Peyama dawî ya Şehîd Zana û Xebat: Berxwedan jiyan e

Gerîla Xebat Kop û Zana Rojda di 7'ê Îlona 2022'an de li herêma Omerya ya Mêrdînê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn. Peyama dawî ya herdu gerîlayan bi vî rengî bû: Berxwedan jiyan e.

Xebat û Zana; herdu fedaiyên Kurdistanê bi xwedana xwe ya li herêma Omerya ya Mêrdînê, di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Egîdên Botanê Şehîd Diljîn-Şervan Erkendî de mohra xwe li dîrokê dan û bûn pênaseya pêşengiya li ser şopa Zîlan û Bêrîtanan.

Dema ber bi şehadetê ve diçûn li 'amûra qeydkirinê' peyamek dan û ji raya giştî ya cîhanê re careke din ragihandin ku vîna Apoyî ti carî têk naçe.

Peyama xwe di dema şer de qeyd dikin, lê ji bo kêliyekê jî dengê wan nalerize. Ew vîna ji pola, dilê her kesên lê guhdarî dike dilerizîne. Di dilê dijmin ê dagirker de jî dibe kul. Bêyî ku em li ser zêde bikin, em vî dengê herdu fedaiyên cenga azadiyê bi we re parve dikin.

'DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI HEMBERÎ WAN BÊÇARE DIMÎNE'

Şeva 4'ê Îlonê du lehengên Kurdistanê li dijî dijminê dagirker dikevin şer. Bi çekên ferdî û bombeyan ji cihekî nêz ve derbên giran li dagirkeriyê dixin û dikin ku dijmin gelek kuştiyan bide.

Dewleta Tirk a dagirker li ser vê yekê, di 5'ê Îlonê de li Mêrdînê li herêma Omeryayê dest bi operasyoneke berfireh dike. Di vê operasyona berfireh de herdu fedaiyên Kurdistanê 2 rojan di nava dorpêça dagirkeriyê de şerekî bêeman dimeşînin. Di encama vî şerî de herdu gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, herdu canfeda, du pêşengên doza heqîqetê, 6 caran bi balafirên şer, 2 caran bi helîkopterên êrîşê ji aliyê artêşa dagirker ve têne bombekirin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li hemberî vîna ji pola ya herdu lehengên Kurdistanê bêencam dimîne. Artêşa dagirker vê carê jî bi kepçeyan hewl dide çeperên lehengan hilweşîne.

Kepçe jî ji aliyê Xebat û Zana ve têne îmhakirin. Herdu fedaiyan ji sala 2013'an heta 2022'an li Kurdistanê ji şerê bajaran heta bi çiyê, li dijî DAÎŞ'ê û artêşa dagirker a dewleta Tirk li dijî hemû hêzên gemar ên li ser axa Kurdistanê şer kiribûn. Birîndar bibûn, bi birînê xwe ji xelekên dagirkeriyê bi dehan caran xilas bibûn. Ew gerîlayên serdemê yên profesyonel bûn û careke din didan nîşandan ku ya bi ser dikeve ne teknîk e, ya bi ser ketiye rastiya Apoyî ya mirovan e.

'XEBAT Û ZANA NAVÊA XETA APOYÎ NE'

Em peyama her du fedaiyên di kêliyên şer de qeyd kirin e, bi we re parve dikin. Her du fedaî; Xebat Kop, bi navê din Yûnûs Kardagi ji Mûşê ye û di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Zana Rojda ango Ramazan Guçlu li nava derdoreke welatparêz mezin dibe û di sala 2014’an de li seranserê Kurdistanê dest bi jiyana şoreşgerî dike. Herdu gerîla jî di salên xwe yên dirêj ên li nava PKK’ê de her tim nîşaneya fedaîbûnê bûn.

