KONGRA-GEL: Raperîn Amed milîtana pêşeng a avakirina civakî bû

KONGRA-GEL şehîd Raperîn Amed bi bîr anî û got, "Raperîn Amed milîtana pêşeng a avakirina civakî bû. Yekane rêya bersiva ji bo şehîdan misogerkirina azadiya Rêber Apo û gelên me ye."

Di daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL de hate gotin, "Kadroya milîtan a pêşeng a PKK û PAJK'ê endama Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL Raperîn Amed ku 17'ê Hezîrana 2022'an di êrîşên hewayî yên hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, di salvegea yekemîn a şehadeta wê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Raperîn Amed mîrateyeke têkoşînê ya 30 salan li pey xwe hişt ku hemû parçeyên Kurdistanê hembêz kir. Bi taybetî li Şengalê û Rojava di avakirina sîstema civakî ya konfederal a demokratîk de kedeke gelekî mezin da."

'JI BO AVAKIRINA CIVAKÎ KEDEKE MEZIN DA'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Karên perwerdeyê yên ji bo avakirinas îstemeke civakî ya ekolojîk demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê, ji bo bie nava sîstemeke akademîk bi kelecan û eşqeke mezin bi xwe koordîne kir. Di çarçoveya sîstema Akademiya Avakirina Civakî de gelê me li nava komun û meclîsan têne perwerdekirin.

Di nava sîstema perwerdeyê ya akademîk de ku ji bo serxistina karên avakirina civakî hatiye avakirin, ji bo karên komun- meclîs- akademî û kooperatîfan ku çar hîmên bingehîn ên paradîgmaya Rêber Apo ne, dewreyên perwerdeyê yên gel bandoreke erênî li nava gel kir.

Bi navê Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo li her qadê karên sîstema civakî demokratîk li ser zemîna qanûnî bê rûniştandin, sîstema qanûndanîn-dadgerî û rêveberiyê bê rûniştandin û amadekariyên qanûnî û rêziknameyî bêne kirin, kedeke mezin da.

'BI AZADIYA RÊBER APO Û GELÊ ME EM DIKARIN JI ŞEHÎDAN RE BIBIN BERSIV'

Raperîn Amed karê xwe hemû bi armanca azadiya Rêber Apo dimeşand û baweriya xwe bi wê dianî ku yekane rêya vê yekê jî bicihanîna paradîgmaya Rêbertî ye. Ji ber vê yekê jiyan û karê xwe li ser vê bingehê plan dikir.

Di salvegera şehadeta wê de yekane bersiva li Raperîn Amed û şehîdan hemûyan, misogerkirina azadiya Rêber Apo û gelên me ye. Yekane rêya vê jî bicihanîna paradîgmaya azadiyê ya li ser bingeha avakirina civakî demokratîk ekolojîk a azadiya jinê ye.

Raperîn Amed li her devera ku lê bû ji bo vê gelekî ked da. Weke kadroyeke PKK û PAJK'ê bi kelecan û coşeke mezin pêşengî ji karên avakirina civakî re kir. Erka ku dikeve ser milê hevrêyên wê hemûyan jî ew e ku karên ku wê bi eşqeke mezin meşand, bi ser bixînin.

Bi navê Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL di salvegera şehadeta Raperîn Amed de em soz didin ku armancên wê û şehîdên xwe hemûyan bi ser bixînin."