HPG'ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Berxwedana destanî ya van hevrêyên me yên fedaî ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya sûdwergirtinê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Artêşa Tirk a dagirker ku dixwaze xeyalên xwe yên mêtingeriyê û siyaseta xwe ya qirkirinê bibe serî, ji 25'ê Gulana 2022'an û pê ve li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşên dijwar dike. Li dijî van êrîşên dijmin, hevrêyên me Aryena, Canfeda û Pale ku di nava tîmên bi tevger ên li qada Girê Cûdî cih digirtin, bi rojan bi rengekî fedaî şer kirin û nehiştin ku dijmin li qadê bi cih bibe. Hevrêyên me Aryena, Canfeda û Pale bi berxwedana xwe ya bêhempa derbên giran li dijmin xistin, di heman demê de xeta têkoşînê ya li dijî dijmin zelal kirin. Berxwedana destanî ya van hevrêyên me yên fedaî ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya sûdwergirtinê, di serî de qada Cûdî li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl derseke dîrokî da dijmin. PHevrêyên me Aryena, Canfeda û Pale piştre bûn bingeha operasyonên şoreşgerî yên li qadên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Şehîd Pîrdogan û bi biryardariya xwe ya li ser têkoşîn û berxwedanê bûn pêşengên şerê li dijî dagirkeran.

Di serî de malbatên hêja yên ku hevrêyên me yên fedaî Aryena, Canfeda û Pale tevlî têkoşîna me ya azadiyê kirin û tevahiya gelê me, ji ber ku lehengên bi vî rengî ji nava xwe afirand, divê bi wan serbilind bin, xwedî li têkoşîna wan derkevin û hîn mezintir bikin. Em weke hevrêyên wan, soz didin ku xeyalên hevrêyên me Aryena, Canfeda û Pale bi cih bînin, di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Aryena Welat
Nav paşnav: Dîlan Dûrmûş
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Pakîze-Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

Nasnav: Canfeda Sîpan
Nav paşnav: Serhat Ogmen
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Melek-Nîhat
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

Nasnav: Pale Kobanê
Nav paşnav: Ahmed Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Naîle-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

ARYENA WELAT

Piştî ku partiya me PKK di destpêka salên 1990'î de li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê girseyî bû, dewleta Tirk a dagirker ji bo gelê me ji partiya me dûr bixîne û bike dijmin, gelek rê û rêbaz ceriband. Şewitandin û valakirina gundan, sîstema cerdevaniyê çend ji van rêbazên sereke ne. Lê belê xelkê me ku berê xwe li azadiyê ye, bi dilsoziyeke mezin xwe li PKK'ê girt ku navê jinûve hebûnê ye, ewladên xwe yên herî hêja tevlî nava refên azadiyê kir, bi vî rengî bersiv da van polîtîkayên dijmin. Malbata hevrêya me Aryena ku ji Tetwan a Bedlîsê ye, li zexta cerdevaniyê ya dijmin rast hat, lê belê tawîz ji rûmeta xwe neda. Dijmin gelek caran êrîşî vê malbata me ya welatparêz kir, zext lê kir. Piştî ku gundê wan hate şewitandin û valakirin, ji neçarî koçî Stenbolê kir ku metropolekî Tirkiyeyê ye. Lê belê ti carî çand, zimanê Kurdî neterikand, dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê dewam kir, xeleka qirkirinê ya ku dijmin dixwest bixe stuyê wan, şikand. Hevrêya me Aryena li nava malbateke bi vî rengî welatparêz û hêja, li cihekî dûrî welatê me Kurdistanê ji dayik bû, bi çanda bingehîn a Serhedê mezin bû ku ji malbata xwe girt. Ji ber vê yekê ti carî ji cewhera xwe qut nebû, dilê wê timî bi welêt lê dida. Komkujiyên ku dijmin li Kurdistanê dianî ser jin, zarok, tevahiya gelê me, dîlgirtina Rêberê me ku sedema hebûna me ye, bi hevrêya me Aryena re hêrseke mezin çêkir. Mîna her ciwanek û jineke Kurd a bi wijdan nekarî xwe li vê rewşê rabigire û biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîna herî xurt a li dijî dewleta Tirk a qirker bi mayina li nava refên gerîla dibe û sala 2019'an beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Aryena bi eşq û îdîayeke mezin tevlî nava refên greîla bû, hîn di destpêka gerîlatiyê de tevlîbûnek bi rengê fedaîtiyê ji xwe re kir esas. Ji ber vê yekê jî bi perwerdeyê û alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de pêngavên mezin di kesayetiya xwe de avêt, bû gerîlayeke şareza. Di nirxandineke xwe de ji bo jiyana PKK'ê got 'Jinûve vejîn, jinûve hebûna mirovan, rizgariya ji koletiyê ku dijmin li me ferz dike'. Demekê li Heftanînê û Garê kar kir, bi pratîka xwe ya serketî li pêş bû û weke milîtaneke YJA Starê pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bi hêrsa di dilê xwe de ya li dijî dijmin, her roj hîn bêhtir têkoşiya, ji bo pêkanîna xeyalên fedaîbûnê û bersiva ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me tevlî nava karên Hêzên Taybet bû.

