Berxwedan li ser xeta Zîlan didome

Gerîlayan diyar kirin ku fedaîbûna Zîlan bûye xet û gotin, li ser vê xetê îro li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke mezin tê meşandin.

Gerîlayê HPG'ê Kajîn Rojînda got ku Zîlan bi fedaîbûna xwe ev tişt nîşan da: Zilm çiqasî were kirin jî Kurd wê her tim li ber xwe bidin û tune nebin!

Hin dîrok û biryar hene, carinan di şexsê mirovekî de tolhildana civakê temsîl dikin, ew kes bi biryar an çalakiya xwe dibe agirê serhildana gelê xwe. Mînak pêngava 15’ê Tebaxê di şexsê fermendarê leheng Egîd de li Dihê, Pêngava 1'ê Hezîranê yan jî Zîlan a ku xwe di dilê dijmin de teqand. Ew dibin pêşengên gelê xwe û xeta têkoşînê. Gerîla Çiya Zagros û Kajîn Rojînda li ser girîngiya meha Hezîranê û çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) ji ANF'ê re axivîn.

Ji gerîlayên HPG'ê Çiya Zagros diyar kir ku, meha Hezîranê ji bo PKK'ê û gelê Kurd meheke ku gelek biryarên girîng hatin girtin û got, "Çalakiya Zîlan tu carî weke çalakiyeke asayî nayê dîtin, ji ber ku li dijî komplo û êrîşên dijmin ên li sere Rêbertiya me bi cesaret û baweriyek mezin pêk hatiye. Wê demê şerê gerîla xitimî bû, dijmin jî ji vê firsendê îstifade kir û xwest li dijî Rêberê me suîkastek pêk bîne. Zîlan ku pê hesiya ku di şexsê Rêbertiya me de yek ji hewldanên tinekirinê yên gelê Kurd hebû, bi rengekî cidî nêzî vê bû û nîşan da ku di nava her şert û mercî de li dora Rêbertiya me xelekeke ji agir heye. Hem li hemberî xitimandina ku tasfiyekeran di nava gerîla de kirine û hem jî li dijî dijmin xwe veguherand goka ji agir.”

BÛ XET Û ÎRO DIDOME

Çiye Zagros anî ziman ku, Zîlan bi vê çalakiya xwe bûye xet û ev xet li her cihê ku gerîla lê hebin, bi taybetî li Zap, Metîna û Avaşînê hê jî bi baweriyeke mezin dijî û got, “Mînak di serî de li Girê Şehîd Şahîn, li her cihê ku şer lê hebe, xeta fedaîbûnê xwe dide der. Weke hêzên HPG û YJA Starê em soz didin ku em ê vê mîrateya ku ji me re hatiye hiştin, zindî bihêlin.”

NÎŞAN DA KU KURD NAYÊN TUNEKIRIN

Gerîlayê HPG’ê Kajîn Rojînda jî da xuyakirin ku, Rêberê Gelê Kurd Rêbertiya têkoşîna jiyana azad a gelê Kurd û jinên Kurd e û Zîlan bi vê hişmendiyê tevgeriyaye û got: “Li dijî xwesteka dewleta Tirk a tinekirina gelê me di şexsê Rêbertiya me de roleke dîrokî lîstiye. Bi çalakiya xwe ya fedaîbûnê re ev tişt nîşan da; Zordarî çiqasî were meşandin jî Kurd wê her tim hebin û têbikoşin, wê tine nebin. Em bi vê xet û baweriyê têdikoşin. Dijmin kîjan çekan bi kar tîne bila bi kar bîne, serkeftin teqez a me ye.”