Hewlêr bûye navenda nû ya MÎT'ê!

Alîkarê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Qereçoxê Reşad Gelalî têkildarî hebûna MÎT’ê ya li Mûsil, Kerkûk û Hewlêrê axivî û got, lihevkirinên aliyên herêmê û Iraqê bûye sedem zêdebûna tevgera MÎT’ê ya li Başûrê Kurdistan û Iraqê.

Teşkîlata Îstixbaratê ya PDK’ê Parastin û Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirk MÎT’ê bi hev re li Başûrê Kurdistanê kar dikin. Parastin li Başûrê Kurdistanê bi taybetî herêmên ku PDK lê serdest e, bûye çav û guhê MÎT’ê ye. Di her warî de rêberiyê jê re dike, diparêze, bi çek dike û dihewîne. Heta gihaye wê astê ji MÎT’ê zêdetir li dijî pêşeng û şoreşgerên beşên din ên Kurdistanê kar dike, zextê dike.

Alîkarê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Qereçoxê Reşad Gelalî têkildarî tevger û hebûna MÎT’ê ya li Mûsil, Kerkûk û Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî. 

‘BELGEYA HERÎ PIŞTRAST A HEBÛNA TIRKIYE BAREGEHÊN TIRKIYE YÊN LI BEHDÎNAN Û SÎDEKAN E’

Gelalî diyar kir ku bi vekirî û eşkere Tirkiye li herêma Kurdistanê ye, her wiha li ser asta Iraqê jî li Mûsilê hebûna wê heye. Ji bo piştrastkirina van gotinan belgeya herî baş ew e ku nêzîkî 28-30 navendên hikûmeta Tirkiye li herêma Behdînan heta Sîdekanê heye. Ev yek jî tê wê watê ku Tirkiye bi kêfa xwe li Hewlêr dîsa dezgeha MÎT û îstixbaratê li Hewlêrê di nava tevgerê de ye. 

‘HEWLÊR JI BO WAN BÛNE STARGEH’

Gelalî bal kişand ser bikujên şoreşger û welatparêzan ên direvin Hewlêrê jî ev agahî da: “Hemû bikujên têkoşer û şoreşgeran ên li Silêmanî şehîd dikin, berê xwe didin Hewlêrê. Ev yek tê wê wateyê ku Hewlêr ji bo wan bûye stargeh. Xweveşartina MÎT’a Tirk a li Hewlêrê ev yek bandoreke xirab e li ser karê netewî yê ji bo siberojê li herêmê bê kirin. Li gorî min wê ziyanek mezin bide hem siberoj û hem jî rûmeta Kurdan.

Alîkarê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Qereçoxê Reşad Gelalî wiha domand: "Piştî proseya azadî ya Iraq bi taybet van salên dawî peymanên di navbera Sine-PDK û Tirkiye belgeyeke hilnegire. Di encama vê hevpeymaniyê de, tevgera MÎT’ê ya li Mûsilê her wiha heta tevgera DAÎŞ’ê ya dema borî ya li Mûsilê peywendî bi vê tevgera Tirkiye ve heye. Pêşînegirtina Tirkiye ya li DAÎŞ’ê belgeya herî esasî ye dema Walîtiya Tirkiye li jêr destê DAÎŞ’ê bû, bê ku ziyanek bigihêjinê hatin azadkirin. Wate, hem aliyê Sune beşek in bi hikûmeta Tirkiye re, li gel vê ev lihevkirin wisa dike ku rola MÎT’ê li herêmên Sune zêdetir pêş ve biçe. Bi bawerin li Kerkûk û li Mûsilê jî tevgera wan ji berê zêdetir bûye.

‘HEBÛNA MÎT’Ê YA LI KERKÛK, MÛSIL, HEWLÊR Û BEHDÎNAN…’

Tevgera MÎT’ê ya bi rengek wiha fireh li ser asta Kerkûk, Mûsil û dîsa Hewlêr û Behdînanê û lihevkirina van hêzan ên ji bo ziyangihandina şoreşgerane. Ti guman têde nîne bi hemû derfetên xwe yên madî û menewî, heta asta ku dikarin bikin; alîkariya MÎT’ê dikin ji bo ziyangihandina şoreşgeran. Ez naveşêrim dixwazin tiştek din jî bêjim; xwespartina bikujên şoreşgeran a li Hewlêrê, ev yek beşek ji wê lîstika ku li ser asta herêma Kurdistanê tê kirine, di navbera MÎT û desthilatdaran a li herêmên sînore. 