Bi perwerdeya li nava karên Hêzên Taybet her roj tiştên nû hîn bû, xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojî ve roj bi roj xurtir kir. Bi taybetî di felsefeya azadiya jinê de ya Rêberê me xwe kûr kir, ji bo bibe jineke azad bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû. Lê belê pê zanîbû ku bi fedaîtiya bi rengê Zîlan, baweriya bi rengê Bêrîtan, dilsoziya bi rengê Viyan dikare azad bibe, ji bo vê armanc xwe jî fedaîtî weke rêbazeke jiyanê nirxand. Hevrêya me di her kêliya jiyanê de fedaîbûn temsîl kir, di têkiliyên hevrêtiyê de, di her wezîfeyê de bi ser ket, li ser xeta fedaîtiyê meşiya. Hevrêya me Aryena ku ji dil û pak bû, bi vî rengî li hevrêyên xwe nihêrî, nêzîk bû. Her wiha bi asoyê xwe yê fireh ê wateyê, hewl da ku her hevrêyên xwe fêhm bike, wan hîs bike û xwe kir pêşenga hêza çareseriyê. Hevrêya me Aryena lêkolîn dikir, qîma xwe bi ya heyî nedianî, her tim tiştên nû eşkere dikir, bi van taybetmendiyên xwe di demeke kurt de ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya hêz û moralê. Li pêşberî bedewiya cografya Kurdistanê ku berê nedîtibû, mat may, bû heyranê wê û xweza hîs kir, fêhm kir.

Bêguman hevrêyeke me ya fedaî ya ewçend bedew, helwesta wê ya li dijî dijmin jî wê gelekî zelal û tund bûya. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bû yek ji wan hevrêyên me ku bersiva destpêkê da. tevî tîma bi tevger, çawa ku dijmin xwe danî qadên gerîla, derb lê da. Li hemberî êrîşên giran ên dijmin, bi hevrêyên xwe di heman çeperê de bi rengekî fedaî şer kir, bi wêrekiya xwe pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Naskirina hevrêyeke ewçend hêja, şerê li gel wê di heman çeperê de ji bo me şensek bû û em soz didin ku xeyalên wê yên azadiyê teqez pêk bînin.

