bo baş bê famkirin, me ew dişiband siyonîzm û rejîma Apartheîd. Hişmendiya qirker a dewleta Tirk, qat bi qat ji wan paşverû û qirkertir e. Jixwe divê mirov qet bi pevçûn û rêyên çareseriyê yên li Bask, Îrlanda, Erître, Kolombiya ya jî derên din re nede ber hev. Divê mirov çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, rasterast bi demokratîkbûnê re têkildar bibîne, li ser têkoşînên polîtîk jî wisa bisekine. Mirov bifikire ku wê bi taktîk û lihevkirinan pirsgirêka Kurd çareser bibe, şaş e. Bi lihevkirin û taktîkan di warê demokratîkbûnê bipêşveçûn çêbibe, divê mirov wek gavên avêtinê yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bibîne. Di vê çarçoveyê de, divê miroz bizane ku jiyana azad û demokratîk a Kurdan jî wê têkoşîneke bandorbar pêk bê. Di koka neyartiya demokrasiya li Tirkiyeyê de, şikestina polîtîkayên qirkirinê û wergirtina siûdê ya Kurdan ji vê, heye. Zêdeyê 70 salan e ku Tirkiye derbasê pergala pirpartiyî bûye, lê bi vê pêvajoyê li Tirkiyeyê demokratîkbûn çênebûye. Pirpartiyî û hilbijartin, wek navgînên şerê teybet ên girtina ser qirkirina Kurdan tên bikaranîn.

DIVÊ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET WERE PÛÇKIRIN

Bi vê rastiyê, divê bi zanebûna bi polîtîkaya Kurd û rastiya şerê taybet ê dewleta Tirk û bi awayê şikandina vê polîtîkayê têkoşîneke bi bandor bê kirin. Ji aliyê serkeftina vê têkoşînê vê jî, divê polîtîkayên dewleta Tirk ên xapandina dinyayê, raya giştî ya Tirkiyeyê û Kurdan baş bê dîtin û bên pûçkirin. Polîtîkayên şerê taybet û lîstikên wê çiqas bên pûçkirin wê Kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê de ewqas serkeftî bibin û bigihîjin armanca xwe.

Şerê teybet, cardin berê xwe da bikaranîna HudaPar’ê. Bêyî guman heta bi niha jî bi kar dianî. Salên 1990’î, di berxwedana xwedîderketina li Kobanê de û ji bo qismekê Kurdan bike neyarên tevgera azadiya Kurdan, bi kar anî. Salên dawîn, hem dewleta Tirk hem PDK’ê bi hev re dest bi bikaranînê kir. 14’ê Gulanê ku HudaPar xistin meclisê, hin derdoran got ku dewleta Tirk li Kurdistanê dixwaze alternatîfeke siyaseta Kurd derxe ber HDP’ê. Bêyî guman wê HudaPar li dijî têkoşîna azadiya Kurdan bê bikaranîn. Wekî din wê tu rol neyê dayîn. Wê wek mixetebekê Kurd nebînin. Bi tenê di vê merxeleyê de rolê hevkariyê didin. Divê her kes bizane ku armanceke bi tenê ya dewleta Tirk heye; ew jî qirkirina Kurdan e. Li reng û rû û baweriya Kurdan nanihêre. Kurd ji bo wê gelek e ku divê bê qirkirin. Gelek e ku divê bike Tirk! Kurdistan divê bibe cihê berbelavbûna netewebûna Tirk! Ji wê boneyê, çînên serwer ên Tirkiyeyê, dikarin qebûl bikin ku bila hemû Tirkiye bibe bibe Xirîstiyan ya jî Cihû. Tevî ku Kurd misliman in, polîtîkaya qirkirinê ya bi sed salan, guheriye ka? Komara Tirkiyeyê wê niha HudaParê jî û Îslamê jî bi kar bîne. Hesasiyetên olî yên Kurdan, di qirkirina Kurdan de wek amûrekê dibîne. Ên ku vê nebînin, dewleta Tirk çima HudaParê û amûrên din çima bi kar tîne, wê fam nekin.

Berê li hemû midûriyetên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, dowîz (afîş) hebûn. Wateya wan bi kurtasî; dewlet komunîzmê jî, şerîetê jî, şêlandin û diziyê û her sûcî efû dike, lê perçekirinê, qethiyen. Yanî ev dewlet her tiştî dadiqurtîne, lê hebûna Kurdan qebûl nake. Divê her kes bizane ku em li dijî dewleteke wiha têdikoşin. Ji ber ku polîtîka û îdeolojiya wê, polîtîka û îdeolojiya herî paşverû, faşîst û dermirovî ya cîhanê ye, mirov ku li dijî hêzeke wiha bi biryar û bandor têbikoşe, têkbirina hişmendî û polîtîkayeke wiha wê ne dijwar be. Çimkî rastiyeke dewletê heye ku berovajiyê dîrokê û bipêşveçûna civakî ya bi her awayî diçe.

