TJA: Divê raya giştî li dijî êrîşên dewleta Tirk bikeve nava tevgerê

TJA’yê derbarê Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, daxuyanî da û got: “Divê raya giştî li dijî êrîşên li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bikeve nava tevgerê.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşê pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinê tê kirin û Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan, Hevrîn Xelef, Nagîhan Akarsel û Evîn Goyî hatin bîranîn ku bi koordînasyon yan jî êrîşên dewleta Tirk hatin qetilkirin.

‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊN KURD DI HEDEFÊ DE YE’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Tevî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, tişta ku îro bloka AKP-MHP’ê ya faşîst bi hêzên herêmî re dike armanc, ew e ku di sala sedemîn a Lozan û Komarê de têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike. Îro têkoşîna li Rojava li dijî DAÎŞ’ê tê dayîn û modela netewa demokratîk, ji gelên cîhanê yên çewisandî re bûye îlham. Ev heqîqet li holê ye. Em li dijî êrîşên Tirkiyeyê û hêzên herêmî ku pê re ketine nava tifaqên qirêj ên li hemberî Rojava û têkoşîna azadiyê ya jinê Kurd bang li raya giştî dikin ku bikevin nava tevgerê.”