Di kêliyên berxwedanê de Xebat amûra qeydê vedike û pê li qeydkirinê dike ku peyama xwe ya dawî bidin. Di wê kêliya destpêkê de dengê Xebat Kop tê. Dibêje, "Emê dijmin li vir bifetisîn in." Piştre, Zana bi gotina; "Heval silav û rêz", dest bi peyama xwe dike û wiha dibêje;  "Şevê din saet: 9:20, em li gundê Serê Kaniyê girêdayî herêma Omerya em û dijmin ketin nava şerekî. Ev demeke dijminê li herêmê dest bi operasyonên lêgerînê kiribû. Em jî di mewziyên xwe yên şer de ne. Niha em bi dijmin re di nava şer de ne. Em şer dikin û li ber xwe didin." Di wê navberê de dengê Xebat bilind dibe û wekî Kemal û Xeyriyan, wekî Mazlûman, dibêje; "Berxwedan jiyan e." Di wê demjimêrê de tenê fikrek bi mirovan re peyda dibe, ew jî neketîbûna vîna Apoyî ye.

'EM Ê HETA FÎŞEKA XWE YA DAWÎ ŞER BIKIN'

Zana bi dewamî dibêje, "Niha em bi moral û coş in. Eger rojekê dengê me bigihêje hevalan, heval bila bizanibin em di nava berxwedanê de ne. Em ê nikaribin ji vir derbikevin. Em ê heta fîşeka xwe ya dawî şer bikin. Em ji hemû hevalan hez dikin. Baweriya me ji partiya me re heye. Yên beriya me jî çûn, bi bîr û bawerî bûn. Em serketî û bextewar in ku; Ew însanên beriya me bi bîr û bawerî ji me re pêşengtî kirin û me her tim rêya wan ji xwe re esas girt, ji vir şûnde jî em ê bikevin şûna wan. Em ê heya fîşeka xwe ya dawî şer bikin. Niha di encamê lêdanên me de dijmin paşde reviya ye û ji hewayî de bi bombeyan êrîşê me dikin. Bi rêbazên cûr be cûr em di nava şer de ne û bersivê pêwîst didin dijmin."

'WAN BANGA TESLÎMIYETÊ KIR, ME BOMBE AVÊT WAN'

Bêyî ku em qut bikin vî dengê dîrokî, ku bandoreke mezin li mirovan dike, Zana bi vî rengî dewam dike: "Niha saet 1:16 ye, dijmin di derdora 12:50’de hatin li ser mewziyên me. Em ê li bendê bin û heta fîşeka xwe ya dawî şer bikin. Piranî materyalên rêxistinê û amûrên di destê xwe de, ji bo piştî şehadeta me nekeve destê dijmin, me şewitandin. Li gorî wê me plansaziya xwe çêkirin û em ê heta dawiyê bi dijmin re şer bikin. Eger em bikaribin derfet ava bikin, em ê derbikevin, lê derfet nebe jî em ê nehêlin ku dijmin bi girtina me kêfxweş bibe. Niha dijmin li ber derî bangawaziya teslîmiyetê dike. Lê dema dijmin ew bangawazî kir, me weke bersiv bombe avêtin dijmin û ew paşde reviyan. Em li dijmin didin, ew jî bi êrîşên bombebaranê û fîşekan bi ser me de tên. Di navbera me û dijmin de şerekî dijwar diqewime. Biryardariya me heta dawiyê şer kirin e û em ê teqez li ser hîmê berxwedanê bersiva dijmin bidin."

'WÊ PKK BI SER BIKEVE'

Zana dibêje; "Dibe em li vir şehîd bikevin. Lê em heta dawiyê bawerin wê partî bi ser bikeve, wê ti caran nekeve. Em rexnedayina xwe didin giştî hevalan, rexnedayina xwe didin Serokatiya xwe û rexnedayina xwe didin gelê xwe" û Zana gotinên xwe bi dirûşmeya;  "Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo" bi dawî dike. 

