KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê komxebata jinan: Em ê li dijî planên qirêj xwe biparêzin
Fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî di komxebata jinan a li Şengalê de axivî û got, “Divê em êşa ku di 2014’an de bi me dan kişandin, veguherînin hêz û zanabûnê. Em ê bi mezinkirina rêxistinbûna xwe bersivê bidin kesên ku êrîşî baweriya me dikin.” -
Li Şirnexê civîna ‘Meşa Gemlîkê’ hat lidarxistin
Li Şirnexê beriya meşa Gemlîkê ku wê 18’ê Mijdarê li dijî tecrîda li Îmraliyê bê lidarxistin, civîna gel hat kirin. -
Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û 2 kon hatin îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. 2 çeper û 2 kon hatin îmhakirin, derb li 9 çeperan hate xistin. -
TAJÊ li Şengalê komxebata ‘Jin û Parastin’ lidar xist
Bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi hemahengiya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) li ser mijara ‘Jin û Parastin’ komxebat lidarxist. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê berdewam dike
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Koma 23’an çalakî dewr girt. -
Di lêpirsîna doza Bulbun de 2 gumanbarên Tirk hatin binçavkirin
Lêpirsîna şehîdkirina Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun didome. Parêzerê Bulbun got ku 2 Tirk hatine binçavkirin û kujer reviyaye Bexdayê. -
Roja 34’an a şerê Îsraîl û Hamasê: Li Xezeyê cihek bi ewle nemaye
Di roja 34’an a şerê Îsraîl û Hamasê de, Îsraîlê ragihand ku wan keleheke Hamasê xistiye bin kontrola xwe. Krîza mirovî ya ji ber şer rû daye, her saetê hîn giran dibe. -
HPG: Balafirên şer di nava 2 rojan de 18 caran bombe kirin, tiştek bi hêzên me nehatiye
HPG'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 7 û 8'ê Mijdarê Herêmên Parastinê yên Medyayê herî kêm 18 caran bombe kir û got, "Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye." -
HPG'ê şehîd Erdal Tolhildan bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê gerîlayekî li Kato Marînosê di sala 2020'î de şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Erdal bi wêrekî, fedakarî û kedkariya xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt." -
Aslan: Herêm ji Suryaniyan tê paqijkirin
Parlamenterê Mêrdînê yê HEDEP'ê George Aslan got, "Eger li ser bûyera kuştina Hurmuz Dîrîl hatibû rawestandin wê Gevriye Akguç li hewşa mala xwe nehatibûya kuştin. Hewl tê dayin ku herêm ji Suryaniyan bê xalîkirin." -
Li Wan û Colemêrgê dawî li Rewşa Awarte nayê
Li Wan û Colemêrgê 7 sal in kiryarên rewşa awarte hene. Qedexeya ku li Wanê beriya niha 15 rojan carekê dihate dirêjkirin, niha hefteyê carekê tê dirêjkirin. Li Colemêrgê jî bênavber dewam dike. -
Li Hesekê êrîşî baregeha DYE’ê kirin
Koma bi navê Hêzên Berxwedana Iraqê, êrîşî baregeha leşkerî ya Şedadê ya Emerîkayê ya li Hesekê kir. -
Îpek ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Hasan Îpek ê ku 30 sal di destê dewleta Tirk de dîl hatibû ragirtin hat berdan, li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin. -
Li Wan û Bedlîsê civînên gel: Em li Gemlîkê li hev bicivin!
Li Wan û Bedlîsê bi beşdariya bi sedan kesî civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de ji bo tevlîbûna li Meşa Gemlîkê bang hate kirin. -
PDK'ê li Biradostê baregeheke nû ji dewleta Tirk re çêkir
Piştî ku hêzên PDK'ê li zozanên Biradostê bi cih bûn, dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina baregehek nû ya leşkerî kir. -
Li Şirnexê milîsên HBDH’ê li wesayîta bi zirx dan
Milîsên Ceren Guneş ên HBDH'ê ragihandin ku weke bersiva li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, wan li Şirnexê li hemberî wesayiteke zirxî çalakiyeke bombeyî kirine. -
Qîrîna serketinê ya Şehîd Berfîn bû fîşeka serhildanê û li xiyanetê ket
Yek ji bi hezaran lehengan Berfîn Rêbaz bû ku li çiyayên Kurdistanê destan nivîsandin. Qîrîna serketinê ya Berfîn Rêbaz fîşekeke serhildanê bû ku li xiyanetê ket. -
Balafirên şer ên Tirk cihên sivîlan bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundên Biradostê bomberdûman kir û tevgera balafirên şer li Balekayetî didome. -
Dewleta Tirk gundên Qendîlê bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirker dîsa gundên Qendîlê ku duh 2 sivîl birîndar bûbûn, bombebaran dike. -
Girtiyên nexweş li dijî îşkenceyê banga hestyariyê kirin
Girtiyên nexweş Fevzî Arslan û Şehîrban Mîmkara di hevdîtina bi parêzerên xwe re êşkenceya li wan hatiye kirin vegotin û banga hestiyariyê kirin. -
RJAK’ê li dijî dewleta Tirk banga avakirina eniyeke hevpar kir
RJAK’ê bertek nîşanî erîşa duh ya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Ranyayê da û bang li hemû partî û aliyên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dewleta Tirk eniyek hevpar ava bikin. -
Li Qoserê civîna gel: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
Li Qoserê ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de peyama, “Em êdî azadiya birêz Ocalan dixwazin” hatin dayîn. -
Di civîna gel ên li Wanê de banga tevlîbûna 'Meşa Azadiyê' hate kirin
Di civînên gel ên li navçeyên Ebex û Elbak a Wanê de, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin û banga tevlîbûna xurt a li "Meşa Azadiyê" ya 18'ê Mijdarê li Gemlîkê tê lidarxistin, hate kirin. -
DFG: Em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in
DFG'ê diyar kir ku ew ji jiyana Rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hatiye ragirtin bi fikar in û got, "Divê aqûbeta wî demildest bê eşkerekirin." -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, derb li 10 çeperan hate xistin
Artêşa Tirk a dagirker li gel piştgiriya PDK'ê jî nikare li hemberî berxwedana gerîla encamê werbigire. Di çalakiyên gerîla de dagirkerek hate kuştin, 2 droneyên bombebarkirî, mobesseyek hatin îmhakirin.