YRK'ê li ser operasyona li Koselanê daxuyanî da

Fermandariya YRK'ê ragihand ku operasyona hêzên Îranê ya li herêma Koselanê hîn jî dewam dike û diyar kir ku ji ber êrîşan li hin deveran şer qewimî ye.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser operasyona hêzên Îranê ya li herêma Koselanê daxuyaniyek da û diyar kir ku operasyon hîn jî dewam dike.

Fermandariya YRK'ê diyar kir ku li gel pêvajoya bêçalakîtiyê ya hêzên wan jî, Îran bi sedan leşker, bi dehan maşîneyên zirxî û bi qedexekirina qada Kosalanê ji sivîlan re, êrîşê li ser hêzên wan pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi katyûşa, hawan û doçkayan herêm bênavber tê bombekirin û hate gotin, ji ber êrîşa hêzên Îranê ya li ser hêzên wan di 13'ê Hezîranê de saet 15:00 û di 14'ê Hezîranê de jî saet di navbera 05:00 û 16:00 de li hin deveran şer qewimî.

YRK'ê diyar kir ku hêzên wan ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de ji hêzên Îranê kuştî û birîndar çêbûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vî şerî de ziyaneke hêzên me çênebûye. Lê sirûşta çiyayê Koselanê zirareke mezin dîtiye û li ser jiyana gelê me yê Hewremanê bandoreke neyînî kiriye."