CANFEDA SÎPAN

Hevrêyê me Canfeda li nava malbateke hêja û welatparêz a ji Elcewazê ji dayik bû ku bi eslê xwe ji Wanê ye. Ji ber ku malbat û derdora wê welatparêz bû, hîn di temenê biçûk de partiya me nas kir. Bi hişmendiya welatparêziyê û çanda Kurd a qedîm mezin bû. Ji derdora hevrêyê me Canfeda, gelek tevlîbûn li nava refên şerê me yê azadiyê û hebûna gelê me çêbû. Gelek hevrêyên me ku di vê oxirê de bi têkoşîna xwe ya destanî ya dîroka me navê xwe nivîsîn û şehîd bûn, xizmê hevrêyê me Canfeda bû. Hevrêyê me Canfeda jî bi bîranîna wan mezin bû. Xwedî kesayetiyekî welê bû ku zilm û zext qebûl nedikir, îsyankar bû. Xwedî feraseteke welê bû ku xwe ji derdora xwe berpirsyar didît. Di zarokatiyê de bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû û bi jiyana xwe fêhm kir bê gerîla çima li serê çiyê ye. Hewl da fêhm bike ku dagirkeran welatê me parçe kirine, bi polîtîkaya xwe ya asîmîlekirina çand, zimanê me, me tune bike. Hevrêyê me Canfeda li dijî van kiryarên li dijî mirovahiyê bû xwedî kîn û hêrseke mezin. Fêhm kir ku tenê bi nerazîbûna hestewarî il dijî dagirkeran têkoşîn nikare bê meşandin û kete nava lêgerînê. Têkoşîna me ku li Kurdistanê veguheriye heqîqetê, ji bo her lêgerînerên azadiyê bû rawestgeha destpêkê. Hevrêyê me Canfeda jî ji ber welatparêziya derdora xwe, dest bi naskirina têkoşînê kir û hîn bêhtir bala xwe çû ser têkoşînê. Her ku dixwend û bi pêş ve çû, haya xwe ji berpirsyariyên xwe çêdibû û bi rengekî çalak tevlî kar bû. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên rejîma Tirk a faşîst her roj hîn bêhtir hevrêyê me Canfeda ji sîstemê dûr dixist û bûn sedem ku nakokiyên wî yên heyî zêdetir bibin. Piştî ku pê hesiya tenê bi sexte, derew û xwe înkarkirinê dikare cihê xwe di nava rejîma faşîst de bigire, xwendina li dibistanên dagirkeran red kir û dest jê berda. Têkoşîna xwe têrker nedît, piştre baweriya xwe pê anî ku divê biryareke hîn radîkal bide. Pêkhatina Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi îdeolojiya Rêber Apo, baweriya jiyaneke azad jinûve da mirovahiyê. Bi taybetî li parçeyên din jî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin û bû çavkaniya moralê. Destketiyên şoreşê ji bo hevrêyê me Canfeda bû sedema kêfxweşiyeke mezin. Hevrêyê me Canfeda fêhm kir ku li pişt DAÎŞ'ê ya ku êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava dike dewleta Tirk a mêtinger heye, lewma biryara xwe da. Baweriya xwe bi wê anî ku li dijî dewleta Tirk a dagirker divê têkoşîneke xurt a çekdarî bê meşandin û sala 2014'an li Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Canfeda ku li Xerzanê dest bi gerîlatiyê kir, perwerdeya xwe ya destpêkê li wir dît. Hevrêyê me Canfeda pêvajoya heyî ji bo xwe kir firsend, xwe bi pêş ve bir û zû hînî gerîlatiyê bû. Bi kesayetiya xwe ya çalak û baldar, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Tevî ku nû tevlî bûbû, bi sekn û kesayetiya xwe ya li pêşketinê vekirî, li herêma Xerzanê tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê pêk anî. Hevrêyê me Canfeda her ku hewldanên hevrêyên xwe dît ên ji bo pêşvebirina wî dihatin kirin, kete bin bandora vê yekê, ji bo hêjayî vê eleqeyê bibe, kedeke mezin da. Piştî ku pêvajo qediya, bi rengekî çalak tevlî pêvajoya şer bû, bi rola xwe rabû. Di vê pêvajoyê de bi rengî bêşens birîndar bû û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî ku tedawiya wî qediya, ji bo li dijî DAÎŞ'ê şer bike ku bûbû belayê serê mirovahiyê, gelek caran pêşniyar kir. Bi israra xwe ya zêde, pêşniyara wî hate qebûlkirin û li Kerkûk û Mexmûrê bi rengekî