‘YNK NABE BEŞEK JI LÎSTIKÊN MÎT Û HER ÇI SAZIYEK DIN KU BIBE SEDEMÊ ŞEHÎDBÛNA ŞOREŞGERAN’

Xalake din, YNK li ser xeta xwe tenezulê nake, ji bo bibe beşek li şehîdkirina şoreşgeran. Ji ber ku YNK salên borî, bûye beşeke parastina xeta netewî û niştîmanî. Ji xwe YNK li ser wî esasî hatiye avakirin. YNK nabe qet beşek ji lîstikên MÎT û her saziyeke din bibe sedema şehîdkirina şoreşgerên Rojhilat jî. YNK’ê êrîşên şehîdkirina şoreşgeran a li sînorên herêmê tim şermezar kiriye. 

Eger em bixwazin proseya demokrasiyê li herêma Kurdistanê xurt bikin, divê hewl bidin bi hemû aliyek rol û rista YNK’ê li proseya demokrasiyê xurt bikin. Lewazbûna rol û rista YNK’ê ya li proseya demokrasiyê ziyaneke mezin li ber proseya demokrasiyê dikeve. Îro êrîşên li ser şoreşgerên Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê encamên wê yekên e ku rol û rista YNK’ê ya ji bo demokrasiyê hatiye kêmkirine. Di vê mijarê de rola dagirkeran li ser vê heye, vê jî bi hevkariya hêzên lokalî yên navxwe dike. Li gorî min eger şoreşger û azadîxwaz dixwazin bi aram li tevger bikin, divê rol û rista YNK’ê vegere weke berê, bi hemû alî hewl bê dayîn ku rola YNK’ê bi hêz bike. Divê rola PDK’ê bê lewazkirin, ew desthilata li ser herêma Kurdistanê ferz dike, hemû alî hewl bidin vegerînin proseyeke rasteqîn a rêzgirtin li azadî û mafê kesî yên çi ji Bakur, Rojava û Rojhilat hatin. Ev kes hatine mala xwe, ev der beşek ji welatê dayîka wan e. Mafê wan heye li vir bi azadî bijîn, daxwaz û mafê xwe bînin ziman. Divê em hemû hevkar bin ji bo parastina vê herêmê. Eger ku em dixwazin çareseriyê bikin, divê em rûnin li ser maseyê diyalogê."

Li aliyê din li gorî malpera lekolin.org PDK li Hewlêr a weke kelha xwe û dîsa paytexta Başûrê Kurdistanê pênase dike, hema bêje li her navçe, gund û navendên girîng ji bo bicihbûna MÎT’ê û qetilkirina şoreşger û welatparêzên Kurd ên çi navxwe û çi jî parçeyên din ketine nava tevgerê. 

LI HEVKIRIN Û XALÊN LI HEVKIRINÊ!

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewle hatin girtin, demê dawî de têkiliyek xurt di navbera PDK û MÎT’ê de lihevkirinek hatiye îmzekirin. Li cihên ku PDK lê ne wê navendên nû yên MÎT’ê bên avakirin, ji xerciya wê bigire heta bicihkirin û parastinê li ser PDK’ê be. Di vê çarçoveyê de MÎT di bi navê hinek kargehên Kurd de ku ji 20-25 kesî pêk tên, li Mesîf û Enkawa cihên nû danîne. Li gorî agahiyan ev peyman hemû veşartî di çarçoveya leşkerî de hatine kirin. Hinek xalên vê ku bi dest Lekolin.org ketin û parvekirin wiha ne:

“-Leşkerên Tirk ên li qadên di bin kontrola PDK’ê de wê alikariyên madî û menewî bên kirin.
-Şandeyên taybet ên Tirkiye, wê di bin parastina PDK’ê de li Dîlmenê bicih bibin.
-Heta ku leşkerên Tirk li sînorên Iraqê be, wê bi PDK’ê re di nava hevkariyê de bin.
-Wê bi saya sîxûrên xwecihî PKK’yî bên tesbîtkirin. 
-Ji bo hêzên Zêrevan alîkarî hêzên Tirk bike, wê bi taybet bên perwerdekirin, ev hêz wê ji aliyê kurê Barzanî Mela Mustefa ve bê birêvebirin.
-Civînên bên kirin, wê Mela Mustefa jî tevlî bibe, biryarên wî nayên gotubêjkirin, tu kes xwe têkel nake.
-Wê li dijî PKK’ê operasyon bê kirin, wê hêzên taybet ên Zêrevan jî tevlî vê bibin.
-Hêzên Zêrevan û Tirk wê bi hev re qadên di destê PKK’ê de ne dagir bikin, wê li van qadan ji bo hêzên Tirk navendên nû bên avakirin.
-Wê çavdêrî, şopandin û agahiyên li ser nuqteyên PKK’ê ji bo cihên pêwîst bê şandin, bi balafirên keşfê yên Îsraîlê ji bi bo dîtina nuqteyên nû û bombekirinê bên bikaranîn.”

KEŞFA NUQTEYÊN NÛ JI BO DAGIRKERIYÊ

Li aliyê din li gorî agahiyên hatin girtin, di vê çarçoveyê de hêzên di bin rêveberiya Necat Elî Fatê yên hêzên PDK’ê ji bo hêzên dagirker ên Tirk nûqteyên nû çêbikin li herêma Xinêre dest bi keşfê kiriye. 

LI HER KESÎ GUHDARÎ DIKIN!

Li aliyê din derket holê ku Parastin a PDK’ê bi MÎT’ê re bi sûdgirtina ji teknolojiya pêşketî êdî guhdarî rayedar û rêveberên Iraqî, partiyên siyasî û komeleyan dike. Malpera Lêkolînê di nûçeyeke xwe de bal dikişîne ser vê mijarê û dibêje; ‘Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi cîhazên guhdarkirinê yên bi milyonan dolar ji Îsraîlê girtî bi rengeke pir rehet dikare derdor guhdarî bike.”

Cîhazên ku hatine girtin, hem Iraqê û hem jî geleperiya Başûr dikare bê guhdarkirin. Lêkolînê diyar kir ku bi vê cîhazê pratîk ê biçûk ji Kerkûkê bigire heta Mûsil, Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Zaxo û Bexdayê dikarin rayedarên hikûmetê û dîsa fermandarên asta jor a leşkerî guhdar bikin û ev hate parvekirin: “Îstixbarata Tirk û PDK bi guhdarkirinê têr nabin, heta malên şexsî û dîsa odeyên otelan ên li Bexda, avahiyên partiyên siyasî, komele bi şêwazeke peryodîk guhdar dike.” Bi vî rengî kesên ku tên guhdarkirin, bi rengên cuda neçarî îstifayê dike. 

‘MÎT’Ê XWE LI MÛSILÊ BIRÊXISTIN KIRIYE’

Berî niha bi demekê Berpirsê YNK’ê yê Mexmûr û Çavdêrê Siyasî Reşad Gelalî li ser tevgera MÎT’ê ya li Mûsil agahî parvekiribû û ev gotibû: “Li Mûsilê şandeyeke ya MÎT’ê ya 30 kesî heye. Armanca vê komê diyare ya li herêmê. Nêzî mehekê ye ku kar dikin, armanca wan zêdetir bandorê li ser pêkhateyên herêmê bike. Desthilata xwe li ser Şengal û derdorê wê ferz bike.”

‘HEBÛNA MÎT’Ê YA LI KERKÛK’

Salal borî jî belgeyek derketibû û hebûna MÎT’ê ya li Kerkûkê piştras bûbû û li gorî vê belgeyê ku ji aliyê Dezgeha Îstixbarataî ya Iraqê ya li Kerkûkê ve hatibû amadekirin û ji aliyên tevnên dijîtal ên ser bi Heşdî Şebî ve hatibû parvekirin ev agahî hatibû dayîn: “Belgeya ku bi dîroka 28’ê Hezîrana 2022’an a li ser, hefteya borî 10 wesayîtên ji wana 5 cûrê bi Toyota, 4 bi cûra Taho û 1 jî bi cûra Ram ku li ser navnîşanên MÎT’ê hebûn ji Hewlêrê ber bi Kerkûkê ve çûne.”

