Gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê 6 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û 319'an jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên dagirkeriyê bi vî rengî ne:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Di 20'ê Hezîranê de saet 16:00 bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hate xistin.

Li herêma Xakurkê;

Di 21'ê Hezîranê de saet 18:50'î bi çekên giran li dagirkerên li qada Girê Lêlikanê hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

18 û 20'ê Hezîranê qadên Golka û Gundê Şêlazê yên Metînayê 3 caran, di 20'ê Hezîranê de qada Girê Şehîd Heqî ya li Xakurkê carekê, 20'ê Hezîranê qada berxwedanê ya Girê Bahar a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîda yên Zapê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

18, 19, 20 û 21'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê Bahar ên Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî û Golka yên Metînayê, Qadên Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamûran û Ava Lolanê yên li Xakurkê 319 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."