Kêliyên dawî yên bi hêvî û berxwedanê yên du gerîlayan

Gerîla TV têkildarî 2 gerîlayên Îlona 2022'an şehîd bûn û di kêliyên xwe yên dawî de peyamek bi deng hiştin, dîmenekî bi sernavê 'Rûpeleke berxwedanê di dîrokê de' weşand.

Gerîla Xebat Kop (Yûnûs Kardagi) û Zana Rojda (Ramazan Guçlu) li herêma Omerya ya Mêrdînê şehîd bûbûn.

Herdu gerîla li dijî dagirkerên ku bi piştgiriya 6 balafirên şer û 2 helîkopteran êrîş dikirin, bi rojan şer kiribûn.

Di dîmen de yê ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin, hem kêliyên danasîna xwe ya gerîlayan hem jî peyama bi deng a beriya şehîd bikevin li pey xwe hiştibûn, hatin weşandin.

Di dîmen de Xebat Kop dibêje ku ew li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bûye, di sala 2013'an de li eyaleta Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bûye. Zana Rojda jî bi gotina 'Navê min ê li nava sîstemê Ramazan Guçlu ye" dest bi axaftina xwe dike. Zana Rojda diyar dike ku di sala 2014'an de li eniya Cûdî tevlî nava refên gerîla bûye.

Herdu gerîla di sala 2022'an de ji 4'ê Îlonê heta 7'ê Îlonê di şerekî giran de şehîd bûbûn.