MÎT’Ê DIZÎ KOMÊN ÇETE YÊN SER BI TIRKMENAN PERWERDE DIKE Û JI BO ÎSTIXBARATÊ BIKAR TÎNE

Parlamenterê Kurd ê Kerkûkê yê Parlamenta Iraqê Şiwan Dawîdî sala 2018’an têkildarî mijara avakirin û rêxistinkirina van komên çete ya ji aliyê dewleta Tirk ve ji ANF’ê re ev agahî parvekiribû: "Beriya ku ev hêz bên avakirin, bi rêya MÎT'ê bang li berpirsekî eniyeke Tirkmen hate kirin ku bi navê Erşad Salî ku tê naskirin û li navçeya Yaçî ya girêdayî Kerkûkê ye. Dîsa bang li berpirsê eniya Tirkmen ku bi navê Hesen Toran ku tê naskirin hate kirin. Îstixbarata Tirk (MÎT) bi dizî van kesan bi wesayîtên taybet ji Kerkûkê bi Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî navçeya Silopiya ya Şirnexê dikin û li Fermandariya Gişî tên bicihkirin û perwerdekirin.”

SÛÎKASTÊN MÎT Û PARASTINÊ!

Bi xurtbûna tevnên îstixbaratî ya MÎT’ê û hevkariya Parastinê em dibînin taybet li Silêmanî û derdorî wê êrîşên sûîkastî yên li ser welatparêz û şoreşgeran pir zêdetir bûye. 

Di serî de 16’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondû ku ji Bakurê Kurdistanê ye hatibû hedefkirin û ji êrîşê bi giranî birîndarî filitîbû.

Di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa êrîşa endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û şehîd bûbû.

Bi rêzê ve şeva 17’ê Gulana 2022’an welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin, 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê rojê heta îro jî derbarê vê bûyerê û dîsa kujeran de ti agahiyek nehate parvekirin.

Bi destê ajan û nokerên dewleta Tirk a mêtinger qirker di 28'ê Tebaxa 2022'an de ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal) hate qetilkirin.

Dîsa li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê 4’ê Cotmeha 2022’an Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel şehîd bû.

Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê 17’ê Nîsana 2023’an di encama êrîşeke çekdarî de li hemberî Huseyîn Turelî hate qetilkirin. Li hemberî Turelî berê jî êrîşek çekdarî hatibû kirin û birîndar bûbû.

Herî dawî Endamê Komeleya Karkerên Mezopotmayayê Hûseyîn Arasan 9’ê Hezîrana 2023’an li ber avahiya komeleyê êrîşek bi çekê li ser hate kirin û 10’ê Hezîranê li nexweşxaneyê şehîd dibe.

KIRYAR LI SILÊMANÎ KUJER LI HEWLÊR DIHEWIN

Di tevahî van bûyerên li Silêmanî rûdayîn em dibînin bê ka têkiliyek çawa ya xurt a Parastin û MÎT’ê heye û çiqasî xwe organîzekiriye. Her wiha sûîkast li Silêmanî û bikuj jî piştre direvin Hewlêr û li navendên MÎT’ê û Parastinê tên hewîn û parastin. Bikujê Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojî Nagîhan Akarsel piştî kiryarê direve Hewlêr di benda dawî ya kontrolê ya Koyê û Hewlêrê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê girtin. 

Li ser giştî bûyeran û van tevgeran heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ti agahiyek nedaye, xwe lê ker, kor û lal kiriye. Tevî ku zêdetire deh rojin ser cînayeta Huseyîn Arasan re derbas bûye, en asayîş, ne jî rayedareke siyasî yê Başûrê Kurdistanê ti agahî parve nekiriye. Ev jî gumanên mirovan zêdetir dike yên li ser kiryarên wiha.