HDP’Ê NEKARÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET PÛÇ BIKE

Êrîşên li HDP’ê tên kirin piralî û dijwar in. Lê bi taybetî helwesta li dijî êrîşên şerê teybet a HDP’ê bes e, dikar bi polîtîkayên xwe wan pûç bike?

Piştî hilbijartinan, êrîşên li dijî HDP’ê ji aliyê navenda şerê teybet ve tên birêvebirin. Navenda şerê teybet, bi teybetî medyaya dîjîtal, bi awayekê rêxistinkirî, bi armanc û berfereh bi kar tîne. Bi sedan kes ji wê boneyê dixebitin. Navenda şerê teybet mijara ku wê bibe rojev diyar dike; armanc û çarçoveya naverokan tê xêzkirin. Bi vî awayî platformên medyaya dîjîtal didin ber bombeyan. Bi vî awayî dikevin hewila çêkirina têgihîştinekê. Bêyî guman beşek ji mirovên yên ku hay ji vê rastiyê nîn in, ji vê bawer dikin, bi vî awayî dest bi fikirînê dikin. Kampanyaya berpêyî HDP’ê tê kirin, mirov ku bala xwe da ku ne berpêyî şaşî û kêmasiyan lê berpêyî fikir û felsefeya avabûnê ye, diyar bû ku navenda şerê taybet, Mît, alîgirên AKP-MHP’ê û alîgirên PDK’ê ne ku ji berê ve êrîşan wiha li HDP’ê dikin. Armanc, qelskirina aliyên xurt ên HDP’ê ne. Lewre ya ku niha li dijî faşîzma AKP-MHP’ê herî li ber xwe dide, nahêle bigihîjîn armanca xwe, têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê zindî dihêle, HDP ye. Jixwe ji boneyê ye ku ji sala 2015’an ve êrîşên bi her awayî li HDP’ê tên kirin. Niha propagandaya reşkirinê, hewila xistina ji quwetê ya xeta îdeolojîk-polîtîk a HDP’ê, lihevxistin û çêkirina pirsgirêkan di nav girseya wê de lê zêde bûne. Li êrîşên berê ev êrîş hatine zêdekirin. Rexneyên gel, şaşiyên hatine kirin, qelsiya ji ber têkoşîna li dijî van, kêmasiyên serdema hilbijartinê, mijarine ku divê mirov bi taybetî li ser wan bisekin. Divê mirov bala xwe bide van û sererast bike.

Awayê herî xirab ê propagandayê û şerê derûniyê, tevlihevkirina şaşî û rastiyan. Bi vî awayî şaşiyan jî dixin serê mirovan. Van êrîşên şerê taybet jî, rexneyên gel û em dikin, dixin nav argumanên xwe yên şerê taybet û bi van re li ser medyaya dîjîtal tînin ser ziman, bi vî awayî, wek tiştên dibêjin rast bin, dikevin hewila çêkirina ferasetekê. 

HDP, di pûçkirina êrîşên şerê taybet de pasîf maye. HDP’ê dikarîbû, aliyên rast ku me û gel diyar dikirin, şervanên şerê taybet jî ji bo armancên xwe bi kar dianîn, propagandayên reşkirinê ku wan dikirin û ji hev veqetandina û rexneyên ku me û gel dikirin, qebûl bikirana û bigota ew ê kêmasiyên xwe yên di van waran de niqaş bikin û rast bikin. Ger bigota ev êrîşên trolan û şerê taybet in, ev dûrê rastiyê ne, şaşiyên hatine kirin, derxistina holê wê bandorbartir bûya. Bo mînak; li dijî têgihîştinên, HDP’ê parastina mafên Kurdan nake; ji wê boneyê tênakoşe, ku dixwazin çêbikin, HDP’ê dikarîbû li dijî êrîşên xistina ji quwetê bersivên baştir bidana.

Rexnekirina kemasiyên di polîtîkaya tifaqê de, şaşiyan di vî warî de hatine kirin cuda ye, êrîşê vî polîtîkayê bixwe bê kirin, cuda ye. Nedayîna bersivan baş ji bo van, ji kêmasiya zanebûna îdeolojîk-polîtîk e. Helbet heta astekê parastin hatiye kirin. Lê ku hin derdor jê bi bandor bûbin, divê HDP vê wek kêmasiya xwe bibîne.

