Li Mûşê di protestokirina qirkirina siyasî de 4 kes hatin destgîrkirin

Li Mûşê dema ku siyasetmedaran xwestin derbarê operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyê bidin, polîsan êrîş kir û 4 kes destgîr kir.

11 kes ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) bûbûn ê ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatibû qetil kirin, piştre hatibûn destgîrkirin. Rêveberiyên bajar û navçeyan ên HDP, Partiya Çepên Kesk û DBP’ê xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin û girtina 11 kesan protesto bikin.

Polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniyê kirin û Hevserokê HDP’ê yê bajêr Bermal Nergîz û rêveberên HDP’ê jî di nav de 4 kes destgîr kirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.