TJA û Dayikên Aştiyê çûn taziyeya li Bismilê

TJA û Dayikên Aştiyê, çûn taziyeya 9 kesên li Bismilê li ser erd hatin kuştin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Parlamantera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya, hevşeradên qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin, çûn taziyeya malbatên Taş û Alyamaç di bûyerên 15’ê Hezîranê de li gundê Şidada yê navçeya Bismilê ya Amedê hatin kuştin. Konên sersaxiyê, li gundê Şidada û gundikê Qeselê hatine danîn.

TJA û Dayikên Aştiyê, pêşîn çûn gundikê Sari Huseyîn û sersaxî xwest. Parlamenter Adalet Kaya, diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer û tundiyê mirov tên kuştin û got: “Lihevhatin di kevneşopiyên me de heye. Ji ber qewimîna vê bûyerê em xemgîn in.”

Şande, bi pişt re çû serdana konê sersaxiyê ku Şidadayê hatiye danîn. Dayika Aştiyê Havva Kiran wiha axivî: “Xwedê şifayê bide birîndaran. Sebirê bide malbatan. Bi qewimîna bûyerên wiha li Amedê, mirov xemgîn dibe. Divê pirsgirêkên wiha di navbeyna me de çênebin. Em Dayikên Aştiyê xemgîn in. Em ê destên xwe bidin hevûdin û aştiyê çêkin.”