NPG'ê gerîlayên li Botan, Metîna û Xakurkê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Em hevrêyên li herêmên Botan, Metîna û Xakurkê hemûyan silav dikin ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin û têkoşînê mezin dikin. Pê bawer in ku wê serketinên hîn mezin bi dest bixin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got, "Li dijî hêza dijmin a ku 7'ê Hezîrana 2023'an li qada Besta ya Botanê dest bi operasyonê û wêrankirina xwezayê kir, bi rêbaza gerîla ya koordîneyî û serdegirtinê çalakiyeke serketî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku rêbaza şerê tîm ê pispor taktîka demê bi serketî bi cih hate anîn, herî kêm 5 hêzên dijmin hatin tasfiyekirin. Ev çalakiya ku ji aliyê rê û rêbaza leşkerî ve serketî ye, di heman demê de li dijî hêza dijmin a ku ji bo wêrankirina xwezaya Kurdistanê dest bi operasyonê kiribû, di şexsê fermandara me ya leheng Leyla Sorxwîn de ji bo hilanîna tola Şehîdên Bestayê hate lidarxistin ku ev yek wateya çalakiyê hîn mezintir kiriye. Vê çalakiya we careke din raxist pêş çavan ku dema li ser xeta şehîdan taktîkên gerîla û rêbaza şerê tîm ê pispor bi afirînerî bi cih hate anîn wê çiqasî bi bandor û encamgir be. Artêşa Tirk a ku derba giran di vê çalakiyê de xwar, hem windahiyên xwe veşart, hem jî bi derewa 'du windahiyên me hene' hewl da bandora vê çalakiyê kêm bike. Di vê çalakiyê de ku ti windahî nehate dayin û gelek kuştî ji dijmin çêbû, bombardûman û operasyona piştî çalakiyê jî hatin pûçkirin ku ev yek serketineke girîng e."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Di 11'ê Hezîranê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ku hewl dida dagirkeran bibe Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê, bi rêbaza sabotajê hate îmhakirin. Ev çalakî ku di encamê de 12 dagirker hatin cezakirin û wesayit bi temamî hate îmhakirin, bi taktîka sabotajê û rêbaza şerê tîm ê pispor hate kirin. Dijmin hejmara kuştiyên xwe yên li vir jî veşart û tenê li 2 kuştiyên xwe mikur hat.

15'ê Hezîranê jî li Qada Girê Şehîd Şahan a Xakurkê li hêza dijmin hate xistin, çûn ser 18 cenazeyên dijmin ku yek jê payebilind bû. Hate tespîtkirin ku dagirkerên li qadê hemû hatine cezakirin. Bi vê çalakiyê re ku bi pêşengiya milîtanên Apoyî yên fedaî hevrê Asya, Azad û Koçer hate kirin, derbeke giran li dijmin hate xistin.

Em van çalakiyên serketî pîroz dikin ku li dijî wêrankirina xwezaya Kurdistanê, li dijî operasyonên îmhayê yên li hemberî gerîla, li dijî bombardûmana bi sedan carî ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî êrîşên dagirkeriyê hatin lidarxistin. Di heman demê de Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK'ê jî ragihandibû ku ew van çalakiyên serketî yên bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi rêbaza şerê tîm ê pispor û taktîkên demê yên afirîner hatine lidarxistin, pîroz dikin. Em şervan û fermandarên keda xwe di van çalakiyan de hene û tevlî çalakiyan bûne hemûyan pîroz dikin.

Em hevrêyên li herêmên Botan, Metîna û Xakurkê hemûyan silav dikin ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin û têkoşînê mezin dikin. Pê bawer in ku wê serketinên hîn mezin bi dest bixin."