KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Azad xwe di nava PKK'ê de nas kir'
Ji fermandarên HPG'ê Serhad Jîhat got, gerîlayê Elman Azad Şergeş ê şehîd bû, xwe di nava PKK'ê de nas kir, ji ber ku PKK weke rêya rizgariya mirovahiyê dît. -
Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ ji bo Yazici hatiye dayîn
Girtiyê nexweş Bişar Yazici ku di girtîgehê de rewşa wî giran bû û birin Amedê û jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin. Malbatê got ku ji ber rapora ‘’dikare di girtîgehê de bimîne’’ Bişar jiyana xwe ji dest daye. -
Şeniyên Mexmûrê piştgirî dan Dag û Er
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo Dag û Er ku beriya pênc salan ji aliyê PDK’Ê ve hatibûn girtin û niha jî di greva birçîbûnê de ne, daxuyanî dan û diyarkirin ku wê polîtîkayên çewisadinê ên PDK'ê ti car negihêje armancên xwe. -
Girtiyê nexweş Yazici jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Bişar Yazici yê di Girtîgeha Wanê de, ji ber nexweşiya xwe ya kezebê jiyana xwe ji dest da. -
Şanaz Îbrahîm: Hikûmeta Başûr bê berpirsyar tevdigere
Endama Polîtburo ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed nerazîbûn nîşan da ku hikûmeta Başûr asteng kir ku gelek kes beşdarî konferansa Lozanê bibin û got: “Têkildarî mijara Kurd û Kurdistanê bi berpirsyarî tevnagere.” -
PKK: 14’ê Tîrmehê serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd misoger kir!
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera 14'ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin daxuyaniyek da û got, "Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, serkeftina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd misoger kiriye." -
Çîroka Seîdê Çinê yê Tatosî
Îbrahîm Seîd ku li gundê Tallo yê Tatosê hatiye dinê, piştî ku tevlî berxwedana bi pêşengiya Şêx Seîd bû jiyana wî vediguhere serpêhatiyekê. -
Plana mêtingeh a Lozanê û berxwedana gerîla
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a mêtinger di 24’ê Tîrmeha 2015’an de di salvegera Lozanê de li dijî qadên gerîla êrîşên hewayî pêk anîbû û bûbû sedem ku pêvajo bi dawî bibe. -
Li girtîgehên Amedê tecrîd, êşkence û binpêkirina mafên girtiyan
Li girtîgehên Amedê hat tespîtkirin ku girtî tên sirgûnkirin, êşkence li wan tê kirin, tên tecrîd, lêgerîna tazî tê kirin û mafê tenduristiyê yê girtiyên tê astengkirin. -
KCK'ê ji bo Dag û Er bang kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku ev nêzî 2 meh in li dijî pêkanînên dijmirovî yên li girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne bang li her kesî kir ku bikeve nava tevgerê. -
Cenazeyê gerîlayê ku li Bestayê şehîd bûbû hate veşartin
Gerîlayê HPG’ê Kahraman Karataş (Bengîn Barmanî) li herêma Bestayê di operasyona artêşa Tirk de şehîd bûbû. Cenazeyê wî li Mêrdînê hate veşartin. -
Dayika Aştiyê Xemê Akdogan jiyana xwe ji dest da
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Xemê Akdogan di 85 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
HPG: Li Elkê du gerîla bi giranî birîndarî bûn û dîl ketin
Dewleta Tirk a dagirker herêma Sîxurpaşa ya Elkêya Şirnexê bombe kir. Di êrîşê de gerîlayên bi navê Alîşêr (Mûrat Yalçin) û Maaz (Bişar Bahadir) bi giranî birîndar bûn û dîl ketin destê dijmin. -
Komeleya Hêviyên Rengarenk karê xwe dewam dike
Komeleya Rengarenk Ûmûtlar (Hêviyên reng û reng) ku hewl dide binpêkirina mafên zarokên Kurd raxe pêş çavan, li gel gef û zextê jî karên xwe yên ji bo piştgiriya psîkososyal û parêzvaniya mafan dewam dike. -
Şerzan 15 mehan li tunelên şer li ber xwe da
Li tunelên şer ên Şehîd Dogan me ji bo kêliyekê jî dudilî, bêmoralî û gumana li ser serketinê nedît. Şerzan 15 mehan li vir li ber xwe da, bi bombeya taktîk nukleerê ya ku dijmin bi kar anî, şehîd bû. -
HPG: Dagirkeran 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker 5'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrîşî çeperên berxwedanê kir. -
Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 50'emîn de ye
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve dîlgirtî ne, 50 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
HPG: Wekî navê xwe Cesûr bû
HPG’ê fermandar Cesûr Azad (Edîp Temîz) ê ku şehîd bûye bi bîr anî û got “Ew bû îspata mezin ku milîtaniya fedaî ya Apoyî ya ku azadî daye pêş xwe wê karibe çi bike û xwe bigihîne kîjan astê.” -
Nivîsên Mehmet Hayrî Dûrmûş ji aliyê Serxwebûnê ve hatin çapkirin
Nivîs û nameyên ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş ên ku li Zindana Amedê nivîsî bû, ji aliyê weşanên Serxwebûnê ve bi rengê pirtûkê hatin weşandin. -
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 835'an de ye
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 835’an de li ber Edliyeya Rihayê didome. -
Li Mexmûrê gerîlaya YJA-STAR’ê Mardîn Penaber hate bîranîn
Gerîlaya YJA-STAR’ê Mardîn Penaber di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat bîranîn. -
HPG: Bi saya hevrêyên xwe em ber bi serfiraziyê ve dimeşin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Bi saya fermandara fedaî hevrê Nûdem û şoreşgerê mînak ên Apoyî hevrê Dilda û Vînar em ber bi serfiraziyê ve dimeşin.” -
Abdulkerîmê ku xwe dispêrê dewletê!
Ligel ku gelê Sêrtê û rêxistinên civakî yên sivîl gelek caran îtîraz kirin jî avahiya li Sêrtê dike biqede. Muteahîtê avahiyê jî Abdulkerîm Dayan e. -
Li bejahiya Licê amadekariya ji bo operasyoneke berfireh
Li bejahiya navçeya Licê ya Amedê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye. Tê gotin, amadekarî ji bo operasyoneke berfireh re tê kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker bi bombeya taktîk nukleer êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker 28'ê Hezîranê bi bombeya taktîk nukleer êrîş bir ser çepera şer a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê. Di bombardûmanê de gerîla Ferît Yuksel (Şerzan Mawa) şehîd bû.