YRK: Operasyona hêzên Îranê li Kosalanê berdewam e

Navenda Ragihandina YRK’ê diyar kir ku operasyona ku hêzên Îranê 12’ê Hezîranê li Kosalanê daye destpêkirin, berdewam e û ragihand ku agir bi erd û daristanan ketiye û hêzên Îranê nahêlin agir bê vemirandin.

Navenda Ragihandina Yekineyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser operasyona hêzên Îranê ya li herêma Koselanê daxuyaniyek da û ragihand ku opesrasyon berdewam dike.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye: “Li Kosalanê operasyona ku 12 Hezîranê ji aliyê Hêzên Îranê ve hat destpêkirin hê jî berdewam e. Bejahiya herêmê bi navber tê topbarankirin. Agir bi bejahiyê ketiye û çûyîna qada operasyonê qedexe ye. Gel bi fikar e û qedexe bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê dike.

Her wiha di pêvajoya operasyona Kosalanê de, li Merîwanê jî bejahiya gundê Çor û Nene û bejahiya Qeleberdê 13’ê Heziranê, Serdoş, Nêy Berdereş  21’ê Hezîranê ji aliyê Sipayê Pasdaran ve hatiye bombebarankirin. Di encamê  de şewat bi erdê ketiye. Xelkê herêmê xwestiye ku agir bi derfeta xwe vemirîne lê Hêzên Îranê nehiştiye. Lewma daristan û erd pir şewitîne.”