KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk bombeyan li bejahiya gundên Bedlîsê dibarîne
Li 10 gund û gundikên navçeya Xîzanê 'qedexe' dewam dike. Bejahiya gundan doh bi şev ji aliyê artêşa Tirk ve hate bombekirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qada Berxwedanê ya Sîdayê weşand ku di 28'ê Çileyê de hatibû lidarxistin. -
Girê Seyrê bi beton hatiye herimandin
Girê Seyrê ku demekê xelkê Wanê li ser wî girî li bajêr û Gola Wanê temaşe dikir, niha bi temamî bûye cihekî ji betonê. -
Şêniyên Ereb ên Şengalê: Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê li ser piyan bin
Şêniyên Ereb ên gundewarên Şengalê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Em daxwaza azadiya rêberê xwe dikin. Heta rêberê me rizgar nebe em ê li ser piyan bin." -
Krîza aboriyê giran dibe
Bandora neyînî ya krîza aboriyê ya li ser şênî û dikandarên Wanê dewam dike. Dikandar nikarin kar bikin, xelkê bajêr jî ji ber bêkarî û xizaniyê nikare nan bibe mala xwe. -
Xelkê Bedlîsê: Pêkanînên salên 90’î berdewam e
10 gundên navçeya Xîzan a Bedlîsê di bin dorpeçê de ye. Gundiyên ku bi ser malên wan de hatiye girtin gotin: “Em îro pêkanînê salên 90’î dijîn.” -
Dewleta Tirk qanûna geşta hewayî ya ji bo Silêmaniyê dirêj kir
Divê qanûna geşta hewayî ya dewleta Tirk a ji bo bajarê Silêmaniyê îro bi dawî biba. Lê rayedarayên Silêmaniyê ragihandin ku qanûn hatiye dirêjkirin. -
Li Bedlîsê êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk
Li navçeya Xîzanê piştî "qedexeya derketina derve" ya li 10 gund û gundikan, di operasyonê de şer qewimî. Hate ragihandin ku di serdegirtinan de 3 kes hatin destgîrkirin. -
Şenyaşar: Edalet li ku ye?
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên sala 2018’an li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê didomîne, car din daxwaza edaletê kir. -
Bûldan: Tecrîda li Îmraliyê her kesî eleqedar dike, divê her kes li ber rabe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Desthilatdarî li Îmraliyê sûc dike" û xwest tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin. Bûldan bang li her kesî kir ku li ber tecrîdê rabin. -
TAJÊ: Dewletên ku qirkirin qebûl kirine, bila xwedî li biryara darizandina DAÎŞ'ê derkevin
TAJÊ bang li civaka navneteweyî bi taybetî jî dewletên ku Qirkirina Êzidiyan qebûl kirine kir ku xwedî li biryara Rêveberiya Xweser a ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê derkevin. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn, eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Zana, Berxwedan û Zagros bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be." -
Fen û fûta li ser germavên Hasanabdal
Hikumeta ku li Erdîşê germavên Hasanabdal hilweşand, çavkaniya ava germ a ku sedan sal in li ser erdê diherike, mîna ku nû dîtiye mizgîniya wê dide. -
Jineke ciwan a evîndara çiyê
Dilda Rojhat ku li binê her dara bêhna xwe lê veda hesreta xwe ya li welêt nivîsî, bû sembola samîmiyet, durustî û xwebûnê. -
Li Xîzanê qedexeya derketin derve hat ragihandin
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê bi hinceta operasyona leşkerî li gorî saeta herêmî saet 21:00’an ve qedexeya derketin derve hate ragihandin. -
Bûldan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Rêxistinên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk li navçeyên wanê serdanên xwe yên Cejna Qurbanê îro jî berdewam kir. -
Emîne Şenyaşar: Heta ku edalet pêk tê, ez ê dest ji nobeta xwe bernedim!
Emîne Şenyaşar ku 832’ roj in Nobeta Edaletê didomîne, wiha got: “Dixwazim kesên zarokên min qetil kirine bên cezakirin. Heta ku edalet pêk tê ez ê dest ji nobeta xwe bernedim.” -
Gerîlayên HPG’ê: Em ê bi ruhê Zîlanan bi ser bikevin
Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku çalakiya Zîlanê li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker bû bersivek mezin û gotin: “Em ê bi ruhê Zîlanan bi ser bikevin. -
Nasnameya şehîdên Geverê hate eşkerekirin -NÛ BÛ
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Geverê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me bi wêrekiyeke mezin tirs berdan dilê dijmin û derbên giran lê xistin. Em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin." -
HPG'ê bîlançoya şer a meha Hezîranê eşkere kir: 44 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bîlançoya şer a navbera 1-30'ê Hezîranê eşkere kir û ragihand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 45 çalakî kirin, 44 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di êrîşên dagirkeran de 10 gerîla şehîd bûn. -
Xizmên windayan li Amed û Êlihê hatin ba hev
Xizmên Windayan li Amed û Êlihê ji bo Vedat Aydin û Recaî Aydin ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin, hatin ba hev. -
Aso: Gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin
Rojnamevan Rizgar Aso bal kişand ser zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çeperên berxwedanê yên hêzên gerîla û got; "HPG ji destpêka şer heta îro bi teknolojî û taktîkên curbecur derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe." -
KNK’ê derbarê Mazlûm Dag û Abdurahman Er daxuyaniyek da
KNK’ê derbarê Mazlûm Dag û Abdurahman Er ku 45 roj in li dijî zextên PDK’ê di greva birçîbûnê de ne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
YJA Starê Roja Fedaîtiyê bi çalakiyan silav kir
Gerîlayên YJA Starê li Zap û Xakurkê ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîtiyê çalakî li dar xistin. -
KCK: Gelên me wê teqez ji zihniyeta qirker hesab bipirsin!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 30’emîn a Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku wê teqez ji zihniyeta qirker hesab bipirsin û siberojên ronî ava bikin.