Li Şirnexê 3 kes hatin girtin

Li navçeya Elkê ya Şirnexê ji 7 kesên ku hatibûn destgîrkirin, 3 kes hatin girtin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 17’ê hezîranê de li gundên Wargundik, Melîxa û Feraşînê welatiyên bi navê Fazil Aslan, Şehmus Aslan, Mazlûm, Aslan, Hecer Aslan, Kerem Abî û Şaban Abo hatibûn destgîrkirin. Her 7 kes, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Fazil Aslan, Cudi Aslan, Kerem Abi û Şaban Abo piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Şehmus Aslan, Mazlûm Aslan û Hecer Aslan jî bi hinceta îfadeya "şahidê nepen" hatin girtin.

Kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.