Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê jî di nav de 6 kes hatin girtin

Li Elkê ji 10 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin, 6 kes hatin girtin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 12'ê hezîranê de tevgera tîmên taybet a polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê Zarîfe Borak û rêveberê HDP’ê yê navçeyê Emrah Yacan jî di nav de welatiyên bi navê Lokman Abî, Devrîm Abî, Mehmet Cîn, Saît Acar, Yûsûf Bor, Cemal Bor, Davût Borak û Nasrettîn Aşan hatin destgîrkirin.

10 kesên hatin destgîrkirin piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, îro sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Emre Yacan, Nasrettîn Aşan, Yusuf Bor û Mehmet Cîn hatin berdan.

Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Zerife Borak, Lokman Abî, Davut Abi, Sait Acar, Devrim Abi û Cemal Bor jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 6 kes bi hinceta ku "şahidê nepen" îfade li ser wan daye, hatin girtin.