Nûnerên partî û rêxistinên Başûr sersaxî dan Rêveberiya Xweser

Nûnerên gelek partî û rêxistinên Başûr serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê kirin û ji ber şehîdbûna Derwêş, Şiwêş û Tûma sersaxî xwestin.

Li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkarê wê Leyman Şiwêş û ajovan Firat Tûma di encama êrîşa balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, sersaxî tê qebûlkirin.

Saet di 10:00 de li nûnertiyê bi amadebûna Nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û PYD’ê sersaxî hate qebûlkirin.

Bi rêzê ve nûnerên partî û rêxistinên Başûr ên weke; Tevgera Azadî, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr, Rêxistinên Rojhilat ên jinan, Zehmetkêşan, Bereya Piştevaniya Rojava, Partiya Pêşver û a Demokratîk a Kurd a Sûriye û kesayetên naskirî weke Mihemed Emîn Pêncewînî, Rojnamevan û Nivîskar Letîf Fatîh Ferc û gelek kesên din serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û sersaxî xwestin.

Sersaxî heta saet 16:00’na dewam e.