KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîdên çapemeniya YJA Starê Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza hatin bîranîn
Kadroyên pêşeng ên Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê û Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza hatin bîranîn. -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Amediyê barand
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Guhzerî yê Amediyê barandin. -
YRK'ê li ser operasyona li Koselanê daxuyanî da
Fermandariya YRK'ê ragihand ku operasyona hêzên Îranê ya li herêma Koselanê hîn jî dewam dike û diyar kir ku ji ber êrîşan li hin deveran şer qewimî ye. -
Ji pênûsa Şehîd Canşêr Welat helbesta bi Erebî
Helbesteke bi Erebî ya ji pênûsa Şehîd Canşêr Welat ji aliyê hevrêya wî ya gerîla ve hate xwendin. -
Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin
Li Bismilê 9 kesên ku ji ber nakokiya navbera du malbatan a li ser zeviyan di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin. -
Ji bo Apê Mûsa hîn çêtir bê fêhmkirin...
Kurê Mûsa Anter (Apê Mûsa) rojnamevan-nivîskar Dîcle Anter bi pirtûka xwe ya bi navê 'Apê Mûsa 100 salî ye' derfetên naskirina Mûsa Anter pêşkêş kir. -
Gef, raperîn û komkujî: Koçgirî
Li Koçgiriyê, piştî Kurdan serî li ber gefa qirkirinê hildan bi destê tetîkkêjên Mûstafa Kemal Sakalli Nûrettîn û Topal Osman komkujî û talan hate kirin. -
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê jî di nav de 6 kes hatin girtin
Li Elkê ji 10 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin, 6 kes hatin girtin. -
Li Mûşê di protestokirina qirkirina siyasî de 4 kes hatin destgîrkirin
Li Mûşê dema ku siyasetmedaran xwestin derbarê operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyê bidin, polîsan êrîş kir û 4 kes destgîr kir. -
Hejmara qurbaniyên komkujiya li Bismilê zêde bû
Li taxa Şîdada ya navçeya Bismil a Amedê, nakokiya li ser zeviyan veguherî komkujiyê. Li gorî bîlançoya nû 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Şehîdên Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn
Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê şehîdên Meclîsa Gel a Sinûnê bi bîr anîn. -
Wê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ozdemîr li Milazgirê were veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Samî Ozdemîr ê ku li Licê di şer de şehîd bûbû, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin. -
Girtiyên li Hewlêrê Dag û Er meheke di greva birçîbûnê de ne
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta lixwekirina kincê bi yek tîpî û kiryarên xerab, 29 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
HPG: 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo çalakiya sabotajê kirin, ku leşker dibir Metînayê. Di çalakiyê de 12 leşkerên Tirk hatin cezakirin, wesayitek bi temamî hate îmhakirin. -
Li 2 meleyên ji Rojhilatê Kurdistanê 12 sal cezayê girtîgehê hate birîn
Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku dadgeha Îranê 12 sal cezayê girtîgehê da 2 meleyên Kurd. -
Li Bismilê şerê li ser zeviyan: 8 kes mirin
Li Bismilê du malbatan li ser zeviyan li hev xistin. Di vî şerî de herî kêm 8 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. -
Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk li Şirnexê û navçeyên wê 11 herêm qedexe kir. -
Karasû: Dewleta Tirk naxwaze hêzên demokrasiyê û Kurd bibin yek
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk nahêle ku sosyalîst û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi Kurdan re bibe yek û bal kişand ser vî tiştî ku divê polîtîkayên tifaqê girîng were dîtin. -
Fermandara ku mîsyona pêşengiyê bi cih anî: Nûjîn Sêrt
Fermandara YJA Starê Nûjîn Sêrt ku ji Zapê heta bi Garê û Metînayê li qadên cuda têkoşiya, mîsyona pêşengiyê ya jin a Kurd a azad bi wêrekiya xwe ya di şer de bi cih anî. -
Parêzer Şahîn li Edliyeyê hat destgîrkirin
Parêzer Selîm Şahîn ku li Amedê ji bo îfade bide çû edliyeyê, ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin. -
KONGRA-GEL: Raperîn Amed milîtana pêşeng a avakirina civakî bû
KONGRA-GEL şehîd Raperîn Amed bi bîr anî û got, "Raperîn Amed milîtana pêşeng a avakirina civakî bû. Yekane rêya bersiva ji bo şehîdan misogerkirina azadiya Rêber Apo û gelên me ye." -
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Bi helwest, berxwedan û fedakariya xwe wan dan ser şopa xeta şehîdan. Wan di dîroka azadiya gelê me de cihê bi rûmet stendin.” -
Ferdên malbata Şenyaşar hatin bîranîn
Haci Esvet û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar ku ji aliyê xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î ve hatin qetilkirin, li ser gora xwe hatin bîranîn. -
Mûînî: Kombûna li hev a partiyan ji bo Rojhilat û Îranê gelekî girîng e
Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mûînî bal kişand ser kombûna li hev a partiyên siyasî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û got, "Konferansa li Parlamenta Ewropayê hem ji bo Îranê hem jî ji bo Rojhilat dikare bibe destpêka serdemeke azad û demokratîk a paşerojê." -
Li serê çiyayên Kurdistanê bi dengê zarokan strana 'Şervano'
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê komek ji zarokan li quntara çiyê strana 'Şervano' gotin.