Şêniyên Mexmûrê: Em ê heta dawiyê di vê rêyê de têbikoşin

Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi meşeke girseyî li ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava rabûn û got, "Wezîfeya me bicihanîna fermanên şehîdan e. Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê têbikoşin."

Şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî êrişên ku li ser Rojavayê Kurdistanê û hedefgirtina sivîl û siyasetmedaran tên pêkanîn şermezar kirin.

Bi kombûna gel ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ya wargehê meşekî girseyî destpê kir. Meşê heta ber parka Şehîd Aryen Cûdî domand. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Herwiha girêdan û piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re dan nîşandan. Piştî ku meş gihişt ber parka Şehîd Aryen Cûdî li wê derê di kesayeta Hevseroka Kantona Qamişlo Yûsra Derwêş û Cîgira Hevseroka Kantona Qamişlo Leyman Şiwês de ji bo tevayî şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê  deqiqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak ve hat dayîn.

Filîz Bûdak di destpêka axaftina xwe de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û herwiha jinên pêşeng Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cigirê wê Lîman Siwêş û ajokarê wê Firat ku ji aliyê balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) yên dewleta Tirk ya dagirker de hatibûn hedef girtin û tevlî karwanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn, bi bîranî û wiha got: “ Em di kesayeta Şehîd Yûsra, Leyman û Firat de hemû şehîdên şoreşa Rojava bi bîrtînin. Em ji gelê Kurd yê berxwedêr, têkoşer yê ku di nava vê rêwîtî û berxwedana bi rûmet de cih digre û ji Rêber Apo re sersaxiyê dixwazîn. Wekî gelê Kurd hem bi awayek çandî û hem bi awayek fîzîkî em di nava pencên qirkirinê de ne. Rêbertî ev rastiye bi salane diyar kiribû. Dewletên dagirkerên Kurdistanê, hêzên ku wan ji bo xwe didin bikaranîn ji bo ku gelê Kurd û Kurdistan nebe xwedî statû şerê sedsalan dane meşandin. Bi sedan salane ev şerê fîzîkî li dijî me tê kirin û di roja me ya îro de jî bi awayê herî dirindane û berdewam dike. Em îro her çiqasî hevalên xwe oxir dikîn jî, lê em dizanîn ku ew hêza me ne, ew artêşa me ya ku weke ruh, mejî me didin birêvebirin, têkoşîna me bilind dikin. Şehîdên me fermanê didin, em jî weke şopdarên rêya şehîdan fermanên wan pêktînin. Ew rê nîşanî me didin em heta serkeftinê di wê rêyê de dimeşîn. Şehîd dayîna jiyankirin û tolhildan, eve. Li ser vî bingehî em dibêjîn Şehîd Namirin, Şehîd Doza Me ne.”

Piştî axatinê meş bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ ‘Bijî Serok Apo’ ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.