'PARTIYA ME WISA YE KU DIKARE HER KESÎ DI NAVA XWE DE VEHEWÎNE'

Piştî Zana ji bo peyama xwe bide Xebat dest bi axaftinê dike û wiha dibêje; "Gotinên Heval Zana qediyan. Ev demeke dirêj bû me di nava PKK’ê de cihê xwe girtibû. Ji roja em tevlîbûne heta niha bi kêfxweşî û xwestekeke pir mezin em tevlî vê partiyê bûn. Her roj ku em tevlîbûn kêmaniyên me derketin, şaşitiyên me derketin, lawaziyên me derketin. Lê partiya me, partiyeke wisa ye ku dikare însanan bi her şeklî, di nava xwe de vehewîne. Em di vê jiyanê de kêm man. Me nekarî em bibin bersiva hevalên şehîd, eger em kêm nemaban, dijmin wisa nedikarî bi rehetî were axa Kurdistanê dagir bike û banga teslîmîyetê li gerîlayên Kurdistanê bike. Ev ji bo me bi xwe dilêşiyeke pir mezin e."

XEBAT DI KÊLIYÊN ŞER DE PEYAMÊ DIDE

Xebat jî wekî Zana biryardariya xwe dide nîşandan û peyamê dide, "Em vî tiştî qebûl nakin. Li hember vê bangê, ti wextê teslîmiyêt rêya me nîne. Heya deqa dawiyê, heta kêliya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em ê şer bikin. Şehadet bila weke Zîlan be, bila weke Mazlûm be, bila wekî Kemal be. Rêya me rêya wan e û em ji wê rêyê paşve venagerin."
Di wan kêliyan Xebat wekî fermandarî xwînsar ji Zana re dibêje; "…Zana dijmin hat, çend fîşekan biavêje, hat, hat…Hat ber devê qasê…" Di van kêliyan de şerekî giran destpê dike û Zana bersiva pêwist dide dagirkeriya dewleta dagirker. Xebat dewam dike û fermanên xwe didomîne. Xebat wisa dibêje, "Ango ji bo wî (Zana li vir mekanîzmaya çeka xwe dikşîne û ji dijmin re bi zimanê Tirkî, wiha dibêje, çi heye bê namûs?)…di vê mijarê de (Xebat li vir dîsa şer koordîne dike û ji Zana re dibêje, baldar bibe, dibe bombe biavêjin)… bila heval ti metirsî nebînin (Dîsa dengê Zana tê û hem bi dengê xwe, hem jî bi dengê çeka xwe bersiv dide dijmin…)

'EV RÊYA ŞEREF Û NAMÛSÊ YE'

Di van kêliyan de Xebat peyama xwe wisa dewam dike, "Ez cardin ji bo hemû hevalan serketinê dixwazim. Soza me daye hemû şehîdan, em dewrî we dikin, ev rêya şerefê ye, rêya namûsê ye. Divê ti kes di vê rêyê de gav paşde navêje. Em dizanin heval, di pêvajoyeke wisa de, şehadeteke wisa ango em bêjin wendahiyên wisa ku em îro bi we bidin jiyîn wê bi we pir giran bê. Lê bes vê zanibin, çi dibe bila bibe, em bi we bawerin, em bi rêxistina xwe bawerin, em şehîd jî bikevin, lê em ê di vê rêyê de careke din ez bawer dikim ku em ê hev bibînin." 

'JIN JIYAN E, JIN AZADÎ YE!'

Xebat peyama xwe bi van gotinên dîrokî bi dawî dike, "Cardin hemû heskirin û bêrîkirinên xwe ji hemû hevalên jin re û ji hemû hevalên gerîla re rê dikim. Di mijara têkoşîna zayendî de jî di nava jiyanê de bi hevalan re gelek caran nîqaşên me çêbûn. Ev rastiyeke ‘jin jiyan e, jin azadî ye’. Em di wê zanistê de ne. Em bawerin herkesê bikeve vê zanebûnê. Li ser vê hêmanê ez ji hemû hevalan re, ji Serokatî re, ji hevalên rêveberiya partiya me re, slavê xwe rê dikim. Ez dibêjim wê ti demê ala PKK’ê danekeve, wê her tim bilind bibe. Wê berxwedana PKK'ê her tim di asta herî jor de be û em jî wek mîlîtanên vê rêxistinê em ê jî her tim li ber xwe bidin, şer bikin û em ê hewl bidin vê alê bilind bikin." Wekî her mîlîtanekî Apoyî gotina dawî ya Xebat jî; "Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo, Şehîd namirin!" bû.