Şêniyên Mexmûrê berê xwe dan şîna Mihemed Gabar û Zozan Omer

Şêniyên Mexmûrê berê xwe dan şîna ji bo Mihemed Gabar û Zozan Omer hatî vedan. Mihemed Gabar û Zozan Omer di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava de şehîd bûbûn.

Ji bo mamoste Mihemed ku hemwelatiyê Wargeha Mexmûrê bû û nêzî şeş sal bû li Rojavayê Kurdistanê Mamostatî dikir, di encama êrîşek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku di 14’ê Hezîranê de li gel hevjîna xwe Zozan Omer de şehîd bûbû konê sersaxiyê hat vedan.

Bi kombûna hemû sazî û meclîsên wargehê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan berê xwe dan konê sersaxiyê. Bi gihiştina gel a li ber konê sersaxiyê di kesayeta Mamoste Mihemed Gabar û hevjîna wî Zozan Şirîn de, ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Husên Guzereşî axivî.

Husên Gozereşî di destpêka axaftina xwe de Mamoste Mihemed û hevjîna wî Zozan Şirîn bi bîr anî û wiha axivî: “Wek tê zanîn dewleta Tirk a dagirker bi her awayî ji bo tunekirina gelê Kurd û tevgera azadî êrîşek hovane pêk tîne. Dewleta Tirk herî dawî beriya 8 salan plana çokdanînê ya ku daye pêşiya xwe li hemû qadan ango li çiya û her çar parçeyên Kurdistanê bêyî ku sînoran nas bike, her wiha bêyî ku zarok, jin, pîr û kalan cûda bike bi her awayî êrîş kirin. Bi wê ve girêdayî li qadên çiya hemû cûrên çekên kîmyawî bi kar anî, lê dîsan jî bi berxwedana Rêber Apo û şagirtên Rêber Apo encam negirtin. Herî dawî piştî kabîna xwe ya nû avakirin, ji bo bigihin armanca xwe li hemberî xelkê Mexmûr, Şengal, Silêmanî û Rojavayê Kurdistanê êrîş dijwartir kir û bi sedan kesên siyasetmedar, rewşenbîr û hwd ku yên li Bakurê Kurdistanê hatin girtin, bi wê ve girêdayî tecrîda ku li ser Rêbertî girantir kir. Lê bila baş bizanibin heta ku şagirtên Rêber Apo û gelê Kurd ku li ser felsefe û îdeolojiya Rêbertî hatine perwerdekirin yên weke Mihemed hebin, wê ti carî negihijin armanca xwe. Mihemed jî demekê li wargehê ji bo perwerdekirina gelê xwe xebat da meşandin. Piştî demekê derbazî Rojavayê Kurdistanê bû û li wêderê karê mamostatiyê li wir dewam kir. Wek me di serî de jî got dijminekî hove, ji ber ku ji felsefe û îdeolojiya Rêbertî ditirsin, bi taybet li cihê ku felsefeya Rêber Apo lê hatî rûniştkandin êrîşî wêderê dike. Lê bila bizanibin gelê Kurd ne gelê berê ye, yê ku li ser bîrdozî û îdeolojiya Rêbertî hatine perwedekirin, êdî nikarin tune bikin. Li ser vî bingehî em dubare dibêjin serê Rêbertî, gelê Kurd ê azadîxwaz, malbata hêja û xelkê Wargeha Memxûrê sax be.”

Her wiha li ser navê malbatê bavê Şehîd Mihemed Gabar, Evdirehman axivî û destpêkê xêrhatina tevahî xelkê amade kir û da zanîn ku bi hatina xelkê wargehê re hemû xemên wan sivik bû û wiha peyîvî: “Bila ew dijminê hov yê ku ewqas bi teknîka xwe ya pêşketî bi bawer, bizane ku em bi îradeya xwe, felsefe û îdeolojiya ku Rêber Apo dayî me sed qat ji wan bi bawertirin. Bila ti carî nebêje ez ê gelê Kurd têk bibim, îro êrîşa ku hatî kirin li ser mamosteyan, xwendevan, siyasetmedaran û hwd ye. Ji bo vê jî em soz didin heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li hemberî dijmin li ber xwe bidin û em ê xewn û xeyalên van şehîdan bigihînin serkeftinê. Em jî dibêjin destpêkê serê Rêber Apo sax be, serê malbata Zozanê sax be û serê tevahî gelê Kurd yê xwedî wijdan û rûmet sax be.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.