çalak tevlî gelek pêngavên li dijî DAÎŞ'ê bû. Wezîfeyên xwe yên li vê derê bi serketî bi cih anî û piştre vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrêyê me Canfeda ji hêjayî jiyana Apoyî bibe, bû şopdarekî bêeman ê şoreşgeriya xetê. Tevlîbûna bi rengekî rast timî ji xwe re kir bingeh, bi kûrbûn, heybet û wêrekiya xwe, jiyana Apoyî jiya, bi hevrêyên xwe da jiyîn. Ji roja ku tevlî nava refên têkoşînê bû û heta şehadetê pêşengî ji têkoşînê re kir. Wezîfe û berpirsyariyên xwe bi eşqeke mezin bi cih anî. Ji bo bibe milîtanekî fedaî ya Rêber Apo, di her kêliyê de şoreşgerî ji xwe re kir esas. Her ku pirtûkên Rêberê me dixwend, bi xwe hesiya, hewl da îdeolojiya Rêber Apo fêhm bike û bixe meriyetê. Li ser bingeha paradîgmaya me ya azadîparêziya jinê, ekolojîk demokratîk xwe perwerde kir û kûr bû. Xwe bi cewhera îradeya Apoyî re kir yek, ku li cîhanê pratîkeke mîna vê nîne. Li nava refên partiya me bi rengekî tund û radîkal nîqaşa çîn û zayendî meşand. Ji kesayetiya ku sîstem û dewleta Tirk a faşîst dixwazin li ser gelê me ferz bike, bi rengê verişînê hewl da jê xilas bibe. Her ku xwe analîz kir û fêhm kir, wate û hest jî tehm kir. Hevrêyê me Canfeda bi jiyaneke derwêşane ji xwe re diyar kir. Bêyî ku raweste, temploya xwe bi rengekî aram her tim bilind kir, dilsoziya xwe ya bi Rêberê me, şehîdên me û têkoşînê her tim bi pêş ve bir, ji biçûkanî ber bi mezinahiyê ve hilkişiya. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên sîstemê, xwe bi îdeolojiya Rêber Apo xemiland. Hevrêyê me Canfeda ji bo bibe milîtan-kadroyekî pispor ê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk xwe di gelek branşan de bi pêş ve bir. Bi eleqeya xwe ya ji bo hînbûn û pêşketinê bû gerîlayekî pispor û profesyonel. Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê destpêkê li herêma Heftanînê li refên herî pêş bersiv da. Bi gelek çalakiyên xwe, xwe ispat kir û di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Li Heftanînê gelek caran birîndar bû, birîndarî jî li pêşiya xwe nekir asteng. Zû rehet bû û careke din derbasî eniya şer bû. Hevrêyê me Canfeda ku kadroyekî pêşeng bû, zanîbû ku nabe bi rengekî ji rêzê tevlî bibe, bi giraniya berpirsyariya xwe zanîbû û mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Di operasyona dagirkeran a li ser Heftanînê de ji bo nekeve destê dagirkeran mîna Bêrîtan û Rustem teslîmiyet qebûl nekir, xwe ji zinar avêt. Tevî ku bi giranî birîndar bû, bi hêvî û baweriyeke mezin a ji serketinê, ji vê yekê jî xilas bû. Li gel ewqas keda xwe ya zêde, têkoşîna xwe têrker nedît, ji bo li ser rastiya Rêber Apo û şehîdan, xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Canfeda ku bi sekn û tevlîbûna xwe milîtanekî fedaî yê Rêber Apo bû, bû xwedî kesayeteke şoreşger a yekbûyî. Hevrêyê me Canfeda li ku derê wezîfe hilgirt ser milê xwe li wir ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin, bi sekna xwe ya bi pîvan û tevlîbûna xwe ya bi moral ji bo derdora xwe bû çavkaniya coş û kêfxweşiyê. Dema ku bi ser dagirkrean ve diçû, bi wêrekî û daxwaza xwe ya bêdawî ya hilanîna tolê, derbên giran li dagirkeran xist, bû milîtanekî pêşeng ê mînak. Di bicihanîna Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de pratîkeke bêeman nîşan da, ji Heftanînê destpê kir û heta şehîd bikeve di pêşvebirina rêbaza şerê tîm ê bi tevger de tevkariyeke cidî kir. Hevrêyê me Canfeda li ser xeta Zîlan a ku rastiya me ye, sekna fedaî ya Savaş, Erdal, Delal, Sara û Rûken ji xwe re kir armanc û bû şopdarê van hevrêyan. Xwe fedaî Rêber Apo, şehîdên me, têkoşîna me kir.

