Balafireke bêmirov li Qendîlê ket, gerîla dest danî ser

Balafireke bê mirov a bombebarkirî ya bi tîpa Bayraktar TB2 a dewleta Tirk a dagirker, li qadên gerîla kete xwarê.

Balafira bêmirov a bombebarkirî ya bi tîpa Bayraktar TB2, li qada Girê Savaş a Qendîlê di êvara 14'ê Hezîranê de kete xwarê.

Li gorî çavkaniyên gerîla, balafira dewleta Tirk ji kontrolê derket û kete xwarê.

Parçeyên balafirê ji aliyê gerîla ve hatin desteserkirin. Li ser balafira kete xwarê nûmaraya T175 tê dîtin.

Di dîmen de ku gihîşt ANF'ê, gerîlayek parçeyên balafirê nîşan dide ku ji ber xwe ve kete xwarê.

Gerîla dibêje, "Balafirên bêmirov ji xwe li vir kêm nabin, lê belê em hatin ser cenazeyê yek ji wan."