PJAK’ê ji ber şehîdbûna Derwêş, Şiwêş û Tûma sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwest

PJAK’ê bi peyamekê êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kir ku tê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkarê wê Leyman Şiwêş û ajovan Firat Tûma şehîd bûn. Sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwest.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi peyamekê sersaxî li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

PJAK’ê êrîşa artêşa Tirk a dagirker weke êrîşeke sûcê mirovahiyê pênase kir û bi tundî şermezar kir.

PJAK’ê destnîşan kir ku di demê dawî de bi êrîşên nemerdane gelê Kurd ê mezlûm ê sivîl dike hedef û şehîd dixe û got: “Êrîşên ku li ber çavê raya giştî ya cîhanî ku îdîa dike rûmeta mirovahî û demokrasiyê diparêze û bêdengiya hêzên hegemon tên kirin, sûcên li hember mirovahiyê ye. 

Hevrêyên me Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkarê wê Leyman Şiwêş û ajovan Firat Tûma di encama lihevkirina dijminê gelê Kurd de şehîd bûn. Bê şik û guma bi saya têkoşîna gelê Kurd û taybet têkoşîna Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekîtiya gelê me û ewladên wê yên fedekar ên li dijî dijmin destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Wê têkoşîna yekbûyî ya gelan serketinê bîne.”