YPS’ê li Wan û Mêrdînê çalakî kir

Tîma Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Xelîl Jêhat ragihand ku li Wanê 6 xefikên wênekişandinê îmha kir ku kontrayek lê bi cih bûbû û li Mêrdînê li dijî wesayîta kontrayekî çalakiya sabotajê kir.

Tîma Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Xelîl Jêhat daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Xelîl Jêhat li navçeya Şax a Wanê karên kontrayê yên Îsmet Sarisaç tespît kir ku bi veb jitemê re tev digeriya û xefikên wênekişandinê li herêmê bi cih dikir. Tîma me 6’ê Hezîranê li herêma Şaxê 6 xefikên wênekişandinê îmha kir.

Li gundê Yesta yê Navçeya Omerya ya Mêrdînê 14’ê Hezîranê di derdora saet 3.30’an de bi taktîka sabotajê li pîkaba 33 N 8571 a kontrayê bi navê Zubeyîr Fîdan ku bi dijmin re tevlî operasyonan bûye û dar birîne, hatiye xistin. Kontra bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê. Wesayîta wî êdî nikare were karanîn.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bi encamên hilbijartinê ku xesp kiribû û kabîneya xwe ya nû, soza xwe ya li ser komkujiya gelê Kurd nû kiriye û êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê bê navber didomîne.”

Weke gelê Kurd ê welatparêz cihê kontrayên hevkar ên ku ji bo sê qirûşên pereyan ziman û çanda xwe tune dihesibînin û rûmeta xwe difiroşin celadê xwe, li xaka Kurdistanê ya pîroz tune ye. Hevkar yan wê dest ji xiyanetê berdin, yan jî wê li ser vê xakê herin. Destên hevkar ên zirarê didin xwezaya Kurdistanê, wê werin şikandin. Kontrayên ku li dijî gerîlayên azadiyê tevlî operasyonan bûne û di refên pêş de cih girtine û bûyîne sedemê şehadeta hevalên me, nayên efûkirin. Zû yan dereng wê hesabê xwîna di destê we de were pirsîn.

Weke gelê Kurd, me bi têgihiştina xwe ya welatparêziyê heta niha li dijî dijmin têkoşîn meşand, li hemberî her cûre êşkence û zilmê serî netewand. Weke milîsên YPS-YPS Jın ku hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd ê welatparêz e, her kêliya me kêliya tolhildanê ye ku divê dijmin bi vê yekê zanibe."