Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê ji bo xwedîderketina li Rojava bang kir

Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê êrîşa dewleta Tirk a li Qamişloyê şermezar kir û ji bo xwedîderketina li Rojava bang kir.

Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê, têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 20'ê Hezîranê ya li Qamişloyê daxuyaniyek da, ku di encama êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayitê Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan.

Daxuyanî wiha ye:

"Li Rojavayê Kurdistanê, di encama êrişa li wesayîtek li ser rêya Tirbespiye-Qamişloyê Hevseroka Kantona Qamişloyê Birêz Yusra Derwêş û alîkara wê û ajokarê wesayîtê hatin qetil kirin. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Serê malbata wan û gelê me sax be. Rehma Xwedê li kesên jiyan xwe ji dest dayî be.

Tirkiyê ev demeke dirêj e, ji bo dagirkeriyeke nû ya li ser herêmên kurdan yên li Sûriyê hewl dide. Piştî ku hêzên herêmî û yên navneteweyî bo vê êrişê destûr nedan, bi êrişkariyeke ku her diçe zêdetir dibe, bi ÎHA û SÎHA’yan sûîqastan pektîne û bi aşkereyî li van kiryaran xwedî derdikeve. Lê êrişa vê carê nagirin ser xwe. Ji ber ku kesên jiyana xwe ji dest dan rêveberên sivîl in.

Tam roja ku li Astana ya paytexta Kazakistanê civîna bîstemîn ya bi armanca ‘normalîzebûnê’ pêk dihat ku Rusya, Tirkiye, Îran û Hikûmeta Sûriyê tê de beşdar bûn ev êriş pêk hat. Ev jî diyar dike ku armanca Tirkiyê li Sûriyê û Rojava ne çareserî û normalîzebûn e. Ji serî ve tenê tişa ku Tirkiye wekî ‘çareserî’ fêhm dike ew e ku pêşî dawiyê li Rojavaya Xweser û paşê jî li rêveberiya Herêma Kurdistanê bîne. Êrişên pêkhatî bi aşkereyî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Tundî û zordarî ev sed sal e hate ceribandin lê çareserî pêk ne anî. Her wiha rêyên heyî jî girtin. Banga me li hikûmetê ew e ku destkeftiyên kurdan yên li hûndir û li derve û li perçeyên din yên Kurdistanê nas bikin û bi gelê kurd re li hev werin. Ev li hev hatin, qasî ji bo berjewandiya gelê me, ewqasî jî ji bo berjewendiya gelên Tirkiyê ne. Heke ev hezar sal in em birayên hev bin wekî pêwistiya vê biratiyê, destketiyên Birayên xwe nas bikin û li hûndir rê li ber çareseriyeke demokratîk û aştiyane vekin.

Em bag li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî dikin, li hember êrişên Tirkiyê yên ku norm û hiqûqa navneteweyî nas nakin helwestê nîşan bidin. Em gelê xwe yê li her çar perçeyê Kurdistanê û yê li diasporayê, vedixwînin ku li dijî êrişan piştgiriya Rojava bikin. Roj roja yekîtiya neteweyî û pêkve tevgerînê ye.

Her wiha em êrişa nijadperest ku îro li Trabzonê li hember karkerên kurd pêkhatî bi tundî şermezar dikin. Em ji heft birîndarên ku rewşa du ji wan giran e şîfayê dixwazin. Em balê dikşînin ser wê yekê ku ev êriş encama propagandaya dijberiya kurdan ya nijadperest e ku di hilbijartinan de asta wê pir hatibû bilindkirin."