A rast, navendên şerê taybet ên cur bi cur û derdorên cur bi cur êrîşên îdeolojîk- polîtîk kirin, diyar bû ku xebata îdeolojîk û perwerdehiya HDP’ê, hem di nava xwe de hem jî di nava civakê de ne têr e.

Xuya ye ku beşên weşanê yên wek çapemeniya Kurd, çapemeniya demokrat tên zanîn jî ji vê kampanyaya şerê taybet bi bandor bûne. Tiştên li ser medyaya dîjîtal hatin çêkirin û rastî ku ji hev nehatin veqetandin, kampanyaya şerê taybet berdewam bû. Wisa xuya ye ku kampanyayên şerê taybet ê li ser medyaya dîjîtal rêxistinkirî, bi bandor dibin. Bi vê rastiyê jî giringiya têkoşîna îdeolojîk û xebata perwerdehiyê derket holê. 

LI HEMBERÎ TÊKOŞÎNA KURDAN ŞEREKÎ TAYBET HEYE

Wek ku me diyar kir, HDP bixwe jî hin nirxandina dike. Nirxandinên HDP’ê ku bi awayê rexne ji nav HDP’ê tên kirin hene. Bandora rexneyên wiha li HDP’ê, çi ye?

Rexne li kêmasî û şaşiyên HDP’ê tên kirin. Di nava partiyê de jî ev rexne tên kirin. Partiya demokratîk divê bihêle ku rexne lê bibin. Mekanîzmayên xwe yên rexne-rexnedayînê karîger bike, wê bihêztir bibe. Divê mirov ji rexne û rexnedayînê netirse. Ev awa di nav HDP’ê de bi pêş ve çûye. Kêmasiyên xwe li ber raya gel gotin. Anî ziman ku ew ê mekanîzmaya rexne-xwerexnekirinê hem di nava partiyê de hem jî di nav civakê de karîger bikin. Ev giring in. Bipêşveçûna partiyekê, zindîbûn û dînamîkbûna wê, bi vî awayî tê pêkanîn. Divê mirov bala xwe bide rexneyên di warî de ku divê têkoşîna li gor fikir û felsefeya HDP’ê bi awayekê bandorbartir bê kirin. Gotin û nirxandinên pê têkoşîn ji paş re bikevin, pasîf bikin, teng bikin û ji civakê qut bikin, nabe ku mirov wek rexne bibîne.

Rewşeke asayî ye ku haya raya gel ji hin rexneyan çêbûbe. Gel jî bi awayên cur bi cur dikare rexneyan bike û dike jî. Lê li dijî têkoşîna Kurdan, rêxistinên wan, heta li dijî gel şerekê taybet tê birêvebirin. Divê bala mirov her tim lê be. Têkoşîna Kurdan, ne têkoşîneke siyasî ye ku partiyeke siyasî bi rê ve dibe. Têkoşîna li dijî hemû saziyên dewletê tê kirin. Hemû pêkhateyên siyasî yên Kurdan, rêxistin divê di nava xwe de ji rexne û rexnedayînê re vekirî bin. Divê rexneyên gel li xwe qebûl bikin.  Şaş û kêm bin jî divê mirov bala xwe bide. Dijmin bixwe jî dibêje ku divê mirov xwe li nedîtina mijarên ku gel rexneyan lê dike, daneyne. Dijmin jî bi awayekê cuda û bi armanca xerab, rexneyên ku gel dike, dikare ji bo armanca xwe bi kar bîne. Divê haya mirov ji vê hebe lê nabe ku mirov xwe li nedîtina rexneyên ya jî yên heval û hogiran deyne. Rêvebirekê/e HDP’ê ya jî ne di nava tu beşkê HDP’ê de be; derfeta xwe ya ku rexneyên xwe rasterast ragihîne hebe, ragihîne ji bo niqaş û sererastkirin baştir bê kirin, pêwist e. Ya giring ew e ku mirov xwe dûrê helwest û gotinên ku bi kêrê şerê taybet bên, bike. Mirov ku hay vê hebe wê tevkariya rexneyan bibe.

Rexneyên di nava HDP’ê de tên kirin, bi niqaşan bi erênî tên nirxandin. Lê hin kesên wek rewşenbîr, akademîsyen ya jî rojnamevan tên naskirin, bi gotin û helwestên xwe yên di vê serdemê de, xizmet ji şerê taybet re kiriye. Bi taybetî ji van derdoran du-sê jê fikir û felsefeya HDP’ê kirine ku bibe cihê niqaşê. Xuya ye ku ev du-sê kes ya di bin bandora PDK’ê de ne ya jî meyla wan li ser neteweperestiya bûrjûwaya piçûk a lîberal e. Jixwe tê zanîn ku van kesan tim dikin mêvanên televizyonên PDK’ê.