Hevrêyê me Canfeda di operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo tasfiyekirina tevgera me da destpêkirin, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tevlî berxwedanê bû. Cihê xwe di nava tîmên me yên bi tevger de girt ku destwerdana destpêkê li dagirkeran kir. Artêşa Tirk a dagirker xeyala wê yekê dikir ku di demeke kurt de herêmê dagir bike, serketina xwe ragihîne, lê belê hevrêyên me yên fedaî bi îrade û daxwaza Apoyî ya di ser îradeya mirovî re, berxwedaneke destanî kirin û xeyal û armancên dagirkeran pûç kirin. Yek ji van hevrêyên me yên fedaî hevrêyê me Canfeda bû. Hevrêyê me Canfeda û hevrêyên pê re têkoşiyan, li dijî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên artêşa Tirk a dagirker bi îrade û biryardariyeke mezin şer kirin û rê nedan dagirkeran. Yek ji afirînerên vê serketina li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bû, ku li wê herêmê dagirker neçar man birevin û bi rengekî bêexleq nêzî leşkerên xwe jî dibû. Hevrêyê me Canfeda di vê operasyonê de bi fedaî û lehengî têkoşiya, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. 

PALE KOBANÊ

Hevrêyê me Pale di malbateke welatparêz de li Kobanê ji dayik bû. Ji ber ku xizmên wî û ji malbata wî mirov beşdarî nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûne û şehîd bûne, wî ji zaroktî ve têkoşîna me nas kiriye. Hevrêyê me Pale ku di dema pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî ciwaniya xwe dibû, di ciwaniya xwe de bûye şahidê geşedanên erênî yên di nava civakê de û ji atmosfera azadiyê gelekî bi kelecan bû. Bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku tê wateya bihara gelên li Rojava, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê ev şoreş wekî dawiya polîtîka û planên xwe yên mêtinger dibîne, êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava û nirxên wê kir û xwest şoreşê ji holê rake. Ji ber vê jî li dijî gelek herêmên Rojava êrîş kir lê bi berxwedaneke dîrokî re rû bi rû ma. Çeteyan di sala 2014’an de bi hemû hêza xwe û bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrîş birin li ser Kobanê ku yek ji navendên Şoreşa Azadiyê ya Rojava ye. Berxwedana ku li Kobanê bi hewldanên sermirovî pêş ket û wê bi pêşengiya milîtanên Apoyî bibe mijara destanan, ne tenê li ser bi hezaran ciwanên Kurd, li ser hevrêyê me Pale de jî gelek şopên kûr hişt. Ew di vê berxwedana dîrokî de bû şahidê fedakarî û şehadeta gelek hevrêyên me û ji berxwedana wan a fedaî bandor bû. Ev berxwedana dîrokî di hişê Hevrêyê me Pale de her tim zindî maye û bûye sedema sereke ya têkoşîna wî.

