Xizmên girtiyan li dijî zextên li Amedê serî li OHD’ê dan

Xizmên girtiyan li dijî zext û êşkenceyên ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Hejmara 2 a Amedê tên kirin, serî li OHD’ê da.

Xizmên 12 girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Hejmara 2 a Amedê, têkildarî binpêkirinên mafan û mexdûriyetên ku di rojên hevdîtinê de bi serê wan tê, serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê dan. Malbata Mehmet Şahîn jî ku li Amedê di çarçoveya lêpirsîna li hemberî rojnamevanan de 8’ê Hezîrana 2022’an hatibû destgîrkirin û 16’ê Hezîranê hatibû girtin, di nav xizmên girtiyan de bû. Xizmên girtiyan pêkanînên kêfî yên li girtîgehê ragihandin.

ÊŞKENCEYA LÊGERÎNA TAZÎ

Malbatan diyar kir ku xwarinên nebaş tên dayîn û av bi kotayê tê dayîn û destnîşan kir ku pêdiviyên girtiyan esas nayên girtin. Malbatan anî ziman ku gardiyan di lêgerînên qawîşan de kel û pelên ku ji kantînê tên girtin, desteser dikin  û diyar kir ku girtî dema girtî sewqî nexweşxaneyê tên kirin, lêgerîna tazî li ser wan tê ferzkirin. Malbatan ragihand ku tevî ku di hevdîtinên vekirî de di cîhaza X-ray de derbas dibin, rû bi rûyê gelek zehmetiyan dimînin. 

OHD’iyan têkildarî serlêdanên navborî, ragihand ku ji bo dîtina rayedarên girtîgehê û girtiyan wê biçin girtîgehê.