Hikumeta Iraqê daxwazeke sosret ji Şengaliyan kir: Darbestên xwe bi xwe bînin

Saziya Tipa Edlî ya Iraqê wê îro cenazeyên 39 qurbaniyên fermana Şengalê radest bike. Lê belê bi helwesteke sosret ji malbatên qurbaniyan xwest ku darbestan bi xwe bînin. Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ber vê nêzîkatiya sosret rabû.

Wezareta Bijîşkiya Dadwerî ango Tiba Edlî ya Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand, ku proseya tespîtkirina nasnameya cangoriyên fermana 3'yê tebaxa 2014'an a li Şengalê ya koma 5'an hatiye temamkirin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya 39 cangoriyên din ên fermanê hatine tespîtkirin û navê wan jî wiha ye;

1-Ayad Naîf Mirad
2-Izzet Hecî Xelef 
3-Xelef Meheme Mehmûd 
4-Izzet Eliyas Yûsif
5-Seydo Xelef Reşo
6-Zehrê Birhîm Osman 
7-Enwer Naîf Elî Osman 
8-Elî Hecî ‎Ado
9-Xatûn Mirad Salih
10-Eyran Faris Bedel
11-Kejê Eliyas Avdel 
12-Hûrê Hermûş Qasim
13-Koçer Xelef Hemo
14-Heyder Qasim Bazo
15-Mirad Fîras Xelef
16-Eto Kemo Cirdo
17-Elî Cemîl Xelef Şemo
18-Xwedêda Hesen Hîso 
19-Mîrza Kirêt Îdo
20-Elî Eliyas Yûsif
21-Ferhan Hecî Mirad Yûsif 
22-Sadiq Seyfo Emer
23-Mirad Mûsa Xelef
24-Miskîn Mûsa Xelef
25-Qasim Xwedêda Xinê 
26-Newaf Seîd Xelef
27-Çûko Elî Qûlo
28-Berkat Heso Mişko
29-Garis Yûsif Brahîm
30-Yûsif Brahîm Garis
31-Heyaf Salim Kirêt
32-‎Sadûn Miço Silêman  
33-Cirdo Qasim Xelef
34-Şîrîn Silêman Hesen 
35-Hecî Qasim Bekir 
36-Emîra Xalid Seydo
37-Êzdîn Brahîm Bişar
38-Sarê Pîso Kalî 
39-Seb'o Mihimed Seb'o

Tiba Edlî ya Iraqê her wiha diyar kir, ku 20'ê Hezîranê roja Sêşemê, wê cenaze radestî malbatan bên kirin.

Cenazeyên cangoriyan wê li dezgeha bijîşkiya dadwerî ya parêzgeha nînowayê bên wergirtin.

Lê belê ya sosret ew e, ku hikumeta Iraqê, ji bo wergirtina cenazeyan, kirîna darbestan li malbatan ferz kir. 

Di daxuyaniya tiba edlî ya Iraqê de, bi sernavê 'têbîniya girîng' de hate gotin, "Em teqezî li ser pêwîstiya anîna belgeyên fermî li gel xwe dikin û her wiha, anîna tabûtan ji bo bidawîkirina proseya wergirtina terman."

SAZIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN A ŞENGALÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ NÊZÎKATIYA SOSRET A HIKUMETA IRAQÊ DA

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, têkildarî nêzîkatiya sosret a hikûmeta Iraqê ya li hemberî cangoriyên fermana 3’yê Tebaxê 2014’an, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de hate bibîrxistin, ku Saziya Tiba Edlî ya Iraqê, ji malbatên cangoriyan xwestiye, ku tabût û kefenan ji bo cenazeyên xwe bînin.

Têkildarî vê daxwaza sosret hate gotin, "Ev nêzîkatiya Tiba Edlî, bû sedemê nerazîbûn û hêrseke mezin di nava civaka Êzidî de, bi taybet jî di nava malbatên şehîdan de. Ji ber ku tişta hikûmeta Iraqê dike, li beramberî hemû qurbaniyên fermanê û tevahiya civaka Êzidî, bêrêziya herî mezin e."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an, ku di ser re 9 sal derbas dibin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê got; "Heya niha bi sedan hestiyên şehîdên me, di nava gorên komî de ne û nehatine derxistin. Pêvajoya vekirina gorên komî ku ji 2019’an heta niha destpê kiriye, lê weke tê xwestin, hikûmet bi erkê xwe ranebûye  û bi awayek cidî li ser vekirina gorên komî nesekiniye. Ev nêzîkatî, bêrêziya li beramberî şehîdan û malbatên wan, her wiha tevahî Civaka Êzidî ye. Ji ber vê jî, divê ji aliyê civaka Êzidî ve  bi ti awayî neyê qebûlkirin û helwest bê nîşandan."

Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê ji bo helwesteke bi bandor jî, bang li civaka Êzidî û aliyên peywendîdar hemûyan kir.