KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bejahî û hewayî ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin
Li hemberî hêzên gerîla ku ji ber erdhejê çalakiyên xwe yên leşkerî rawestandiye, ji bejahî û hewayî ve êrîşên artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. -
'Ji bo têkbirina komployê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin'
Gerîlaya YJA-Star Canda Welat û gerîlayê HPG’ê Egîd Nûda têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê axivîn û diyar kirin ku ji bo têkbirina komployê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. -
'Wê teqez tecrîd bê şikandin û em ê dengê serokê xwe seh bikin'
Cîgirê Hevserokên Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan diyar kir ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd pêşî li komployê hate girtin û got, "Em ê teqez tecrîdê bişikînin û dengê serokê xwe seh bikin." -
Li Semsûrê qurbaniyên erdhejê bi komî têne binaxkirin
Li navçeya Besnî ya Semsûrê, cenazeyên ji binê kavilan hatin derxistin, bi komî hatin binaxkirin. -
Hevserokê PJAK'ê: Girîng e Kurd bi yekrêzî û yekgirtî tevbigerin
Hevserokê PJAK'ê Siyabend Mûînî bal kişand ser girîngiya dewamkirina serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' û destnîşan kir ku divê rê neyê dayin, tevgera şoreşê ji rê bê derketin. Mûînî ji bo Kurdan jî işaret bi girîngiya yekrêziyê kir. -
Bulbul: Em hevgirtinê xurttir bikin
Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir rewşeke giran li holê heye û got “Em ê bi hevgirtinê ji vê rewşa xerab rizgar bibin.” -
NPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê komployê têk bibe
NPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi girêdanek xurt girêdayî xeta Apoyî ye, bi esasgirtina têkoşîna şehîdên me yên fedaî yên li dora Rêbertiya me ji agir xeleqek ava kirine, wê Komploya Navneteweyî parçe bikin û têk bibin. -
Jinên ji Başûrê Kurdistanê ji bo çalakiyên 15'ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin
Jinên ji Başûrê Kurdistanê di serî de bang li hemû jin û sazî, partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bibin. -
'Eger em gotin û karê xwe bikin yek, em ê bikarin tecrîdê bişkînin'
Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Mexmûrê, diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd çi ji destê wan were wê bikin û gotin: “Dem ne dema gotinê ye, dema pratîkê ye. Eger em gotin û pratîka xwe bikin yek, em ê tecrîdê bişkînin.” -
KCK: Heta têkbirina komploya navneteweyî em berxwedanê mezin bikin
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd û dostan kir ku heta têkbirina komploya navneteweyî berxwedanê mezin bikin. -
Ciwan Firat: Bi ruhê netewbûnê re azadî pêkan e
Gerîlayê HPG’ê Ciwan Firat ê Ereb bang li ciwanên Ereb kir ku, beşdarî nava refên PKK’ê bibin û got, “Rêber Apo bîrdozyek azadiyê ava kir, divê em li ser vê esasê xwe pêş bixin. Ji ber ku ev xeta azadiyê tevahiya neteweyan di nava xwe de dihewîne.” -
Li Besnî bi fermana Qeymeqamtiyê karê lêgerîn û rizgarkirinê hate rawestandin!
Hate ragihandin ku li navçeya Besnî ya Semsûrê, tîman mirovên sax di binê kavilan de tespît kirin lê belê bi fermana Qeymeqamtiyê karê lêgerîn û rizgarkirinê hate rawestandin. -
Bayik: Komplo bi ser neket, lê hîn jî dewam dike
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku komploya navneteweyî di asta îdeolojîk, siyasî, leşkerî û psîkolojîk de li her qadê dewam dike û got, "Mîna plankirî bi ser neket, lê hîn jî dewam dike." -
Habîp Eksîk: Gunehê erdhejê di stuyê desthilatdariya AKP'ê de ye
Parlamenter Habîp Eksîk anî ziman ku ji ber destwerdana li erdhejê di dema xwe de nehate kirin, felaket mezin bû û destnîşan kir, gunehê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û yên birîndar bûne di stuyê hikumeta AKP'ê de ye. -
AKP-MHP mirovan dikuje, bajaran bêmirov dihêle!
Di ser erdhejê re 8 roj derbas bûn. Bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku erdhej ji bo xwe kiriye firsendek, hejmara miriyan vedişêre. Her wiha dixwaze herêmê bêmirov bihêle. -
Êrîşên dagirkeran dewam dikin
Li gel biryara Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji ber erdhejê çalakî rawestandine, êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin. -
Serhildana Şêx Seîd û dagirkirina Kurdistanê
Di 13’ê Sibata 1925’an de diçe navçeya Pîranê ya Amedê. Armanca wî ev e ew biçe serdana birayê xwe Şêx Abdurrahîm û li ser amadekariyên serhildanê biaxive. Li Pîranê ji ber provokasyonekê şer dest pê dike û bêyî amadekarî serhildan dest pê dike. -
Li Rûsyayê Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin
Ji ber Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li paytexta Rûsya Moskovayê civînek hat lidarxistin. -
Ozsoy: Bi termalan dikarin bikujin, lê bi heman termalan rizgar nakin
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy polîtîkayên avahîdanî û erdhejê yên dewleta Tirk rexne kir û got, "Bi termalan dikarin mirovan bikujin, lê belê bi heman termalan mirovan rizgar nakin." -
Çalakvanên Greva 'Azadî ji Abdullah Ocalan re': Têkoşîna me wê heta azadiyê dewam bike
Çalakvanên greva birçîbûnê ya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bang li gelê Kurd kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Çalakgeran destnîşankirin ku li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê heta azadiyê têbikoşin. -
Fermandariya YRK'ê ji bo mexdûrên erdhejê bang kir
Ji fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir. -
Ciwanên Şoreşger Komploya 15’ê Sibatê protesto kirin
Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger li Cwanro li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li ser dîwaran nivîs nivîsîn. -
'Bîr û baweriya Ocalan gihiştiye cîhanê, tecrîd bê wate ye'
Çalakvanê Siyasî Îbrahîm Mihemed got, “Bîr û baweriya Rêber Ocalan gihiştiye cîhanê. Li tevahî cîhanê li ser vê paradîgmaya alternatîf nîqaş û nirxandin tên kirin. Ji bo wê ye ku nikarin bi vê tecrîdê bigihêjin armancên xwe.” -
Mûazzez Orhan: Li Dîlokê hîn jî av û elektrîk nîne
Mûazzez Orhan a HDP'î ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve li Dîlokê ye, ragihand ku ji ber destwerdan di dema xwe de nehate kirin gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. -
KCK: Têkoşîna me nehişt komplo bi ser bikeve
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî pêşî li serketina komplogeran girt û got, "Bi xurtkirina têkoşînê re em dikarin li ber komployê rabin."