Di sala 2016’an de dema ku gihaşt asta ku bikaribe li ber xwe bide û destkeftiyên gelê me biparêze, bêyî dudilî ji bo têkoşînê ket nava refên hêzên azadiyê yên Rojava. Bi perwerdeya ku dît re xwe gihand asteke leşkerî û bîrdozî û cihê xwe di eniyên berxwedanê de girt. Hevrêyê me Pale ji bo hesap ji qetlîamên çeteyên DAÎŞ’ê bipirse û tola gelê me yê sivîl hilîne, tevlî pêngava Dêrazorê bû. Li vir di eniyên pêş ên şerê li dijî çeteyan de cih girt û bi tevlîbûna gelek çalakiyan hêrsa xwe xist pratîkê. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar a li vir ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û erka xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cih anî. Piştre dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir wî jî berê xwe da Efrînê. Hevrêyê me Pale li vê eniyê zû hînî şert û mercan bû û berxwedana xwe roj bi roj mezin kiriye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker nekarî li hemberî şervanên azadiyê bi ser bikeve êrîşî gelê me yê sivîl ki û van qetlîamên li ser gelê me yê sivîl hêrsa hevrêyê me Pale zêdetir kiriye. Ji ber vê yekê difikirî ku şerê li dijî dagirkeran divê li ser xeta fedaî be û li gorî vê jî beşdar bû. Hevrê Pale ku piştî şerê Efrînê tecrubeyeke leşkerî ya mezin bi dest xistibû, ji bo ku wî bigihîne asta pisporiya leşkerî û şervanbûna jêhatî, perwerdeya çekên giran dît. Hevrêyê me yê ku fêrî bikaranîna gelek çekan bû, zanebûneke girîng a taktîkî bi dest xist. Piştre weke şervanekî pispor berê xwe da herêma Dêrezorê û beşdarî pêngava dawî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû. Di şerê li dijî çeteyan de roleke girîng lîst û weke milîtanekî pêşeng, ji hêviyên hevrêyên xwe re bûye bersiv. 

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê hevrêyê me Pale xwest li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şer bike û tola êrîşên li ser gelê me hilîne. Wî fêm kir ku rêya pêkanîna vî tiştî tevlîbûna nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê ye. Wî bawer dikir ku rêya zindîhiştina hevalên xwe yên şehîd jî bi tevlêbûna nav refên gerîlayan dikare pêk were. Ji ber vê bi daxwaz, kelecan û coşeke mezin berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrêyê me Pale ku ji bo ku hînî çiyayan bibe, ji perwerdehiya jiyanî derbas bûye. Di vê pêvajoyê de bi beşdariya xwe ya cewherî, hevrêtiya xwe ya samîmî û girêdana xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî, baweriya hevalên xwe bi dest xistiye.  Wî sûd ji tecrubeyên hevalên xwe stendiye û bi lêhûrbûnan jî roj bi roj xwe ava kiriye. Di vê pêvajoyê de şehadeta hevrêyên wî bandoreke mezin li ser wî kiriye û wî jî biryar daye têkoşîna xwe mezintir bike. Li ser vî esasî tevlî nav xebatên Hêzên Taybet bûye û bi perwedehiya ku stendiye, ruhê fedaî yê di dilê xwe de bi îdeolojiya Apoyî xwedî kiriye û fedaîbûn wekî teşeyeke fedaî jiyaye. Hevrêyê me her kêliya xwe daye lêhûrbûna ji bo tolhildana hevalên xwe û bîranîna wan zindî bihêle û li ser vî esasî ji hevrêyên xwe re bûye mînak.

Hevrêyê me Pale ku ji roja destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt û di nav yekîneyên gerok de bû yên ku derbeya pêşîn li dagirkeran dida. Hevrêyê me Pale ku bi cesaret, sekn û helwesta xwe ya bênavber a li hember dijmin, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrê Pale heta nefesa xwe ya dawîn bi fedaî şer kir û tevlî nav karwanê şehîdan bû."