KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê Şahan Gever bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê gerîla Şahan Gever bi rêzdarî bi bîr anî ku sala 2020'î li Xakurkê şehîd bû û sersaxî ji eşîra Oremarê, malbata wî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. -
Ji bo fedaiyên Girê Hekarî klîbek hate amadekirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna fedaiyên Operasyona Şoreşgerî ya Girê Hekarî ya Metînayê klîbek bi navê 'Şehîdên Hekarî' amade kirin û weşandin. -
Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin: 19 kes hatin binçavkirin
Bi ser gundên girêdayî Xîzan û Tetwanê de hate girtin û heta niha 19 kes hatin binçavkirin. -
Li Şengalê salvegera damezrandina PKK’ê hate silavkirin
Salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê bi pêşengiya ciwanan li Şengalê hate pîrozkirin. -
Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn de 18 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Metînayê de 18 dagirker hatin cezakirin û hêzên wan çûyîne ser 12 cenazeyên dagirkeran. -
Hêzên Îranê kolberekî din qetil kirin
Hêzên Îranê kolber Yawer Weysî qetil kirin. -
HEDEP'ê serlêdanên ji bo hilbijartinên xwecihî da destpêkirin
Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an dest bi wergirtina serlêdanên ji bo bernamzetiyê kir. -
Jin ên ciwan bi tevlîbûna li nava refên gerîla 27'ê Mijdarê pîroz kirin
Di savlegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê de komek ji 15 jin ên ciwan bi daxuyaniyekê tevlî nava refên gerîla bû. -
Ayan: Jinên Kurd bi paş ve gav naavêjin
Parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayanê diyar kir ku dewleta Tirk li gel polîtîkaya şerê taybet darazê jî bi kar tîne, lê jinên Kurd bi paş ve gav neavêtine û dev ji rêxistinbûnê jî bernadin. -
Li Qendîl û Şengalê pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê
Bi wesîleya 27'ê Mijdarê salvegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê li quntara çiyayê Qendîlê û Şengalê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Metînayê operasyona şoreşgerî: Gelek dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Metînayê operasyoneke şoreşgerî lidar xistin. gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Hêzên HPG û YJA Starê damezrandina PKK'ê pîroz kirin
Li herêma Metînayê ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê dewam dikin, hêzên YJA Star û HPG'ê 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê bi coş pîroz kirin. -
TEV-DEM'ê 'dîroka bi têkoşînê dagirtî' ya PKK'ê silav kir
TEV-DEM'ê bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê daxuyanî da û diyar kir ku dîroka PKK'ê bi 'têkoşînê dagirtî' ye û silav kir. -
PAJK: PKK tevgera herî şoreşger û veguherîner a sedsala 21'ê ye
Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da û got, "Weke tevgera herî şoreşger, dînamîk û veguherîner a sedsala 21'ê ji her demê bêhtir bûye hêviya rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn." -
Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyên sekvaniyê weşand ku 9'ê Tebaxê di çarçoveya operasyona şoreşgerî de hatin kirin. -
NPG: Salvegera damezrandina 45'an a destanî ya PKK'ê pîroz be
NPG: Em sala 51'emîn a têkoşînê ya Rêber Apo û salvegera 45'emîn a damezrandinê ya destanî ya PKK'ê pîroz dikin. Em soz didin ku heta armanca serketinê ya şehîdên xwe bi cih bînin, em ê li ser xeta fedaî bênavber têbikoşin. -
PKK gihîşt bi milyonan mirovî
Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, PKK a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate avakirin îro gihîştiye bi milyonan mirovî. -
Ji bo jinên ji aliyê dewleta Tirk ve ‘hatine windakirin’ kom bûn
Endamên ÎHD'ê û malbatên windayan bi wesîleya 25'ê Mijdarê ji bo jinên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine windakirin, hatin ba hev. -
Nasnameyên şehîdên operasyona şoreşgerî hatin eşkerekirin
HPG'ê nasnameya şehîdên operasyona şoreşgerî eşkere kir û got, "Hevrêyên me Ciwan, Andok û Botan ên ku fedaîbûn kirin şêwazê jiyanê, her kêliya têkoşîna xwe ji bo bi destxistina serkeftinên mezin feda kirin." -
HPG: Di êrîşan de ti windahiyên me çênebûn
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk ku hewl dide têkçûna xwe ya li hemberî hêzên gerîla veşêre, hem ji bejahî û hem jî hewayî qadên me bombebaran dike û eşkere kir ku di êrîşan de ti windahiyên wan çênebûne. -
KCK: PKK Tevgera zihniyeteke mezin û hêza civakî ye
KCK’ê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got: “PKK tevgera zihniyeteke mezin û hêzeke civakî ye. PKK wê afirandina geşedanên nû bidomîne.” -
'PKK agirê tolhildana gelê Kurd e'
Gerîlayên HPG/ YJA Star’ê yên ku salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin, diyar kirin ku gelê Kurd ê mehkûmê tinebûnê hatibû kirin bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûye ser piyan û gotin, PKK agirê tolhildana gelê Kurd e. -
Karayilan: Şerê me şerê afirandina pêşerojekê ye
Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatiye wê kapasîteyê ku li dijî hêzên dagirker û qirker şer pêş bixînin û got: “Şerê me ne tenê şerê gerîla ye, şerê hebûn û azadiya gelekî ye.” -
‘PKK garantiya azadiya bindestan e’
Ji gerîlayên YJA Starê Agirî Tolhildan got: “Rêberê Gelê Kurd hêviya gelên bindest e û PKK garantiya azadiyê ye.” -
Cenazeyên 3 gerîlayên YJA Starê piştî 143 rojan radestî malbatên wan hatin kirin
Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Leyla Gulcu, Şekîrnaz Kaplan û Emîne Kaplan ku di 4’ê Tebaxê de li çoltera Çiyayê Bagokê di bombebaranekê de şehîd bibûn, 143 roj şûn de radestî malbatên wan hatin kirin.