KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cizîr: Em ê li ser xeta berxwedanê ya şehîd Zîlan têbikoşin
Gerîlaya KJAR'ê Elefteriya Gabar Cizîr destnîşan kir ku wê li ser xeta berxwedanê ya Şehîd Zîlan têbikoşin û got, "Hevala Zîlan nîşan da ku ti hêz nikare îradeya jinê bişikîne." -
YRK: Operasyona hêzên Îranê li Kosalanê berdewam e
Navenda Ragihandina YRK’ê diyar kir ku operasyona ku hêzên Îranê 12’ê Hezîranê li Kosalanê daye destpêkirin, berdewam e û ragihand ku agir bi erd û daristanan ketiye û hêzên Îranê nahêlin agir bê vemirandin. -
Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê ji bo xwedîderketina li Rojava bang kir
Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê êrîşa dewleta Tirk a li Qamişloyê şermezar kir û ji bo xwedîderketina li Rojava bang kir. -
Gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. -
Nûnerên partî û rêxistinên Başûr sersaxî dan Rêveberiya Xweser
Nûnerên gelek partî û rêxistinên Başûr serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê kirin û ji ber şehîdbûna Derwêş, Şiwêş û Tûma sersaxî xwestin. -
NPG'ê gerîlayên li Botan, Metîna û Xakurkê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Em hevrêyên li herêmên Botan, Metîna û Xakurkê hemûyan silav dikin ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin û têkoşînê mezin dikin. Pê bawer in ku wê serketinên hîn mezin bi dest bixin. -
Kêliyên dawî yên bi hêvî û berxwedanê yên du gerîlayan
Gerîla TV têkildarî 2 gerîlayên Îlona 2022'an şehîd bûn û di kêliyên xwe yên dawî de peyamek bi deng hiştin, dîmenekî bi sernavê 'Rûpeleke berxwedanê di dîrokê de' weşand. -
Berxwedan li ser xeta Zîlan didome
Gerîlayan diyar kirin ku fedaîbûna Zîlan bûye xet û gotin, li ser vê xetê îro li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke mezin tê meşandin. -
Hewlêr bûye navenda nû ya MÎT'ê!
Alîkarê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Qereçoxê Reşad Gelalî têkildarî hebûna MÎT’ê ya li Mûsil, Kerkûk û Hewlêrê axivî û got, lihevkirinên aliyên herêmê û Iraqê bûye sedem zêdebûna tevgera MÎT’ê ya li Başûrê Kurdistan û Iraqê. -
Şêniyên Mexmûrê: Em ê heta dawiyê di vê rêyê de têbikoşin
Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi meşeke girseyî li ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava rabûn û got, "Wezîfeya me bicihanîna fermanên şehîdan e. Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê têbikoşin." -
Kravîtz piştgirî da zarokên mexdûrên erdhejê
Muzîsyen Tal Kravîtz li herêma erdhejê geriya, ji bo zarokan performansa xwe nîşan da û tevkarî li pêvajoya rehabîlîtasyonê kir. -
Armanc: Gerîla wê êrîşeke bi tenê jî bêbersiv nehêle
Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc anî ziman ku li gel biryara agirbestê ya meha Sibatê jî êrîşên dewleta tirk bênavber dewam kirin û got, "Gerîla wê êrîşeke bi tenê jî bêbersiv nehêle." -
TJA: Divê raya giştî li dijî êrîşên dewleta Tirk bikeve nava tevgerê
TJA’yê derbarê Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, daxuyanî da û got: “Divê raya giştî li dijî êrîşên li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bikeve nava tevgerê.” -
HPG'ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Berxwedana destanî ya van hevrêyên me yên fedaî ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya sûdwergirtinê." -
PJAK’ê ji ber şehîdbûna Derwêş, Şiwêş û Tûma sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwest
PJAK’ê bi peyamekê êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kir ku tê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkarê wê Leyman Şiwêş û ajovan Firat Tûma şehîd bûn. Sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwest. -
'Rêya yekane ya çareseriyê, fikrê Neteweya Demokratîk ê Ocalan e'
Ji beşdarên Komxebata Beyrûdê Cotyar Reşîd got: "Piraniya beşdaran rewşenbîrên Efrîka, Misir, Urdin û beşek zêde ya Erebên Iraqê bû. Ji bo belavkirina ramanên Ocalan û pêkanîna azadiya wî divê zêde kar bê kirin." -
Peyama dawî ya Şehîd Zana û Xebat: Berxwedan jiyan e
Gerîla Xebat Kop û Zana Rojda di 7'ê Îlona 2022'an de li herêma Omerya ya Mêrdînê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn. Peyama dawî ya herdu gerîlayan bi vî rengî bû: Berxwedan jiyan e. -
TJA û Dayikên Aştiyê çûn taziyeya li Bismilê
TJA û Dayikên Aştiyê, çûn taziyeya 9 kesên li Bismilê li ser erd hatin kuştin. -
Xizmên girtiyan li dijî zextên li Amedê serî li OHD’ê dan
Xizmên girtiyan li dijî zext û êşkenceyên ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Hejmara 2 a Amedê tên kirin, serî li OHD’ê da. -
Cenazeyên 39 qurbaniyên fermana 3'ê Tebaxê radestî malbatên wan hatin kirin
Cenazeyê 39 qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn qetilkirin, gihiştin Şengalê û radestî malbatên wan hatin kirin. -
Hikumeta Iraqê daxwazeke sosret ji Şengaliyan kir: Darbestên xwe bi xwe bînin
Saziya Tipa Edlî ya Iraqê wê îro cenazeyên 39 qurbaniyên fermana Şengalê radest bike. Lê belê bi helwesteke sosret ji malbatên qurbaniyan xwest ku darbestan bi xwe bînin. Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ber vê nêzîkatiya sosret rabû. -
Balafireke bêmirov li Qendîlê ket, gerîla dest danî ser
Balafireke bê mirov a bombebarkirî ya bi tîpa Bayraktar TB2 a dewleta Tirk a dagirker, li qadên gerîla kete xwarê. -
YPS’ê li Wan û Mêrdînê çalakî kir
Tîma Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Xelîl Jêhat ragihand ku li Wanê 6 xefikên wênekişandinê îmha kir ku kontrayek lê bi cih bûbû û li Mêrdînê li dijî wesayîta kontrayekî çalakiya sabotajê kir. -
Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
Li navçeya Elkê ya Şirnexê ji 7 kesên ku hatibûn destgîrkirin, 3 kes hatin girtin. -
Der barê Emîne Şenyaşar û 4 kesên piştgiriya wê kirine de lêpirsîn!
Der barê Emîne Şenyaşar de ku hevjînê wê û 2 kurên wê li Pirsûsê ji aliyê parastvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin lêpirsîn hat detspêkirin.