Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mûînî li ser konferansa 'Jin, Jiyan, Azadî: Li Îranê durêya zext û şoreşê' ku li Parlamenta Ewropayê pêk hat, ji ANF'ê re axivî.
Bi navê PJAK'ê armanca we ji tevlîbûna li konferansa li Parlamenta Ewropayê çi bû?
Di konferansê de me projeya xwe ya ji 6 xalan pêk dihat pêşkêş kir. Yek ji xala herî esasî çareseriya rewşa siyasî ya demokratîkkirina Îranê li ser kîjan rêyan bimeşe, li Rojhilatê Kurdistanê jî di nava guherînên dibin de çawa bi rol û rista xwe rabin. Tevlîbûna me ya li nava konferansê di warê li hev şêwirîna di navbera partiyên Rojhilat û Îranê de bû. Heman demê lêgerînek ji bo çareseriyê ew pirsgirêkên ku Îran sedê salan ji ber êş û azaran dikişîne, çareseriyeke demokratîk bê peydakirin. Di van nîqaşan de bi hev re karê hevpar û pratîkeke hevpar ji bo tevgerên demokratîk bikare pêşiya desthilatên totalîter ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bigirin. Bibe gaveke yekem ji bo partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi projeyên hevpar nêzîkî siberoja Îranê bibin. Bi hev re dikarin hêz bibin û mezin bibin, bikarin hêzên kevneperest bidin sekinandin.
Çi hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistan û çi mûxalîf ên Îranê yên tevlî konferansê bûn, hûn wê hatina gel hev a wan hemû hêzan çawa dinirxînin?
Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, 3 partiyên esasî bi navê Partiya Demokrat Kurdistan-Îran, Rêxistina Komunîst a Îranê û PJAK tevlî vê konferansê bûn. Hinek saziyên din ên civaka sivîl, dîsa partiyên Îranî, nûnerên neteweyên din ên Îranê yên weke Belûc, Ereb, Azerî, kesayetên naskirî yên Îranê cihê xwe di konferansê de girtin. Konferans bi sê panelên cuda pêk hat. Panela duyem taybet bû ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê, her partiyek bi qasî 15 deqeyan projeyên xwe pêşkêş kirin. Li ser navê PJAK’ê min hewl da di nava wan demê diyarkirî de wan xal û projeyan vebêjim. Ev yek bû pêngavek diyalogê li ser mijara çareseriyê.
Ev konferans wê piştevanî û guherînek çawa li Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bike?
Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dema destpê kir bingehîn bû. Şoreşeke hizrî û ronesanseke fikrî li qada giştî ya Îranê destpê kir, heta dikare derbasî beşên din ên Rojhilata Navîn bibe. Ew ronesansa hizrî û fikrî em dizanin li Kurdistanê destpê kir, hêdî hêdî li beşên din ên Îranê jî bi pêş ket. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê bû bingeheke esasî. Her li kombûn û şêwirînekê ya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dibe hêz. Ev konferans dikare bibe piştgiriyeke xurt hem li ser asta navneteweyî hem jî li ser asta navxwe. Li ser asta nevneteweyî her kombûn û konferansa li Parlementa Ewropayê bê kirin, tên tomarkirin û dibe arşîvek li ber destê hemû partiyên ku nûnerên wan li Parlementa Ewropayê hene. Ew parlementerên li Yekîtiya Ewropayê kar dikin, li ser wê kar bikin bizanin ku gelê Îranê çi dixwazin.
Gelek mijarên cêwaz di konferansê de hatin nîqaşkirin. Her partî û tevgerên cihê xwe girtin, di çarçoveya hizir û projeya xwe de nîqaş kirin. Bi giştî nirxandinên hatin kirin erênî bûn. Mijar nêzîkî hev bûn, dîsa xalên hevpar hebûn. Ev yek pêngaveke baş e, ji bo bikarin siberojê diyalogeke erênî pêk bînin. Bibe xaleke hevpar ku bikarin çareseriya pirsa gelan bibînin. Tenê ne di warê teoriyê de, bikarin di warê pratîkî de jî gavê bavêjin. Ev gav bikarin dawî li koneperestî û totalîteriyê ya li herêmê bîne. Her wiha atmosfereke germ di nava partiyên siyasî de ava bike. Her wiha diyalogeke hevhatî di navbera kesên entelektuel ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de bê avakirin. Dikare bibe ceribînek ji bo demokratîkbûna Îranê.
Nifşeke nû li Îranê hatiye dinê. Daxwaza mafê xwe dike. Zilmek mezin hem li gel, hem li jin û ciwanan hatiye kirin. Siyaseta aborî ya hikûmeta Îranê pêk anî, giraniyek mezin daniye ser milê her ferdekî. Divê ev li hev kombûn dewam bike ku rêyeke çareseriya demokratîk ji bo Îranê bibînin.
Di konferansê de we hin xalên bingehîn ji bo çareseriyê anîbûn ziman; ew yek ji aliyê amadeyên konferansê çawa hat dîtin? Encamek çawa pêşbînî dikin?
Me PJAK qala şeş xalan kir ku ew jî ji van pêk tê; weke pirsa jin, netewe, çareserî pirsa parastina rewa û dîsa gelek pirsên din hatin nirxandin. Çareseriya pirsa gelan li Îranê, çareserî, demokrasî ya pirsa siberojê ya li Îranê, her wiha mijara xwerêveberiya demokratîk, dîsa konfederalîzma demokratîk. Bi rengê giştî projeya PJAK'ê di vê çarçoveyê de hatibû komkirin. Çareseriyeke demokratîk ji bo Îranê hate pêşkêşkirin. Her wiha rêyeke ji bo lêkolînê veke ku bide dû. Çavkaniya van xalan çi ye û ji kîjan paradîgmayê hatiye girtin û ser çi esasî ye. Paşerojê bikarin nîqaşeke berfirehtir li ser bê kirin. Em hemû bi hev re bikarin çareseriyek guncav û polîtîk ji bo siberoja Îranê bibînin.
Di nava vê sîstemê de rê ji demokrasî û azadiyê re nayê dayin. Em di wê baweriyê de ne ku li pêşberî berxwedana gel, ev sîstem wê hilweşe. Ji bo vê jî divê Kurd di navbera hêzên muxalefet û partiyên xwe yên siyasî de yek bigire, li ser xalên hevpar ên siberoja Îranê bi hev re tevbigerin. Her wiha platformeke hevpar ava bike, hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê bikarin xwe li wir îfade bikin. Her wiha gelê Kurd bi yekgirtî nêzî siberoja çareseriya pirsgirêka gelê Îranê bibe. Ji bo siberoja Îranê gelê Kurd bi hevdeng û hevpar bikarin tevbigere. Mijara neteweyî, azadî, demokrasî bikarin bi hev re hem li Rojhilatê Kurdistanê pêk bînin. Eger gelê Kurd bi yekgirtî nêzîkî vê pirsê bibe, di siberoja Îranê de Kurd dikarin bibin pêşengê şoreşa gelên Îranê. Bibe tevgereke nû ji bo Îran û herêmê. Konferansê erênî dinirxînim. Dikare bibe destpêka tevgereke ya azadîxwazî û demokratîk û siberojeke azad çi li Îran û çi li Rojhilatê Kurdistanê.