Kravîtz piştgirî da zarokên mexdûrên erdhejê

Muzîsyen Tal Kravîtz li herêma erdhejê geriya, ji bo zarokan performansa xwe nîşan da û tevkarî li pêvajoya rehabîlîtasyonê kir.

Muzîsyenê navneteweyî Tal Kravîtz li Semsûrê ku yek ji qada erdhejê ye, bi gelek zimanan stran got, bi zarokan re lîst û tevlî pêvajoya terapiyê bû.

Hunermendê Îsraîlî Kravîtz li gelek welatên cîhanê karê bi heman rengî dike. Kravîtz diyar dike ku ew dixwaze bi taybetî li gel mirovên dezavantaj be, bi taybtî jî li gel zarokan dema xwe derbas bike. Kravîtz li bajarên ku erd lê hejiya digere û li van deveran piştgiriyê dide zarokên di binê konan de ne.

Kravîtz ku xwe weke cîhanî pênase dike wiha axivî: "Beriya niha li Fîlîpînan jî ji bo piştgiriya bi malbatên ku ji ber erdhejê malên wan xera bûbûn ez çûbûm wê derê. Her wiha sala derbasbûyî çûm Ûkraynayê. Li wê derê min performansek ji bo zarokan nîşan da. Li herêmên ku zor û zehmetî heye, kêfxweşkirina mirovan ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Ez cara yekê ye têm vê derê. Li vê derê organîzasyoneke belawela heye. Lewma ez bi pêwîstiya bi vê derê hesiyam û hatim."

Kravtîz ragihand ku ji bilî Semsûrê her wiha li navçeyên Kirikhan û Skenderûnê yên Hatayê, li Dîlok û Edeneyê jî hunera xwe pêşkêş kir û got, "Ji bo min rûkeniya zarokên biçûk bîranîna herî mezin e."